Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kurdên ku fêhm dikin lê nikarin biaxivin - tirşik
kurdên ku fêhm dikin lê nikarin biaxivin
(11) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ew kesên ku li gor wan;
biz türkçe bilmeyen anaların, kürtçe bilmeyen çocuklarıyız / em zarokên ku Dayîkên wa bi tirkî nizanin, zarokên wan yê kurdî nezanin
an jî;
türkçe bilmeyen analar kürtçe bilmeyen evlatlar büyüttüler / Dayîkên ku tirkî nizanin,zarokên ku kurdî fêhm nakin mezinkirine

ev çawa çê dibê dqn.

wekî ew bi tirkî nizanin û tenê kurdî dizanê divê hûn jî bi kurdî zanîbûna.
bila kes nebêje asîmîlasyon filan mevan,an jî wê bêjin ki dibistanê em hatin bişaftin.(em jî li wan dibistana mezin bûn)
qûna xwe rakin û hîn bibin.

gelek sedemên vê bûyerê hene;
-Çend hevalên min yên di nav tirkan de mezin bûyî, kengî diaxivin, ji ber ku dîksîyona wan ne wek kesên ku dinav kurdan de mezin bûne tê.
Û dibêjin hevalên me henekê xwe bi axaftina me dikin, ji dev kurdî diberdin.

-an jî ji ber tirkan zimanê xwe piçûk dibînin û naaxivin.

-gelek caran jî malbata wan(bi piranî li nav tirkan) di nav xwe de(kesên mezin) bi kurdî diaxivin lê bi zarokên xwe re tirkî diaxivin.
vêce tir li ku das li ku?



10.05.2020 22:29 ~2020.05.30 19:24 | merwano

2. îro roja dayikan bû, hevalê min instagramê zehfi van kurdin(%90) û tu kesek bi zimanê kurdî pîroz ne kir. tiştekî li vê girantir bibejim ew jî kurd zimanê kurdî şerm dikin. (xencî(hariç) hevalên hişyar û welatparêz)
fikrê xwe dilêxweda bibejim zimanê me pir xweş û şirîn e hema gerek were hînbûnî.



10.05.2020 23:09 ~23:11 | doesntmatter

3. Ew "kurdên" ku her sal hejmara wan zêde dibin in. Heke bi vê lezê bişaftin bidome emê li van kesan jî bigerin, ji ber ku derîde zarokên kurdî ne fêm dikin ne jî daxivin digihêjin. Ev edeta ku bi zaroka tirkî axaftin roj bi roj di nav kurda de berbelav dibe. Êdî bûye tişteke normal û xwezayî, kesên ji vê kiryarê aciz dibin jî nemane. Ez Bi xwe qaşo li paytexta kurdistanê me, li derdora min zarokên ji 11 salî biçûktir yê bi kurdî daxivin tune ne. Mixabin hêj hayê gelek malbatan ji vê bişaftinê tuneye. Li gor wan dibêjin " em bi zarokê xwe re bi tirkî baxivin bila li dibistanê pirsgirêka nejîn" û " paşê ji xwe dê kurdî fêr bibin" lê mixabin ne awha ye. Mirov cara pêşî bi çi zimanî mezin bibe , zimanê dayikê dibe ew. Wekî din jî zarok cihekî kurdî fêr bibe namîne. Ji xwe kurdiya dêbavên wan daxivin jî ne tu kurdî ye. Ji deh peyva yek kurdî ye û hama giş "mîş mîş" e. Herwiha dema zarok dertê kuçê zarokên din jî bi tirkî daxivin, diçe dibistanê ji xwe tirkî ye, ê ji tere bêjim televzon û telefon jî bi tirkî ne û di nava malê de jî tu bi wan re bi tirkî baxivî ev zarok dê li ku kurdî fêr bibe?

Wekî din jî yên wekî me aha bi vî zimanî daxivin jî, malbat û kesên derdora wan dibêjin " ev çi zimane, em jê fêm nakin" û " dev ji vî zimanê pîs berde" dibêjin. Hayê wan ji wan tuneye ku ew bê ziman mane. Ne tirkîka wan tirkî ye û ne jî kurdiya wan heye. Di neqebê de mane û bûne biborin guyê bişaftinê. Îja min dev ji her tiştî berda, dema di nav kurda de yek bi wê tirkîka xerabe daxive( ev kes " kurdî " dizane ha ) û hemû kurd dev ji kurdî berdidin û bi tirkî daxivin û serde jî dilê xwe dibijênin wî kesî hama ez dixwazim wê kêliyê bimrim!



11.05.2020 00:43 | tîrêj zana 21

4. Ez ji xwe mînak bidim;
Nayê bîramin ku dê û bavê min ji min ra peyvekî hîn kirine. Helbet hin peyva ez xeberdana wan hîn bume, lê tiştê ku ez dibejim yanî yek roj ji min ra negotine "kurê min navê wî tiştê fîlan(x) e" .
Gava ku ji min ra tiştekî digotin û ez fehm nekirim hema hêrs û dîn dibin, û wisa xeber didan ku sankî wî rewş kemasîya min e.
Sankî xweda zimanê li mejîya zarokan vahîy-download dike!
Bi rastî jî piranîya dê û bav zarokê xwe binirx dibînin û hertim dibêjin qîz/kur ê xelkê!
Kurd bun pir zore, berê her tiştê dê û bavê te ji tera dijminatî dikin.



11.05.2020 13:46 | lonw karda

5. Kurdên ku wexta li wan rast têm ez ji dêvla wan fedî dikim. Êdî ji %90 zêdetir kurd xwende ne û di dibistanên dewletê da dibînin tirk çiqasî ji zimanê xwe hez dikin û girîngiyê didin zimanê xwe. Ma qey carekê zimanê van ehmeqên kurdên me nayê bîra wan?



11.05.2020 14:28 | xabûrî

6. tişteke ecêb e. mirov ji zimanekî fêhm bike û nikaribe bi vî zimanî biaxive, ji vê diyardeyê re dibêjin receptive multilingualism. ev yek multilingualismeke pasîf e. a aktîf jî heye. wê yekê re jî dibêjin productive multilingualism

receptive multilingualism li hemû dinyayê tê dîtin. li ba kurdan, taybetî li bakur, bi mîlyonan kurd jê aciz in. rojeva me ya dehan salên dawî ye. ev halê kurdan ji ber zilm û zordariya îdeolojiya pûç a tirkiyeyê ye. ez pir li ber vê rewşa kirêt a bişaftinê dikevim. bi min wek nexweşiyek tê.

di zaroktiya xwe de ez jî bi receptive multilingualismê ketibûm. yanî ez pirzimanekî pasîf bûm. axaftina min a bi kurdî qels bû. ez dibêm ji ber vê rewşê, kesayet û derûniya min jî qels bû. de were bêje min çi derd û nexweşiyên derûnî ji vê halê kişandiye. divê mirov ji yekî zana bipirse. (bnr: jan ilhan kizilhan)

piştî demekê xwebixwe min biryara xwe da, min got ji min re zimanekî din, yekî xweş lazim e, ew ziman jî kurdiya kurmancî ye. heya ez hatim ser vê fikrê, zimanek nemabû min berê xwe bidaya: îngilîzî, zimanî osmanî, latînî, spanî, almanî, û hwd. îro deh salan zêdetir e ez ji aliyê pirzimaniyê de aktîf im. (bnr: productive multilingualism)



08.01.2023 16:32 | mirovekirind

7. Kerîtiye, bê bextiye, li hember zimanê xwe bê rêziye.



09.01.2023 18:57 | afiyetbe

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên anatolia navîn û kovara birnebûn
» lêdayek

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî