Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 50 peyam
peyamên reşşikkirî yên di vê mijarê de; di tirşikê de qedexekirina gotinên zayendperest
peyamên reşikkirî

123255. Di vê meselê de ez dudil im lê divê ez vê jî bêjim dema ku yek rabe xeberên kirêt li rteyî bike dê kes dengê xwe neke lê dema yekî xeberên kirêt li kurdekî bike -mesela Barzanî Apo Demirtaş hwd- dê teşqele derkevin. Dê bêjin tu çima heqeretan dikî. em fêm dikin ku di vir de problema me ya esasî ne heqeret e. Yanî gotin ne girîng e, ya girîng ji bo kê hatiye gotin. Nexwe em nikarin di vir de behsa başbûn an nebaşbûna heqeretê bikin. Bo her kesî wisa ye, eger ez îroj li dijî heqeretê bim wek etik lazim e li dijî hemî heqeretan bim. Mesela dema yekî bêje ezê li nihal atsiz im nexwe bêjim eyb e heqeret neke! Lê ez bawerim kes ji bo dijûna li dijî nîjadperestên tirkan dengê xwe neke.
Peyamên seksîst bi min jî xweş nayê lê di vir de tu nikarî xeteke zelal xêz bikî çimkî mijareke pirr tevlihev û şelo ye. Em giş di jiyana xwe de xeberên ne xweş bi kar tînin. Ez nikarim bêjim ez hîç bi kar nayênim lê Di nivîsê de meriv hinekî profesyonel tevbigere çêtir e bo min..
Lê ji aliyekî Mergehez mafdar e. Ev Dqn falan û bêvan gotinên kirêt in û kesên ku li twitterê bi henekên wilo berredayî bûne fenomen, çanda dijûn û heqeretê di nav kurdan de jî belav kirine. Ji bo ku şandeyên wan ên kirêt bên ecibandin, xelkê bi xwe bikenînin li sosyal medyayê meymûnê dikin. ez naxwazim ev tişt li tirşikê jî bibe çand û edet. Jixwe slogana tirşikê cuda ye. divê em biryarekê bidin; Yan tirşikeke bi qalîte lê hindik populasyon yan jî tirşikeke berredayî lê mezin û berfireh.

Ez bawer im emê karibin xwe gotinên xwe yên kirêt traş bikin. Di axaftinê de meriv carubaran nikare bixwe lê di nivîsê emê karibin. Ger hemî nivîskarên tirşikê di vê qeneatê de bin ez wek moderator li vir dibêjin ji vê saetê şûnde dema ez di nava peymanekê de dijûn û xebereke seksîst bibînim ezê wê peyamê jê bibim.



08.06.2013 14:50 | simurg56