Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
celadet alî bedirxan - tirşik
celadet alî bedirxan

Navê mijarê ya ewil ev bû:celadet elî bedirxan
(25) (0) (1)
di mijarê de bigere

37. -2-
***Di sala 1919 an da berî ku peymana "Sevré" di navbera impratoriya osmanî û Hevalbendan da bê morkirin, Celadet û kamiran bedirxan, ekrem cemîl paşa û mêcerê inglîzî Nowel, ji bo naskirina daxwaz û dîtinên miletê kurd, çûne Kurdistanê.Vê serdana welêt, fikra danîna elfabeyeke latînî-kurdî xistiye serê Celadet BedirXan: "Di sala 1919 de, me da bû çiyayên Meletyê. Em keti bûn nav eşîra Reşiwan. mêcer nowel(ingilîzek jî digel me bû. Mêcer zarê nîvro dizanîbû, dixebitî ku hînî zarê bakur bibe, û jixwe re her tişt dinivîsandin. Min jî hin medhelok, stran û çîrok berhev dikirin.Carinan me li nivîsarên xwe çavên xwe digerandin, dixwendin û diedilandin. Min bala xwe dida Mêcer, bi bi lêvkirineke biyanî,le bê dijwarî destnivîsa xwe dixwend. Le belê ez, heta ku min (û, J)ji (o, J) û (î, S) ji (ê, tS) hwd. derdixistin, diketim ber hezar dijwarî. Ma çima?. . Ji ber ku mêcer bi herfên latînî, le min bi herfên erebî dinivîsandin.
Ser vê yekê, di cih de min qerara xwe da û ji xwe re bi herfên latînî elfabêyek lékanî. Êdin min bikariya destnivîsa xwe pişt hezar salî jî bê dijwarî û weke xwe bixwînim, ji ber ku her deng cihê li ser kaxezê dihat sekinandin. )"
Ji ber vê yekê, Celadet dest bi danîna elfabeyeke latînî-kurdî kiriye. Ji ber ku tîpên elfabeya latînî tenê 26 in, wî hin tîpên hevedudanî wek (ou, ch, ai. . . hwd.). bi kar anîne. Le paşê, Celadet ew tîpên hevedudanî bi tîpine serxwe ji elfabeya yûnanî û rûsî guhartine. Bi vî awayî, tîpên wê elfabê bûne 36.

***Sala 1922 an, dema Kemalîstan fermana kuştina gelek welatparêzên kurd deranî bûn, navê Emîn Alî BedirXan tevî hersê kurên wî: Sureya, Celadet û Kamuran jî, di wê fermanê da hebû. Lewra wan bi lez, Tirkiyê bi cih hiştin.Emîn Alî tevî Sureya çûn Misirê, Celadet û Kamiran jî çûn Elmanya. Li Elmanya jî, elfabeya kurdî ji bîra Celadet neçû bû: "Sala 1924 a de, li Elmanyayê min careke din çavê xwe li elfabeya xwe gerand, hûr le mêze kir û mideke xweş li serxebitîm. Min bala xwe dida û didît ku ev sê texlît herf qenc li hev ne dihatin, herfên yûnanî û rûsî yekrengîya elfabêyê xirab dikirin. Jû pê ve tê de du herf hebûn ku ji me re ne pêwist bûn. Ji lewra min elfabeya xweji nû ve senifand: Herfên zêde jê avêtin, hin herfên latînî bilindek li wan bar kirin
û di şûna herfên yûnanî û rûsî de êxistin. Bi vî awayî elfabêke bi sih û car herfan û yekreng hâte pê.
"

***Celadet BedirXan, elfabeke kurdî, bi tîpên latînî, pêktanî û dil dikir ku bi van kovarekê derêxe. Ekrem Cemîlpaşa, Hemzeyê Miksî û hinekên din tê de pir kêmasî didîtin û bi hişkî le radibûn. Le herwekî rehmetî Celadet bi gelek zimana dizanî, pir li Ewripa mabû, bi ser de jî zor zîrek, bi hiş û huner bû, bala xwe dida rexne û gotinên xelkê û dixebitîku şaşiyên xwe binase, elfabeya xwe li gora dengên zimên pêk bîne û li gor şîwe û zaravayên têvel rêz û dûzanên bingehîn derêxe. Ew ji zû da li vî tiştî hûr dibû, le li Şamê ev karê ha, bûbû mijûlahiya wî ya hergavî.

Celadet lîsansa huqûqê qedand û di sala 1925 an da, vegeriya Misirê. Hîngê Suraya gelekî nexweş keti bû. Kamuran li Elmanya ma û doktora temam kir. Celedet pir li Misirê nema, ew hat cem apê xwe Xelîl Ramî yê ku hîngê li Libnanê bû.



08.03.2020 23:05 | tîrêj zana 21

38. - 3 -
***Şoreşa Şêx Seîd di sala 1925 an da, ji bo daxwaza mafên gelé kurd, dest pê kir. Le ji kêmhaziriyê û ji ber hin sebebên din, ew şoreş serdest nebû.

***Di sala 1927 an da, gelek hêz, komele û welatparêzên kurd, Komela "Xwêbûn" saz kirin. Celadet jî, yek ji sazkerên wê komelê bû. Xwêbûnê xwe ji şoreşeke mezin ra amade dikir. Bi vî awayî, şoreşa Agrî, bi serokatiya Ihsan Nûrî paşa, disala 1930 da, dest pê kir. Tirkan ew şoreş jî, bihovîtî pelçiqandin. Kurdistan bi vî awayî, di nav pêne salan da, du caran hâte wêran kirin û şewitandin, bi sed hezaran Kurd hatine kuştin û ji welêt bidûrxistin, bi hezaran welatparêzên kurd welat bi cih hêştin û derbasî perçeyên Kurdistanê en din bûn.

Dr. Ehmed Nafiz û birayê xwe Nûredîn Zaza jî, hîngê ji wan kesên ku neçar bûbûn welêt berdin û derbasî Sûriyê bin bûn. Dr. Nûredîn Zaza li ser nîrên wê demê holê dinivîse: "Piştî ku, bi arîkariya Kurdên Şamê, Firensizan bext da me û rê ji me re vekir ku em li Sûriyê bimînin, emjîji Helebê çûn Şamê Gava em hatin Şamê, mevanên Elî Axa, li ba xwe ji me re cih peyda kirin û bi dilxweşiyeke mezin em hewandin . Heçî mêvanên derve, ji min û birayê min pêve,
ji van peyan pêk hatibûn: Mîr Celadet BedirXan, Qedrî, Ekrem û Mihemed Cemîl paşa û Hemzeyê Miksî. Ev hemî, bi Haco û zaroyên wî ve, endamên Civata Xwêbûnê bûn. Berî hatina me Sûriyê bi çend mehan, gava ihsan nûrî paşa li Agirî şerê Tirkan dikir, evan jî hilgirtibû ser xwe ku ji aliyê Sûriyê êrişî Tirkiyê bikin û bavêjine ser bajarên Mêrdîn,Mîdyat, Diyarbekir, Urfa û hin din. Le ji ber kêm haziriyê,nedikarîn karê xwe bibine serî û bi şûnde vegeriyabûn.
Firensizan jî, bo xatirê Tirkan, ew girtibûn, ji sînor bi dur xistibûn û ew anî bûn Şamê.
Herwekî armanca wan bi cî nehatibû û rê li ber tevgera wan a siyasî hatibû girtin, peyva van camêran, hîngê, ji her tiştî bêtir, li ser pirsên çandî û nemaze li ser xwendin û nivîsandina zimanê kurmancî bû.Her êvar gava mezela rûniştinê dihate dagirtin, bi kêfxweşiyeke mezin, min guhdariya dan û standin û temaşeya pevçûnawan dikir.
"
Celadet BedirXan, elfabeke kurdî, bi tîpên latînî, pêktanî û dil dikir ku bi van kovarekê derêxe. Ekrem Cemîlpaşa,Hemzeyê Miksî û hinekên din tê de pir kêmasî didîtin û bi hişkî le radibûn. Le herwekî rehmetî Celadet bi gelek zimana dizanî, pir li Ewripa mabû, bi ser de jî zor zîrek, bi hiş û huner bû, bala xwe dida rexne û gotinên xelkê û dixebitî ku şaşiyên xwe binase, elfabeya xwe li gora dengên zimên pêk bîne û li gor şîwe û zaravayên têvel rêz û dûzanên bingehîn derêxe. Ew ji zû da li vî tiştî hûr dibû, le li Şamê ev karê ha, bûbû mijûlahiya wî ya hergavî.

"Belê, Hawar zaroka wê rewşa dijwar bû, stêrka wê ezmanê reş û tarî bû.Hîngê gelek rewşenbîrên kurd xweş bîrbiri bûn ku, rizgarkirina welêt û milet bi hevgihan û xebata çend malmezin, şêx, axa û rewşenbîran naçe serî. Bê hişyar bûna gel, bê zanîn û xwenasîn, ev karê giring û pîroz, tu havilên hêja nade."

Tevî nîrên wê demê yen dijwar û tehil, tevî perîşanî û destengiyê, tevî ku çoyê Firensizan di ser serê Kurdan ra, her diçû û dihat, Hawar ji bo belavkirina hişyarî û zanînê di nav gelé kurd da, bê west xebitiye. Celadet pir ziman dizanibû, gelekî geriya bû, çanda gelek miletan baş nas dikir. Wî ew zanîna xwe bi temamî, tenê ji bo xizmeta ziman û çanda kurdî bi kar aniye. Ji roja ku hatiye Sûriyê û heta roja ku çûye rehma Xwedê, ji bo vê armanca bilind, xebateke bê west kiriye. Celadet çîrok, çîrçîrok, destan, methelok û stranên kurdî kom dikirin. Ew bi danîna bingehên rêzmana kurdî mijûl dibû.Wî nivîsar, folklor, qeydeyên elfabê û rêzmana kurdî werdigerandin firensizî.
Celadet nivîsarên rengareng ji zimanên biyanî werdigerandin kurmancî û nivîsarên ku dihatin ji Hawarê ra, rast dikirin û ji çapê ra amade dikirin. Ji navê xwe pê ve, Celadet bi çend navên din jî nivîsarên xwe belav dikirin: Herekol Azîzan, Xweyîyê Hawarê, Hawar, Stranvan, Stranvanê Hawarê, Bavé Cemşîd, Bavé Cemşîd û sînemxan.

Di herdu jimarên Hawarê yen pêşîn da, nivîsarên Celadet bê nav in. Di ber karê Hawarê ra, Celadet gelek kitêbên hêja jî nivîsîne. Hinek ji wan di nav kitêbên (Kitêbxana Hawarê) da hatine belavkirin. Eserên Celadet yen wekî din ev in:

***Doza Kurdî: Ev kitêb di sala 1930 da, bi firensizî hatiye belavkirin. Nivîskar navekekî nehînî(Dr. Bileç Şêrkoh) ji xwe ra daniye. Paşê ew kitêb bi erebî ser pirsên çandî û nemaze li ser xwendin û nivîsandina zimanê kurmancîbû. Herjî, bi navê 'El-Qediyye-1-Kurdiyye' ' li Qahîrê hatiye çapkirin. Dîroknivîsê kurd Dr. Kemal Mezher dibêje ku nivîskarê wê Celadet BedirXan bû.

***Doza Kurdî bi navê "Belavoka Komela Xwêbûn a pêncan" hatiye belavkirin. Çapa kitêbê ya erebî ji 113 rûpelan pêk hatiye.Dema rojhilatnasê firensî rog er lescot , di salên 1941 - 1944 an da li Şamê bû, ew û Celadet bi hev ra xebitîne ku rêzmana kurdî ya ku berê C. B. di Hawarê da belav kiri bû, firehtir bikin û di şiklê kitêbekê da bi firensizî bidin çapkirin. Le berî qedandina vê xebata hêja, R. L. vegeriye Firensa. Di sala 1970 da wî ew kitêba giranbiha daye çapê. Birê kitêbê yê dawî(syntax, hevoksazî,ristesazî) xebata R. Lescot ye.

***Celadet destnivîsa ferhengekî Kurdî-Firensî jî amade kiri bû, le hê ew neda bû çapê. Rewşen xanimê ew destnivîs, sala 1971-an, pêşkeşî "Ekadêmiya Kurdî" ya Bexdadê kiriye.



08.03.2020 23:07 | tîrêj zana 21

39. (bnr: legends never die)





09.03.2020 08:26 | xelîl

40. Ziwannas,sîyasetkar û rojnamewan...

Mîr Celadet Alî Bedirxan serra 1893 de  Îstanbul de ameyo dinya. Mektebo verên û mîyanên Îstanbul de wendî.

Serra 1922 de Celadet Alî Bedirxan û pa birayê xwu kamiran alî bedirxan şinê  Almanya. Celadet Alî Bedirxan uca de perwerde girewto.1951 de dinya ra bar kerdo.

Keyeyê Bedirxanîyan emrê xo nayê mucadeleyê dîrok, kultur û ziwanê Kurdan ser o. Nika zî Kurdan, Bedirxanîyan rê zaf qiymet danê.



26.04.2020 23:37 ~23:40 | bazêçewlîg

41. Zimanzan, rewşenbir, siyasetmedar, zana û mîrê ku îroj ketiye 127 saliya xwe. Belê îroj rojbûna wî bû. 26. 04. 1893 an de li stenbolê ji dayik bibû û dê heya dinya xweş ava be di dilê kurda de her û her bijî. Heke îroj em li vir dikarin binivîsin û em dikarin bêjin em kurd in helbet bi saya vî camêrî ye. Bila her di nava ronkahiyê de be!



27.04.2020 00:13 | tîrêj zana 21

42. Rojbûna birêz Celadet Elî Bedirxan e û ku nehatiye nirxandin lê helbestvan e jî.
127 sal ewil , wî bi xebatên xwe bo ziman rêya me û pêşeroja me kurdan ronî kiriye.
Em nikarin van rojên reş te zimanê xwe li gelê xwe bidin erê kirinê , bifikirin ku wî çawa kiriye.
Ez carnan difikirim û dibêjim qey ez tenê me; Kurdek tenê me û xwe wek fezayî hîs dikim di kurdayetiyê de.
Mîr Celadet Elî Bedirxan , ka bêje te çawa kir û tu derketî pêş di nav nezantiya kurdan de ...
bi rêzdarî bi bîr tînim.



27.04.2020 00:30 | brzn

43. ne jê ba, min nikarîbû li vir binivîsim, tu her hebê mîrê minî nemir, cihê te bîhuşt be.



27.04.2020 01:13 | merwano

44. negotiye: kurdno malxerabno eyb e şerm e fihêt e, an bi Kurdî biaxivin an jî nebêjin em kurd in.
gotiye: kurdno malxerabno eyb e şerm e fihêt e, an hînî zimanê xwe bibin an jî nebêjin em kurd in.



12.05.2020 09:10 | xendekî

45. Here lînkê

Here lînkê



13.05.2020 02:17 | gumgumok

46. sibê roja rojbûna mîrê me mîr celadet alî bedirxane pîroz be, rêya te rêya me ye



26.04.2021 16:22 | doesntmatter

47. celadet Alî bedirxanî, xwedîyê kovara hawarê û ronahî yê. nevîyê mîrê botan. bavê sînemxan û cemşîd.serlehengê romana "bîra qederê" ya mehmed uzun. 15.07.1951î de wefat kir.

nivîsên wî yên kovara hawar û ronahî yê ji alîyê weşanên avesta yê ve din beşên cuda de hatîye berhevkirin û wekî pirtûk çap bûne.wekî stran û dengbêjî di bin beşa "stranvan" ê de ne. çîrokên wî bi navê "gazinda xencera min" e û hwd. seta berhemên celadet alî bedirxan . ev set ji 15 pirtûkan pêk tê. 12 heb kurdî , 3 heb jî tirkî ne.

di salvegera koça dawîn a mam-hoste de bi xwendina berhem û şîretên wî bi bîr tînim.

seta berhemên celadet alî bedirxan:



15.07.2022 21:30 ~21:33 | pirtûkhez

48. rewşenbîr, sîyasetmedar , dîplomat,parêzer , zimanzan û hwd. gelek nasnameyên wî hene . ji bo min ya herî giring mam-hostatî ya wî ye .çêkerê elfabeya latînî ya kurdî (kurmancî) celadet elî bedirxanî di 26ê nîsana 1893an de bûye .îro rojbûna wî ye ,pîroz be . bû 130 salî .weke temenê xwe yê dirêj mîrateyeke pir mezin li paş xwe hiştiye . banga wî ya hawarê : " Hawar dengê zanînêye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn
ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ku ziman şerta heyînê a pêşîn e." dibêje , di rûpelên ronahîyê de tarîyê têk dibe . ji bo ku em bixwînin û tarîya li ser axa xwe rabikin û li wê vegerin .
carna jî dibêje : xorto! armanca te rizgarî ye rizgarîya welat û miletekî ye. navê armanca te kurd e, kurdanî ye, kurdistan e. armanca te li ber te sekinî ye . " çi xweş û şêrîn diaxive . rojbûna te pîroz be mam-hostayê kurdî her di hiş û dil û bîra me de yî.



26.04.2023 17:40 | pirtûkhez

49. wêjenas, zimanzan, nivîskar, dîplomat û siyasetmedarê kurd mîr celadet alî bedirxan bi 7 (heft) zimanan dizanî bû, zimanê kurdî werdigeranda alfabeya latînî. û pêşketinên mezin di zimanê kurdî de pêk anî bû/aniye.

nameya mîr celadet bedirxan ji mistefa re:
"rêzdar, bi rastî dîl kirin û helandina kurdan ji kuştina wan dijwartir e. azadiya kurdan polayek ji xwezayê çêbûye. bizane ku her tim xwîn di damarên kurdan de heye ku bi mirin û kuştinê were rijandin."

rojbûna te pîroz be mîr celadet alî bedirxanî.



26.04.2023 19:11 ~19:11 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» celadet elî bedirxanî
» alîterasyon
» bedirxano

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi dirok weje ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî