Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
mafê netewan bo diyarkirina çarenûsa xwe - tirşik
mafê netewan bo diyarkirina çarenûsa xwe
(7) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. mafê ku piştî şoreşa fransî 1789, di heyama avabûna netew-dewletan de li gelek welatan hatiye nîqaşkirin û parastin lê cara yekemîn bi awayek siyasî li enternasyonala duyemîn hatîye nîqaş kirin û di sala 1903'de ketiye bernameya bolşevîkan. vladimir lenin di pirtûka xwey bi heman navî di sala 1914'an de vê rêgezê teorîze dike, hetka sosyal-şovenên serdema xwe dibe û bi awayek zelal mafê diyarkirina çarenûsa netewan diparêze. piştî şoreşa cotmehê ev maf ji bo fînlanda û polonya tê sepandin û welat wek dewletên serbixwe ji sovyetan cuda dibin.

paragrafek ji pirtûka lenîn:

em li kûderê di navbeyna netewan de têkilîyên digihin zordestî bibînin, emê ji bo her netewî, bi serbestî mafê diyarkirina çarenûsa siyasî, mafê cudabûnê bixîret, bêşert û merc biparêzin. parastin, nasîn û piştgirtina vî mafî, parastina wekhevîya netewane, dijberîya têkilîyên digihin zordestîyê ye, ji kîjan netewî be bila bibe, li himber îmtîyazên wan ên siyasî têkoşîne, û ji ber vê yekê di navbeyna karkerên ji netewên cuda pêşvexistina piştevanîyek xurt a çînî ye.



07.05.2020 16:24 | hespêsor

2. Mafê ku tu carî ji bo Kurdan wekî "heq" nehatiye dîtin. Hema kî tê di derheqê vê neteweya belengaz û bindest de biryaran dide, fermanan radike.



07.05.2020 18:32 | biaqila malê

3. Peşiya şoreşa fransî, di sala 1648 an da aştiyê Wesfelya (Peace of Westphalia) bingeha dewletên neteweyî ra rê dide ku wan çêbe. Wesfelya peymaneke perçebûna dewletên împaratorî ye û îdarekirina miletên xwe bi xwe ye.

Meriv dikare bêje Wesfelya teorî, şoreşa fransî pratîkê wê ye.

Ehmedê Xanî (1650-1707) pêşîya dewletên neteweyî hê çaxa împaratorîyên da ji kurda ra serxwebûna xwe şîret kiriye, yanî meriv dikare bêje vîzyona xanî gelekî fireh e, pêşîya şoreşa frensî, gotinên xwe nêzîkî wextê peymana Wesfelyayê gotiye. Ev jî nîşan dide xanî pêşengekî me yê mezin e.

Ka Em "mafê netewan bo diyarkirina çarenûsa xwe" ya Lenînê lê binêrin, bi ya min prensîbên Wîlsonê ya ji Lenînê boyî Kurdan çêtir e. Amerîka wextê xwe da ji ber prensîbên Wîlsonê peymana lozanê îmze nekiriye. Sovyet dîroka xwe da "ji aliyê siyasî" ve qet pişta kurda negirtiye, dewleta Mahabad, Kurdistana sor, serhildana agiriyê hwd. tev dewrê Sovyetê da çêbûye û têk çûye, vê çaxê Sovyet yan destek daye dijminên kurdan yan jî bêdeng maye. Sovyet 70 sal nîvê dinyayê îdare kir lê gelekî fraksiyonên Kurdan jê derfetek nestand



07.05.2020 20:32 | mîr

4. (bnr: ji zanayan bipirse ji nezanan bitirse)

berî ku muqayeseyek di navbeyna mafê diyarkirina çarenûsa netewan a lenîn û rêgezên wîlson bike divê mirov serwextê wan be. tevî ku tê zanîn wîlson mafê çarenûsa netewan parastiye, eslê xwe de tiştek wisan nekiriye. rêgezên wî bi temamî kêrî berjewendîyên dewletên serwer tê, ji netewên bindest re tiştek zelal nîne.

berî ku mirov bi antî-propagandayên jkiberkirî lenîn û sovyetan reşbike, pesnê emrîka bide dîsa divê mirov serwextê mijarê be. mijarên dîrokî bi ya min bi ya te nabe. delîl li holê ne, mirov li ser delîlan diaxivin, an na dibin pêkenok. di mijara komara xweser a kurdistanê (mahabad) de tu kêmasîyên sovyetan nîne, qasî ji wan tê hewldidin bimênin îranê de lê brîtanya û emrîka, ku piştgirên dewleta îranê bûn, zor dan sovyetan ku ji îranê vekêşin, li gor hiqûqa navnetewî jî mafê tu dewletan nîne welatek dî dagirbike. li ser vê mijarê yên meraq dikin dikarin pirtûka pirtûka ebdulrehman qasimlo bixwênin. di mijara kurdistana sor de jî qasî hikûmeta ermenî xeletîyên kurdan bi xwe jî hene. mixabin ew herêm di navbeyna azerbaycan û ermenîstan de bûye qûrbanîya dijberîya wan. helbet divê têkneçûban. di serhildana agirîyê de ger dokumentên dîrokî hebin keremkin parvekin lê ji bilî gotegotan li rastî agahîyek fermî nehatime ku sovyetan neyarîya kurdan kiribe. jixwe çima bikin? derûnîyek bi hin kesan re heye ku dewletên dinê tev dijminê kurdanin.

gotina "rêxistinên kurdan tu derfetek ji sovyetan ne stand" çi reşkirinek bêwijdane.



07.05.2020 23:39 | hespêsor

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mafê jibîrbûnê
» xwelîserê ehmeq

Kategoriyên mijarê:: dirok dirok dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî