Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
di tirşikê de qedexekirina gotinên zayendperest - tirşik
di tirşikê de qedexekirina gotinên zayendperest
(17) (10) (1)
di mijarê de bigere

1. pêşnîyaza #mergehezî ye. dibêje divê gotinên seksîst û zayendperest li ser tirşikê bên qedexekirin, rê neyê dayîn. mijar bila li vir bê ji bo hevalên din jî fikrên xwe bêjin.

fikra min:
-qedexekirin rêbazeke nerast e. jixwe em li her derî rastî sînoran û qedexeyan û sansûrê tên. di tirşikê de wek berê jî me gotî heta heqaret nebe divê mirov karibe her ramana xwe bi hêsanî bêje.
-sînorê wê ne diyar e û kontrola wê ne hêsan e; li gor yekî seksîst e li gor yekî na, moderator divê yeko yeko her peyamê kontrol bikin û gotinên zayendperest bigerin, ev jî mesaîyek zêde ye.

alternatîv:
-hevhişyarkirin
-zelalkirina mijarê



14.05.2020 11:51 | xendekî

2. Bi min heke neheqaret be û ne rasterast êrîşa kesekî bê problem tune ye.



14.05.2020 11:59 | berxweda

3. Bi awayekî xurt pêşniyar dikim. Erê pêşniyar dikim ku qedexe bibe! Azadiya êrîşkirina zayendeke din bi tu awayî qebûl nabe. Ji sedsalan vir ve ji aliyê zayendekê heqaret li zayendeke din tê kirin. Duh hebû û îro jî didome. Tenê bi gotineke zayendperest, mirov dibe perçeyeke vê qirêjiya sedsalan.

Weke mêrekî, bi salan e bi hevalên xwe re li ser vê mijarê nîqaşan dikim û piraniya wan hevalan qet ji min hez nakin û gelekan ji wan hevaltiya xwe bi min re qedand. (ne bi awayekî eşkere, ji ber ku ew jî dizanin, neheq in, lê naxwazin qebûl bikin). Çawa dibe ku di vê dema "pêşketî" de kesek ji ber nîqaşek wiha ji kesekî/e din nefret bike? Bersiv hesan e: ji ber ku em hîn jî nefreta li hember jinan di xwe de xwedî dikin. Çimkî bindestiya wan dibe xurtîya me, rehetîya me.

Ku haya mirovekî ji vî tiştî hebe û serê xwe piçekî jî pê neêşîne, ji wan mêrên heqaretker sed qatî kirêttir e.

Zimanê Kurdî, weke her zimanê dinyê, zimanekî zayendperest e. Ku kesek rabe û bêje, ev daxwaza te guhertin an jî xirakirina zimên e, ew jî ji wan kesan e.

Ziman niha dikare bê guhertin. Ya rast niha pêkan e ku mirov rê li ber xirabîyên wiha bigire. Lê tabî jê re hewldaneke mezin û jidil lazim e. Tirşik.net hema bêje mezintirîn û mayîndetirîn cihê nivîsên bi kurdî ye. Lewma niha vê yekê pêşniyar dikim. Bawer im hewce nake ku li ser vê tespît û teorîyên mezin bikim..

Ku em werin ser meseleya kapasîteyê: ev tenê bahaneyek e! Ne tiştekî din! Bila qedexeyeke wiha hebe, tişt nabe, ez ê tenê li ser bixebitim.

Meseleya qedexekirinê: Formata tirşikê, lîsteya qedexeyan e. Çawa ku heqareta li kesekî qedexe ye, divê heqareta li kesan jî qedexe be. Ev kes nevîyê dinyê ne. (~3.5 Milyar însan)



14.05.2020 12:21 | mergehez

4. nêrînek li ser xeber û sixêfên bi peyva nihandinê: zayendperestî/123218



14.05.2020 12:44 | biruya hayao miyazaki

5. Pêşniyariya nivîskarekî ye bi ya min ev tahdedayîna vê meha rojiyê ye ku bi wan Dide nivîsîn yek jî mijarên oldaran e dema meha rojiyê diqede ev mijar jî winda dibin, jixwe qedexekirin her di rojeva wan deye di vê meha de hinekî pîk dike. Lê divê neye jibîrkirin tirşik azad e peyva qedexe lê nayê



14.05.2020 13:13 | qijilyo

6. Gotinên zayendperest di devê gelê me de bûye benîşt mixabin. Ez bixwe jî çi qas dikarim xwe jê dûr dixim lê dijûn û sixêfan de carinan nikarim xwe bigirim. Ev kêmasiyek e.

Carinan li peyamên kevin ên tirşikê dinihêrim, bi rastî jî gelek gotinên zayendperest û homofobîk hene.

Û herwiha daxwaza tunekirina gotinên zayendperest girêdayî meha rojiyê anjî rîtûelekê din a olekê nîn e. Empatî tenê jî ji bo vê daxwazê bes e.



14.05.2020 13:29 | xelîl

7. nizanim min mijar fehm nekir an hûn dibêjin bila nifirên/dijûnên zayendîtî bên qedexêkirin.
ez bi xwe tiştekî wilo qebûl nakim. Kes nikarê tiştekî wilo bikê û ne hemdê wî ye jî.
ger bixwazin karin wî kesî asteng bikin, ne mecbûrûn ku peyamên wan bibînîn.
ger li kesekî heqaret nekiribin, pirsgirek jî tune ye.



14.05.2020 16:16 | merwano

8. pêşnîyarek bi nîyetek baş e. di jîyana xwe ya rojane de car caran bi kar bînim jî di tirşikê de ez bawer im min carek tenê jî bi kar neanîye tiştên wisa, lê belê ez bixwe di meseleyên wisa sembolîk de vê hesasîyeta ser zimên hinekî zêde dibînim.
li gorî min her cûre dijûn dikarin werin jêbirin an jî qedexekirin lê gotinên argoyî ku wek zayendperest dikarin werin dîtin, eger wek biwêj û baneşan hatibin bikaranîn, divê serbest be. tabî rexnekirin û şermezarkirina wan jî serbest e.



14.05.2020 18:07 | simurg56

9. Hewldaneke ji dilê safî ye. Herwiha daxwaziya ku dê gelek pirsgirêkan bi xwe re jî bîne. Qesta ji " gotinên zayendperest " baş tênegihiştim lê ez bawerim nêt li vir gotinên bi nihandinê rûmeta jinan dişkîne ne. Herwiha biwêj û gotinên pêşiyan jî dikeve vê mijarê. Heke qest ev bin ji xwe dijûn û sixêfên tûj yê rûmeta mirova binpê dikin, li tirşikê qedexe ne. Na heke qesta daxwazkera gotin û biwêjên ji van dijûna siviktir bin jî divê li ser were gengeşe kirin.

Berya gengeşeyan divê kesên vê daxwaziyê kirine, hemû peyv û gotinên dixwazin qedexe bibin divê li vir bi awayekî lîste bi me re parve bikin da ku em jî bizanin bê kîjan gotinin. Paşê heke ev daxwaz hat pejirandin divê yên daxwaziyê kirine erka kontrolkirina van peyvan bigrin ser milê xwe.(heke ev makezagon di meclîsa tirşikê re derbas bibe û bibe zagon û di formatê de cihê xwe bigre ez jî amade me bo kontrolkirin û jêbirina peyama*) lê weke min li jor jî got ev tişt dê gelek pirsgirêkan bi xwe re bîne.

Weke mînak me go hemû peyvên " zayendperest " nîşan kir( ne pêkane, dîsa ewê bi awayekî peyvên nû werin xerizandin) û tirşikvanek rabû di peyama xwe de peyvek ji yê lîstê bikar anî, dê peyv were jê birin an peyam bi temamî? Wekî din dê peyamê heya îro hatine nivîsîn kontrol bibin yan dê ji niha pêde ev zagon derbasdar be?

Nivîskarên me yê nestêle mala wan ava be, ji xwe xweşik nayên û li tirşikê nanivîsin îja piştî vê zagonê heke werin jî hemû wextê wan dê kontrolkirinê re derbas bibe û dê motîvasyona nivîsandinê bi wan re nemîne.

Axir, gotin û nêrinê min anha evin, heke weke min go lîsteya wan peyva bê parvekirin û qesta ji " gotinên zayendperest" baş bê rave kirin, de emê binehêrin bê ka çine û ne çine...



14.05.2020 18:58 | tîrêj zana 21

10. Pêşniyar e. Zatî ancax em tiştên wanî pêşniyar bikin wekî din îcraat nîna.



14.05.2020 19:59 | paşopêş

11. Pêşniyarek di cihde ye. Lê tevî ku em hemî dizanin gotinên seksîst çi ne divê xwidanê pêşniyarê sînorê "gotinên seksîst" diyarkiriba. Ne gotiye heqaret û dijûn, an jî sermijar wisan ne hatiye nivîsîn. Gotinên seksîst jî bêhejmarin. Bo mînak em bêjin "jina mala", "bermalî" jî gotinek eslê xwe de seksîst e, lê di civakê wek gotinên xweş tên zanîn.

Ez piştgirî didim pêşniyara "qedexekirina heqarwt û dijûnan", bi taybetî yên li dijî jinan tê bikaranîn. Hewce nake ez bêjim çima, dijûn tiştek kirête.



14.05.2020 20:17 | hespêsor

12. Di vê meselê de ez dudil im lê divê ez vê jî bêjim dema ku yek rabe xeberên kirêt li rteyî bike dê kes dengê xwe neke lê dema yekî xeberên kirêt li kurdekî bike -mesela Barzanî Apo Demirtaş hwd- dê teşqele derkevin. Dê bêjin tu çima heqeretan dikî. em fêm dikin ku di vir de problema me ya esasî ne heqeret e. Yanî gotin ne girîng e, ya girîng ji bo kê hatiye gotin. Nexwe em nikarin di vir de behsa başbûn an nebaşbûna heqeretê bikin. Bo her kesî wisa ye, eger ez îroj li dijî heqeretê bim wek etik lazim e li dijî hemî heqeretan bim. Mesela dema yekî bêje ezê li nihal atsiz im nexwe bêjim eyb e heqeret neke! Lê ez bawerim kes ji bo dijûna li dijî nîjadperestên tirkan dengê xwe neke.
Peyamên seksîst bi min jî xweş nayê lê di vir de tu nikarî xeteke zelal xêz bikî çimkî mijareke pirr tevlihev û şelo ye. Em giş di jiyana xwe de xeberên ne xweş bi kar tînin. Ez nikarim bêjim ez hîç bi kar nayênim lê Di nivîsê de meriv hinekî profesyonel tevbigere çêtir e bo min..
Lê ji aliyekî Mergehez mafdar e. Ev Dqn falan û bêvan gotinên kirêt in û kesên ku li twitterê bi henekên wilo berredayî bûne fenomen, çanda dijûn û heqeretê di nav kurdan de jî belav kirine. Ji bo ku şandeyên wan ên kirêt bên ecibandin, xelkê bi xwe bikenînin li sosyal medyayê meymûnê dikin. ez naxwazim ev tişt li tirşikê jî bibe çand û edet. Jixwe slogana tirşikê cuda ye. divê em biryarekê bidin; Yan tirşikeke bi qalîte lê hindik populasyon yan jî tirşikeke berredayî lê mezin û berfireh.

Ez bawer im emê karibin xwe gotinên xwe yên kirêt traş bikin. Di axaftinê de meriv carubaran nikare bixwe lê di nivîsê emê karibin. Ger hemî nivîskarên tirşikê di vê qeneatê de bin ez wek moderator li vir dibêjin ji vê saetê şûnde dema ez di nava peymanekê de dijûn û xebereke seksîst bibînim ezê wê peyamê jê bibim.



14.05.2020 22:40 | ferhenga şikestî

13. qedexeya ku nepêwîst e. heta bi min ne tenê nepêwîst e, xelet e.
niyeta me li vir ne ew e em ji xwe re ûtopyayek çêbikin. erê dijûnên zayendperestî dibe ku li gor we tiştek xelet be, lê mirov nikare hemû tiştên xelet qedexe bike.



16.05.2020 14:41 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye
» qedexekirina youtubeê ya li tirkiyê
» gotinên pêşiyan ên tê de tir û fis derbas dibin
» zayendperestî

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî