Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
ibrahim gokçek - tirşik
ibrahim gokçek
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hûnermendê endamê grup yorum'ê bû. ji 2006'ê bû di nav komê de bû.

ji ber ku destûra konsertê nadin komê, ketibû greva birçûbûne. di roja 323'an de, 7'ê gulanê 2020'an jiyana xwe wenda kir..



09.05.2020 20:50 | brusk56

2. ji keyseri'yê ye. îro ji bo ku veşêrin birine kayseri'yê û li wir ûlkûcûyên hov û wehş bertek nîşan dane û goristana ku wê veşêrin guherandine.

em hemû bi stranên grup yorum mezin bûn. me bi dehan stranên wan ji ber kir.
ber çavê me ji nêza, biçûk bûn, biçûk bûn û mirin.
xwezî şûna me van rojan bidîta, em bi hev re tune bûna.



09.05.2020 20:53 | brusk56

3. Stranbêjê ku mixabin ketiye defika greva birçîbûnê û jiyana xwe ji dest daye. Bi kuştina xwe kêfa dijminê xwe aniye û dilê hezkiriyê xwe bi xwe şewitandiye. Greva birçîbûnê ji bo desthilatên mêtînger û faşîst tu bandora wê tuneye. Kurdên ku di bin bandora vê hişmendiya kirêt de mane divê teqez dev jê berdin û dilê dayika xwe herav nekin. Kêfa neyarê xwe neyinin. Û armanca wan bi destê xwe pêk neyinin. Serê malbata wî hezkiriyên wî sax be. Cihê wî bihuşt be.



09.05.2020 21:28 | tîrêj zana 21

4. çiqas çalakîya wê li gorî xwe bêmantiq bibînim jî, aşkere ye ku mirovek gelek jixwebawer bû.
ev demek gelek dirêj e haya min ji komê tune û loma wî nas nakim. dilê min jixwe pê diêşîya lê belê piştî ku min vîdyoyên wî yên berê temaşe kirin û dît ku çi zilamek bi bejn û bal bûye, bêtir xemgîn bûm.
niha li memleketê wî kayserîyê, bi dehan kuçik li bendê ne ku polîs dev ji gora wî berdin da ku paşê ew wî ji gora wî derxin û bişewitînin. sînora wehşetê tune mixabin.



11.05.2020 21:48 | simurg56

5. asme vejîya
gonîa ma girina
çimê to roşt bo
some gula m’ some



12.05.2020 06:27 ~06:28 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
dîsfajî [1]
Zehmetî ú zoriya qurpandinê a di Destpê kirin an domandina wê de. hest...
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
belki ev jî bala te bikişînin
» ibrahim gokçek

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî