1. bi piranî ewrûpayî gelek deman fikrên xwe yên di derbarê piştî koronayê de ku bi lêv dikin qala dinyayeke cuda dikin. ev jî nîşan dide ku dê gelek tişt an jî hin tiştên girîng dê biguherin. |
|
10.05.2020 03:01 |
roberz
![]() |
2. Boyî Kurdan tiştek neguhere. |
|
10.05.2020 03:40 |
mîr
![]() |
3. "piştî koronayê" wê çêbibe, dibe ku korona êdî heya bi heya bimîne, neçe, hele ka bila çêbibe, em bibînin ku korona qediyaye. dibe ku hemû çek û sîlah jî xilas bibin, wê gavê wê ji bo Kurdan gelek tişt biguherin. |
|
10.05.2020 08:03 |
afa
![]() |
4. guherînên piştî koronayê dê nişke ve pêk neyên lê hêdî hêdî dê di warê teknolojî, polîtîka û aborîyê de bandor bike. sîstem û pergala heyî bi talûke ye û divê teqez were guhertin. krîzên mezin li beriya me ne. |
|
12.08.2021 21:21 |
xelîl
![]() |
5. Divê hişyarîyek wilo çêbibe ku êdî xelk vê yekê têxin serê xwe; ev nexweşî û nexweşîyên xedartir ê bibe perçeyek ji jiyana me. Em nikarin xwe di mala de birizînin û bendî qelandina van êşa bimînin. Tiştekî gelekî asayî ye ku dema li habîtatekê hejmara jindaran zêde dibê ji bo ku hejmara wan kêm bibe û hevsengîyek îdeal dest xwezayê bikevi, tehda derdorê li ser wan jîndaran giran dibe ku ev tehda wek nexweşî an jî cûreyên din xwe dide xûyanî. |
|
13.08.2021 10:57 |
pîroz
![]() |
6. Ji bo kesên difikirin dê gelek tişt biguherin û guhertiye. |
|
13.08.2021 19:29 |
tîrêj zana 21
![]() |
7. Pîştî peyama jor dixwazim çend tişta bêjim, mixabin di nav gelê me de pîştî korona bi piranî ne awaya silavê, ne tahzî, ne dawet û hine, ne serdan û hevdîtin guherîn û ne bawer im ku biguherîn jî. Gelekî evqasî serhişk min nedîtiye. |
|
13.08.2021 19:51 ~19:54 |
merwano
![]() |
8. belkî hevaltî biguhire, bawer nakim ku zêde tişt biguhirin bi taybetî rojhelata navîn |
|
13.08.2021 23:30 |
doesntmatter
![]() |
![]() |
seks [1] |
![]() |
peyvên ku kurd nikarin bêjin [3] |
![]() |
eger te quran nexwandibe û tu tê negehiştibî hemû pirtûkên te virtepirt in [1] |
![]() |
kemalîzm [3] |
![]() |
jibîrkirin [1] |