Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
ferdinand - tirşik

Ferdinand gayekî hûtemezin e û di heman demê de xwedî dilekî nazik û tije hezkirin e. Ji ber mezinahiya wî kesên ku wî nas nakin dixwazin ew bibe gayekî şerker ê li dijî matadoran li arenayan şer dike...
(4 şîrove)
ferdinand
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê biruya hayap miyazaki ve, li kurdî hat wergerandin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 81.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê




têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.
Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin.

têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142



07.05.2020 20:41 ~2020.05.16 20:58 | simurg56

2. anîmasyonek kombersê ya 3d ye. ji çîroka munro leafî hatiye adaptekirin a ku bi heman navê ji bo zarokan di sala 1936an de hatiye weşandin.

mirov bi hêsanî nêrîna queer theory tê de dibîne. karektera me naşibe mîna cûreya xwe. naxwaze bi qayîdeyên heyî yên civakê bijî û ji ber wê jî dibe yek ji "yên din" yên ku zeîf in, yên ku reben in, yên ku yek ji qurbana bijartina xwezayî ne, yên ku gunehkar in, yên ku sûcdar in... lê di esasê de ji ber "sebebekê ne-civakî" nayên xwestin ji aliyê civakê ve, car carnan ji aliyê dêûbav û malbat û xwişk û bira û heval û hogiran ve... redkirin, dûrxistin û gelek caran mirin an kuştin têkilî vê "nexwestinê" ne.

lê helbet çîrokekê zarokan nikare bibe tije trajedî. divê xweşî û hêvî jî bide zarokan. nivîskar ev kiriye. kesek te qebûl neke jî û daxwaz û xisleta te bizehmet bin jî divê tu dev ji jiyînê bernede, jiyîna ku tu dixwazî. û divê tu guh nede peyv û xeberên kesên din ên ku tu ji jiyanê sar dikin, qîmeta te dixin an biçûk dikin.

divê ev pirtûk/anîmasyon bikin dersek û di xwendingehan de bidin xwendinkirin an temaşekirin. ji ber ku di zarokatiyê de/ di ceheltiyê de pêdiviya gelek zarok bi rolmodelan dibe. gelek caran ji ber tunebûna mînakek hêvî-avaker, di şerê navxweyî ya mezinbûyînê de gelek birînên xedar dibin. him yên rastî him yên ruhî.

gayek ne mecbûr e bibe şervan û bi matadorên kujer re bikeve nav pevçûnê. gayek dikare bibe kulîlkvan jî.

(bnr: alegorî)



09.05.2020 18:55 ~19:03 | biruya hayao miyazaki

3. anîmasyoneke zor xweş e. ferdînand navê gayekî ye ku ew serlehengê fîlmê ye. fîlm ji serboriyên vî gayê şirîn, netebitî, dilnazik û bengiyê hebûnê, rizgariyê pêk tê. dema xwendakarên min di gotina min de bin wek xelatekî carnan fîlmekê bi wan didim temaşekirin. ev fîlm jî yek ji wan bû ku kêfa me gellekî jê re hatibû. heta ku, min ji wan bêtir bi baldarî û bi kelecanî berê xwe dabû fîlmê.



10.05.2020 02:23 | xeyda

4. Fîlmeke anîmasyonê ye. Di fîlmê de hinek dîmenên klîşe hebin jî him bi peyamên xwe him jî bi pêkenokên xwe fîlmek serkeftî ye.

Bi min du peyamên sereke hene fîlmê de: meriv/heyber li hemberî tundiyê, şerkirinê û kuştinê bi hezkirin, sebr û aramiyê jî dikare bisekine.

Û herwiha wek li jor biruya Hayao Miyazaki jî gotî peyamek ji bo zayenda civakî jî heye. Zordariya civatê ya ji bo mêraniyê (Masculinity) jî dide berçav. Çawa civat zor dide kuran ku xwe wek şervan û şerker bibînin û her tim ji bo şerkirinê û tundiyê xwe feda bikin.

Lê ferdinandê me, yê ku gayekî kulîlkhez, dilnerm û xwînşîrîn e, wan normên civakî bi wêrekî (ne wêrekiyek mêranî) bin pê dike. Her çiqas peyamên wê yên sosyolojîk hebin jî fîlmek komîk e û meriv bê sekinandin dide kenandin jî.*

Em werin wergera hayao. Wergerekê newaze ye û mîna avê diherike. Tenê tiştek heye ku ew jî: hinek hevokan de kirde û qertafên lêkeran ji hev nagirin.
Mînak: (mînaka min e. Yên fîlmê nayên bîra min*)
-tu dikare? (Xelet)
-tu dikarî? (Rast)
Ev rewş bawerkem herêmî anjî devokî ye ji ber ku li twîtterê jî gelek caran rast têm.

Ji xêynî vê yekê wergerekî muhteşem çêbûye. Dest û milên wî sax bin.*



17.05.2020 16:42 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferdinand justi

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî