Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
celadet alî bedirxan - tirşik
celadet alî bedirxan

Navê mijarê ya ewil ev bû:celadet elî bedirxan
(25) (0) (1)
di mijarê de bigere

20. hevoka wî ya zedetir bandor li ser mirov dike ev e "heta me xwe nas kir, me emrê xwe xelas kir." ma ne wisa ye?



23.08.2013 17:13 | nuçevan

21. bav û roniya çavê xençernûsan.li pey xençerê me,helbet ezê bi dest xwe bixim.



23.08.2013 21:23 | tivirloismail

22. mîrê kurd.. berî şêst-heftî salan bi naşî û nezaniya ciwanên kurd hesiyaye û tembî û şîret li wan kirine..

''Xorto wilo bixebite: An bi xwe çêke, an arîkariya ewan bike ko çêdikin, ava dikin... Di dinyayê de tu tişt nîne ko tekûz bit. Di her tiştî de, nemaze di karên nû destpêkirî de, pirîcar, kêmanî hene. Heke te kêmanî dîtin, hema dirêjî wan meke. Lê bixebite ko tu bikevî nav wan, arîkariya daniyan bikî û wan kêmaniyan biedilînî. Hilweşandina stûnekê hêsanî ye. Huner di rastkirina stûna xwêl de ye.''



07.09.2013 13:47 | endazer

23. eger zimanê kurdî îroj di nav çerxên çerxa felekê, yên ku her çi tiştê dike nav diranên xwe dihêre, de mîna riya kadizê di nav tarîtiya dehrê de pirtikpirtikî belav nebûye, li ber pêlên demê yên ku herçi tiştê dide ber xwe virde wêde hûrhûrî belav dike de virde wêde belav nebûye, bi xêr û saya çend camêran e ku yek ji wan jî celadet elî bedîrxan e.



11.09.2013 22:15 | fethî ronî

24. mîrê ferhenga kurdî û kurmancî.. di hejmara pêşîn ya kovara hawarê de wiha gazî kurdan dike û hawara xwe digihîne kurdan:

''Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.

Hawara me berî her tiştî heyîna zmanê me dê bide nas kirin. Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e”. Hawar hejmar 1/1932



24.09.2013 02:50 | endazer

25. kesê ku min du xûlek berê wêneyê wî kiriye wêneya profîlê ya xwe. herweha kesekî gelek kar û hewl li ser berhev kirina peyv û gotinên kurdî daye.



24.09.2013 02:52 | seranser

26. dengê xwe li ciwan û cêhilên kurd dike û dibêje:



''Dema ko tu dixebitî qet li dora xwe menihêre. Heke ên din dixebitin an ne. Herçî ko dixebite karê xwe pêk ditîne (tîne) û karê tu kesî bi xebata yekî dîtir naçe serî. Her dar bi pelên xwe sayedar e, ne bi pelên darên dorê.”



24.09.2013 02:54 | endazer

27. bilûra gelê me...



24.09.2013 11:21 | hozanagirîn

28. ronakbîrê mezin ku gelek zimanên dizane.Kurdî,tirkî,fransî,almanî,rumî,îngîlizî,erebî



di kurdî fransî û tirkî de xwedî berhem e



03.11.2013 13:36 | diljan

29. NAVê KURê MIN ê DELAL E. JI BER XATIRê CELâDET ELî BEDIRXAN MIN NAVÊ KURÊ XWE KIR CELÂDET. Hê 6 MEHÎ YE PEYV Û AXAFTINê FêM NAKê Lê EZ HER GAV DEVê XWE DI DEYNIM BER GUHê WÎ û VAN ŞîRETAN Lê DIKIM :'' KURê MIN NAVê TE NAVEKÊ GIRAN E. DIVê Tû LAYIQê NAVê XWE Bê. XWEDIYÊ NAVê TE (cELâDET ELÎ BEDIRXAN) JI AXA XWE RE, JI ZIMANê XWE RE Û JI GELLê XWE RE gellek xizmet KIRIYE. LAZIM E TI JÎ XIZMETKERê AXA XWE, ZIMANê XWE û GELLê XWE Bê.'' BELKÎ JI BO VAN ŞîRETAN Hê GELLEK PIÇÛK Bê Lê GOTINEK HEYE Kû DIBêJIN KURMê ŞÎRî HETA PîRî. EZ JI NAHA VE ŞÎRETAN LÊ DIKIM JI BER KÛ HER û HER SER RêYA CELÂDET Bê...



19.11.2013 02:08 | nan û av

30. hin kes hene pereyan li ber gelê xwe didin, hin kes hene jiyana xwe li ber gelê xwe didin, hin kes hene bedena xwe li ber gelê xwe didin. Celadet yek ji wan şêrgeleyan e ku her tiştê xwe li ber gelê xwe daye.



30.10.2014 01:41 | berxweda

31. Celadet Alî Bedirxan – Bavê Sixtekirina Êzîdiyatî

Nivîskar: Dewran Dasin



Di çend dehsalên dawî de şerekî piskolojîk di navbera hêzên kurdî ji bona bixwegirtina Êzîdiyan de çêbûye. Di salên 70yî de rejîma Ba´sê di bin bandora Sedam Hisên dixwest Êzîdiyan wekî miletekî ereb bianiya naskirin û li ser vê esasê asîmîle bike. Gelek lêkolînvan û rûsipiyên Êzîdiyan, di nav wan de Babaşêxê Êzîdiyan ya wî demî, rehmetiyê Şêx Hecî Simayîl, vê siyaseta asîmîlasiyonê red kirin û tucar qebûl nedikirin.[1] Wan vê siyaseta asîmîlasiyonê gelekî bê bandor hiştin.





Ji salên 90î û virde hikûmeta herêma Kurdistanê KRG di bin bandora Mesûd Berzanî Êzîdiyan eşkere wekî „kurdên resen“ da naskirin. Li ser van gotinên xwe wî zêde kir û got, kû bila Êzîdî bixwe, xwe wekî Kurdên resen bi naskirin bidin û yên xwe wekî Kurdan nebînin, ew vê wekî problema wan ya şexsî dibîne. Di eynî wê wextê de, yanî di salên 90î de û heta roja îro PKKê Êzîdiyan wekî Zerdeştiyan da naskirin.[2] Li ser vê bingehê gelek Qewlên Êzîdiyan hatin sixte kirin û yên sixtê hatin çêkirin, da kû Êzîdî wekî Zerdeştî werin naskirin. Ev qewlên sixte û sixte di gelek rojname û kovarên PKKê de jî hatin belav kirin.[3]



Eger em van nuxtên li jor hatinê gotin kûr şirove bikin, ev gotara dê gelek dirêj bibe. Ev ne sedema vê lêkolînê ye. Balkêş, bi gorî baweriya min, tiştekî dine: Gelo bingeha “kurdkirina” û “zerdeştîkrina” Êzîdiyan û pêre jî sixtekirina Qewlên Êzîdiyan ji kuderê tê? Gelo sedema wê çiye?



Belê, di lêkolînên gelekî kûr de navekî baş naskirî derket holê. Navekî, yê di nava kurdên nasîonalîst, an jî kurdên miletcî xwediyê qedirê girane. Navê wî kesî: Celadet Alî Bedirxane.



Celadet Alî Bedirxan – Jiyanname bi kurtî



Di pêşî de jibo xwendevanên hêja, yên Celadet Alî Bedirxan nas nakin, meyzak li ser jîyana wî. Celadet Alî Bedirxan di roja 26ê meha Nîsanê 1893 hate dinê. Ew lawê Emîn Alî Bedirxan û torinê Muhemmed Bedirxan (Mîre Botan: Bedirxan Beg) bû. Mala Bedirxana ji eşîra Ezîzan e, yê kû hîn heta sedsala 16an de bi piraniya xwe Êzîdî bûn. Pîrka wi ji aliyê bav Êzîdî bû. Ew wê caxê ji Bedirxan Beg bi zorê ji mala Mîra (Mîrê Êzîdiyan) hatibû revandin û wekî kole bû qurbaniya lîstikên “mêraniya” Bedirxan Beg. Bedirxan gelek carî destdirêjî wê kir û bi zorê bi wêre zewicî. Sedema wî binpêkirina namûsa Êzîdiyan bû. Bî vî awayî bavê Celadet hate dinê.



Di vê mijarê de, cend gotin li ser Bedirxan Beg jî bila kêm nemînin. Bedirxan Beg, yani kalkê Celadet di derdora sala 1832 de bi rêhevalê xwe Mîr Rêwandûz Paşa (Mîrê Kor) kokanîna gelê Êzîdî anî. Wê çaxê wî dor 20.000 Êzîdî qetil û serjê kir. Gelek ji wan wî bi destê xwe kuştin. Di eynî demê de wî (yan Mîrê Kor) Mîrê Êzîdiyan yê wî demî, Mîr Alî Begê mezin jî qetil kir. Di sala 1836 di bin fermandariya Bedirxan Beg zêdetirî 10.000 Xristiyan hatin qetilkirin. Di derdora 1840 de û jê pêve wî gelek fermanên din jî li ser serê Êzîdiyan pêk anîn. Di sala 1847an de Êzîdiyan, piştî wan hevkariya bi Bedirxan Beg û hinek Mîrê din ye Kurda red kirin û pêre di bin fermandariya Mîrê xwe yê wî demî Mîr Hisên Beg, lawê Alî Begê mezin û hevkariya Osmaniyan Bedirxan Beg û rêhevalên wî xistin û were tola hezara qurbaniyên Bedirxan Beg hilandin.[4]



Belê, em dîsa vegerin ser Celadet Alî Bedirxan. Celadet hovîtiya kalkê xwe tu car ne rexne kir, ne jî xwe ji wî dûr kir. Tew wî di gelek kovar û rojnameyan kalkê xwe wekî mêrxas û egîtekî da naskirin. Çêdibe kû ev ew mana ye, ku heta roja îro gelê Kurd vî Hovkarî wekî egîtekî nas dike. Ev jî dikare bibe sedema lêkolîneke bixwe. Lê ev careke din.



Li ser siyasetê Celadet gelekî jîr bû û di gelek rêxistinan de jî bû. Wî bixwe jî gelek rêxistinên siyasî û miletcî ava kirin. Mînaka rêxistina Xoybûn anjî Kürdistan Teali Cemiyeti (krd: Civaka hilandina Kurdistanê). Jê pêve ew nivîskar û xwediyê gelek kovaran bû, wekî ser mînak „Hawar“ û „Ronahî“. Belê ew jî bû yê alfabeya latînî jibona zimanê kurmancî bi kar anî û avakir.



Di çarcoveya kar û xebatên xwe jibona meseleya kurdîtiyê de ew tevlî gelek serhildan û şoreşan bû. Ji ber wê ew gelek car neçar ma, koç bibe. Were jî ew di sala 1922 de hate Almanyayê û li wê derê hiqûqê xwend û bi dawî kir. Bêguman Celadet Alî Bedixan û gelek kesên din jî, ji mala Bedirxana di nava gelê Kurd de wekî mêrxas, egît û arîstokrata tên naskirin. Herwiha ew wekî afirînerê bingeha nasîonalîsma kurdîtiyê jî tên naskirin û pîrozkrin. Celadet di roja 15ê Heziranê di sala 1951 bi emrê 58 salî de, bi qezayekê jiyana xwe ji dest da.



Sixtekirina tekistên pîroz ye Êzîdiyan bi destê Celadet Alî Bedirxan



Di kovara xwe de, ya bi nav „Hawar“, Celadet da zanîn kû pêşiyên êzîdiyan bi xwe zerdeştî bûn, an jî êzîdî bêşek ji zerdeştiya nin. Herwiha wî hewl dida kû zerdeştiyan wekî pêşiyên Kurdan bide nasîn.[5] Li ser vê esasê wî dixwest Êzîdiyan wekî paresvanên çand, hûner û ola kurdîtiyê bide naskirin. Lê di „tekistên pîroz“ ye Êzîdiyan, yên wê çaxê hatibûn nivîsandin û parvekirin, wî tu bingeh ji bo wê bîrûbaweriya xwe nedît. Di vê nuxtê mihûme kû were gotin, ge ew tekistên wê caxê hatibûn nivîsandin, ne bi destê Êzîdiyan hatibûn nivîsandin. Ew tekistên him dûrî rastiya tekîstên pîroz (wekî Qewl, Beyt, Qesîde ûhw.) ye Êzîdiyan yên resen bûn, û him jî bi eslê xwe ne durist bûn.[6] Ew mecbûr bû hinek têkistê Êzîdiyan sixte ava bike, da ku bingehakê ji bo bîrûbaweriyê xwe çêbike.



Ji „Qesîdê Şerfedîn“ ya wekî Qesîdek herî pîroz nava civaka Êzîdiyan de tê naskirin, Celadet jê Sebeqak gelekî mihûm sixte kir û pêre belav û par kir. Qesîda Şerfedîn xwedî mijarek qedir girane û li ser bûyerek dîrokî ya Êzîdiyan tê gotin. Di vê Qesîdê de wî peyva „Êzîdxan“ (wekî Welatê Êzîdiyan tê naskirin) bi peyva „Kurdistan“ guherand. Lê bi rastî peyva „Kurdistan“ di tu Qesîdek, Qewlek an jî Duaek Êzîdiyan de cîh negirtiye û tu car jî nayê gotin. Bi rastî di lêkolînê de hatiye tesbîtkirin, kû Celadet Alî Bedirxan bixwe nivîskarê vê Qesîda sixte bû.



Di sala 1933 de ev Qesîda sixte ya yekemin di pirtûka wî de hatibû çap kirin. Navê wê pirtûke „Nivêjên Êzîdiyan“ bû. Di eynî wê salê de birayê wî Kamûran Alî Bedirxan vê Qesîda sixte di kovara “Hawar” qeliband zimanê fransî.[7] Di sala 1938an de ev Qesîda sixte bi zimanê almanî ji hate qelibandin û parvekirin.[8]



Di şîrovekirina gotar û tekistên Celadet Alî Bedirxan zû tê dîtin, kû ev gotarên wi ne encamên lêkolînan an jî fikrên kûr û giran bûn. Xwendekarekî hêja dikare di xwendina tekistên wî de gelekî zû eşkê propagandayê tesbît dike. Ji sixtekirina Qesîdên Êzîdiyan zêdetir, wî hewl dida kû eşkê ola Êzîdiyatiyê bixwe biguherîne. Di vê nuktê de pêşî mihûme ku were gotin, ge di ola Êzîdiyatiyê tu dijminatiya gelan an jî qehr û gotinên xirab li hember tu kesî qebûl nake û di tu tekistên pîroz de jî cîh negirtine û cîh nagrin. Lê Celadet bi vî eşkên Êzîdiyatiyê jî list. Di tekistekî, yê ku wî wekî tekistekî pîroz ên Êzîdiyan bi nav kir, ew dijminatiya kurdan hemberî ereb û tirkan wekî tiştekî pîroz nîşan dide. Jibo famkirina vê, ev du sebeqe nin, yên bi destên nivîskarê vê lêkolînê ji zimanê fransî hatine qelibandin ser zimanê kurmancî:



“Şerfedîn xerzê gulî (kulî)

Mizgînê bînê Kurdistanê

Bila veken deftera îmanê

Şêşims roja Êzîdiyane

Şerfedîn mîre li dîwanê



Şilîxan biketin Kurdistanê

Wê topan berdin Turkistanê

Textî raketin bibte Kurdistanê

Qeda dikevte mala Erebistanê.”[9]



Şirovekirin



Di nava civakê de Celadet Alî Bedirxan, tevlî babîrê xwe yê xwînxwar, wekî kesekî pêşdeketî tê naskirin. Wekî kesekî yê herdem xêrxwaziya gelê xwe û bi taybetî yê gelê Êzîdî dixwest. Lê ji ber encama lêkolîna jor, ev kesa, ne jibo xêrxwaziya Êzîdiyan dixebitî. Bawerî ewe kû, wî tenê jibo propagandaya nasîonalîsma kurdî, ola Êzîdiyatiyê bi kar anî. Ger were gotin, kû kalkê wî Mîr Bedirxan Beg bi rêya fîsîkî kokbirîna Êzîdiyan pêk anî, di wê demê de jî dive were gotin, ku torinê wî Celadet Alî Bedirxan civaka Êzîdiyan bi rêya pîskolojiyê gelekî xerab kir.



Jibo xatirê nasîonalîsma kurdîtiyê wî ola Êzîdiyan wekî olek zerdeştî da naskirin. Wî tekistên pîroz ye Êzîdiyan sixte kir, tenê jo bo xatirê propagandaya nasîonalîsma xwe. Ev heta roja îro berdewam dike. Mixabin îro Êzîdî di şexsê xwe de bûne du perce: Yek xwe wekî gelê Zerdeşt dibîne, yên din jî vî red dikin. Partî û rêxistînên sîyasî û civakî, wekî PKK û PDK, jî di vê mijarê de rola xwe ya girîng dilîzin: her yek jibo berjewendiyên xwe bi beşekî Êzîdiyan girtine û kaş dikin.





Çavkanî



Allison, Christine: „Unbelievable Slowness of Mind": Yezidi Studies, from Nineteenth to Twenty-first Century”, Journal of Kurdish Studies, 6. Ausgabe, Peeters, 2008, r. 1-23



Allison, Christine: „Representations of Yezidism and Zoroastrianism in the Kurdish newspapers Hawar and Roja Nû“, di: Daēnā to Dîn. Religion, Kultur und Sprache in der iranischen Welt, 2009, Göttingen, r. 183-290.



Demir, Hayrî: „Der blutige Schatten des Bedirxan Beg“, ÊzîdîPress, 2013, http://www.ezidipress.com/PDF/DerblutigeSchattendesBedirxanBeg.pdf (30.12.2013)



Feqîr Hecî, Bedel: „Çawetiya naskirina têkistên rast û dirustên diyaneta Êzdiyan“, di: Şêx Fexrê Adiyan – Fîlosof û xasê ola Êzdiyatiyê“, Dengê Êzîdiyan, Oldenburg 2009, r. 124-153.



Hadank, Karl: „Untersuchungen zum Westkurdischen: Boti und Ezädi“, Hamburg, 1938.



Kreyenbroek, Philip: „Yezidism-Its Background, Observances and Textual Tradition“, New York, 1995.



Guest, John S.: „Survival Among the Kurds: A History of the Yezidis“, New York, 1993.



Omarkhali, Khanna: „Yezidi Religious Oral Poetic Literature: Status, Formal Characteristics, and Genre Analysis. With Some Examples of Yezidi Religious Texts“, Scrinium: Journal of Patrology, Critical Hagiography and Ecclesiastical History, 7+8,



Kovara „Hawar“, hejmara 15, 1933



Dr. Cindî, Xelîl: „Du´a u Dirozên Êzidîyan“, parva 1, 1997, Einbeck.



Îdo, Bavê Şêx: „Berî 20 sala…“, Dengê Êzîdiyan 6+7, Oldenburg, 1997, r. 57-58



„Nivîskarê nenas“: „Êzdaname I – Qewl, Duha, Diroze û Jandilên Êzdiyan“, Wêşane Laliş 2, 2002, Bielefeld.



[1] Îdo 1997: r. 56 û dûmahîk.

[2] Alison 2008: r. 16 û dûmahîk

[3] Ev qewlên kû em bahs dikin evin: „Qewlê Zerdeşt“, „Qewlê Newroz“ û „Qewlê Pîrê Sîba“. Nivîskarê van Qewlên şaş heta roja îro ne hetine naskirin: „Nivîskarê nenas“: 2002: r. 90 u yên dawî, r. 139 û yên dawî, r. 142 û yên dawî.; birêna: Omarkhali 2012: r. 171, Hecî 2009: r. 129 û yên dawî.

[4] Bi dirêjî li ser vê mijara Bedirxan Beg û gunehkariya wî: Demir 2013: r. 8-13

[5] Binêre: Allison 2009: r. 286 û yên dawî.

[6] Li ser afirandina wan tekistên berê wekî „rast“ dihatin dîtin; binêre: Kreyenbroek 1995: r. 10 û dawî; herwiha: Guest 1993: r. 146 - 164

[7] Kovara Hawar 1993, hejmar 15, r. 8 û dawî.

[8] Cindî 1997: r. 21

[9] Cindî 1997: r. 21



09.07.2015 01:49 | hola êzîda

32. (bnr: herekol ezîzan)



09.07.2015 02:12 | ronahî

33. Kesê ku ez rêzek bêdawî jê ra digrim e.

Tişta ku kurdan wê demê neditîye , mîr celadet eli bedirxan pirr baş ditîye. Mîr ,kovara ronahî û hawar re sernivîskarîyê dike.Celadet elî bedirxan li ber zimanê kurdî Îngilîzî, Fransî, Almanî, Tirkî, Farisî, Erebî, Yunanî jî dizanî bû.Ew û malbata wî her tim wek kocber bûne ji zilma mistefa û derdorê wî.

Mîr celadet baş dizanibû ku kurd perwerde û xwendinê pêşta nebin yê wek niha belengaz û bindest bin mixabin wisa jî bû.Kesên ku zane ,xwendî her tim ji alîyên kurdan ve wek dijmin çawa dabe nîşan kirin tê dîtin.

Kurdên rewşenbîr li ber nezanên kurdan nikarin rexneyek bînin ziman.Ev kurdên nezan jî lewra Nafikirin û nabêjin yaw ev rewşenbîr çi dibêje.

dijmin û zordest vî tiştê baş dizanibûn ku kêmasîya (tunebûna) mîr celadet elî bedirxan û hevalên wî ji bo kurdan baştir e.

Ku kurd ji xwera serok , zane



03.04.2019 15:13 ~15:15 | brzn

34. em hemû çawa navê mîrê kurdmancîyê xelet dinivîsin? navê camêr celadet alî bedirxan e. elî xelet e. têkilîya wê jî bi navê 'elî re nîn e, wateya wê ihtimalek mezin "ji alîyê bedirxan, ango bedirxanzade" ye.

wan jî her û her wilê bikar anîye binêrin hawarê: Here lînkê



15.09.2019 12:21 | xendekî

35. Ziwannas, Nuştox û sîyasetkar...

Mîr Celadet Alî Bedirxan serra 1893 de; Îstanbul de ameyo dinya. Mektebo verên û mîyanên Îstanbul de wendî.

Serra 1922 de Celadet Alî Bedirxan û pa birayê xwu kamiran alî bedirxanşinê. Almanya. Celadet Alî Bedirxan uca de perwerde girewto.

1951 de dinya ra bar kerdo. Nika mezelê ey Şam de yo.

Celadet Alî Bedirxan serra 1932 de kovara hawar û serra 1942 de kovara ronahîveceno. Nê ra teber zaf xebatê ey esto.

Nê ra çend heb xebatê ey;

Elifba Kurdî
Rûpelên Elfabê
Rêzimana Elifbaya kurdî
Rêzimana Kurdî (Pa Roger Lescot )
Ferhenga Kurdî



03.02.2020 21:59 | bazêçewlîg

36. - 1 -

nevîyê mîr bedirxan paşa û kurêemîn alî bedirxan bû. BedirXan paşa bi xwe, ji malbata Ezîzan bû.Piştî hilweşîna dewleta Zengî, hikimdariya cizîra botan kete destê Ezîzan. BedirXan paşa di 18 saliya xwe da (sala 1821) bû mîrê Cizîra Botan. Di sala 1842-an da wî piraniya Kurdistanê ji zordariya karbidestên osmanî rizgar kiri bû. Di sala 1848 an da, leşkerê osmanî zora hêzên BedirXan paşa birin. Bi vî awayî Tirkan emareta kurdî ya dawîn, emareta Botan jî hilweşandin.

Gelek kurên BedirXan paşa di warê rewşenbîrî û welatparêziyê da, xebateke giring kirine.
Ev in çend nimûne:

***Serhildana Kurên BedirXan paşa Osman û Husên Kenan (1879) û di pê
ra, Serhildana Medhet û Emîn Alî BedirXan di sala 1889-an da.

***Derxistina rojnama kurdî ya pêşîn: Di 22 yê Nîsana 1898 an da, mîthat bedirxan rojnameya kurdî ya pêşîn "Kurdistan" bi kurdî û tirkî, li Qahîrê derxist. Sala 1900, birayê mîthat ,Evdirehman, Kurdistan li Cinêv û Folkston derxist. Sureya BedirXan jî, ew li Stenbolê
(piştî îlankirina meşrûtiyetê) û di pê ra, li Qahîrê di zemanê Şerê Cîhanê yê Yekemîn da.

***Komelên welatparêzî: Emîn Alî BedirXan yek ji sazkerên ' Komela Hevkarî û Pêşketina Kurdistan"19.9.1908, "Komela Pêşketina Kurdistan", 1918 û "Komela Vêkxistina Civakî'bû. Gelek BedirXaniyên din jî endamên wan komelan bûn. Celadet BedirXan bi xwe jî endamê vê komela dawî bû.Gelek çavkaniyên ku behsa BedirXaniyan dikin, didin xuyakirin ku, Celadet li Stenbolê,
di (26.4. 1893) da hatiye dinê.
Karbidestên osmanî rê nedidan BedirXaniyan ku biçine Kurdistanê. Lewra Emîn Alî, mamoste, mitrib,çîrokbêj ... hwd. ji Cezîra Botan tanîn Stenbolê, daku danûstandina wan digel welêt, ziman û adetên kurdî her geş bimîne. Rast e, Celadet, ne li Kurdistanê mezin bûye, le ew di heyameke kurdistanî da xwedî bûye.

***Emîn Alî beg Hakimê ceza bû. Ew her heyameke li bajarekî ji bajarên dewleta osmanî yen wek Ekka, Nablus, Salonîk û Edirne, dima. Lewra Celadet jî li dibistanên gelek welatan xwendiye. Ji dibistanê pê ve, bavé wî mamosteyên xisûsî yen zimanên yûnanî
farisî, firensî û rûsî, je ra tanîn malê. Zimanên erebî û tirkî wî di dibistanan da, hîn kirine.

***Celadet Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn da, her du bira, Celadet û Kamiran, bûne serbaz
(zabit). Celadet digel ordiya osmanî ya Qefqasê û Kamiran digel a Belqanê,çûne şer.



08.03.2020 22:55 ~22:55 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» celadet alî bedirxan
» alîgor
» bedirxano

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi dirok weje ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî