1. pêşnîyaza #mergehezî ye. dibêje divê gotinên seksîst û zayendperest li ser tirşikê bên qedexekirin, rê neyê dayîn. mijar bila li vir bê ji bo hevalên din jî fikrên xwe bêjin. |
|
14.05.2020 11:51 |
xendekî
![]() |
2. Bi min heke neheqaret be û ne rasterast êrîşa kesekî bê problem tune ye. |
|
14.05.2020 11:59 |
berxweda
![]() |
3. Bi awayekî xurt pêşniyar dikim. Erê pêşniyar dikim ku qedexe bibe! Azadiya êrîşkirina zayendeke din bi tu awayî qebûl nabe. Ji sedsalan vir ve ji aliyê zayendekê heqaret li zayendeke din tê kirin. Duh hebû û îro jî didome. Tenê bi gotineke zayendperest, mirov dibe perçeyeke vê qirêjiya sedsalan. |
|
14.05.2020 12:21 |
mergehez
![]() |
4. nêrînek li ser xeber û sixêfên bi peyva nihandinê: zayendperestî/123218 |
|
14.05.2020 12:44 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
5. Pêşniyariya nivîskarekî ye bi ya min ev tahdedayîna vê meha rojiyê ye ku bi wan Dide nivîsîn yek jî mijarên oldaran e dema meha rojiyê diqede ev mijar jî winda dibin, jixwe qedexekirin her di rojeva wan deye di vê meha de hinekî pîk dike. Lê divê neye jibîrkirin tirşik azad e peyva qedexe lê nayê |
|
14.05.2020 13:13 |
qijilyo
![]() |
6. Gotinên zayendperest di devê gelê me de bûye benîşt mixabin. Ez bixwe jî çi qas dikarim xwe jê dûr dixim lê dijûn û sixêfan de carinan nikarim xwe bigirim. Ev kêmasiyek e. |
|
14.05.2020 13:29 |
xelîl
![]() |
7. nizanim min mijar fehm nekir an hûn dibêjin bila nifirên/dijûnên zayendîtî bên qedexêkirin. |
|
14.05.2020 16:16 |
merwano
![]() |
8. pêşnîyarek bi nîyetek baş e. di jîyana xwe ya rojane de car caran bi kar bînim jî di tirşikê de ez bawer im min carek tenê jî bi kar neanîye tiştên wisa, lê belê ez bixwe di meseleyên wisa sembolîk de vê hesasîyeta ser zimên hinekî zêde dibînim. |
|
14.05.2020 18:07 |
simurg56
![]() |
9. Hewldaneke ji dilê safî ye. Herwiha daxwaziya ku dê gelek pirsgirêkan bi xwe re jî bîne. Qesta ji " gotinên zayendperest " baş tênegihiştim lê ez bawerim nêt li vir gotinên bi nihandinê rûmeta jinan dişkîne ne. Herwiha biwêj û gotinên pêşiyan jî dikeve vê mijarê. Heke qest ev bin ji xwe dijûn û sixêfên tûj yê rûmeta mirova binpê dikin, li tirşikê qedexe ne. Na heke qesta daxwazkera gotin û biwêjên ji van dijûna siviktir bin jî divê li ser were gengeşe kirin. |
|
14.05.2020 18:58 |
tîrêj zana 21
![]() |
10. Pêşniyar e. Zatî ancax em tiştên wanî pêşniyar bikin wekî din îcraat nîna. |
|
14.05.2020 19:59 |
paşopêş
![]() |
11. Pêşniyarek di cihde ye. Lê tevî ku em hemî dizanin gotinên seksîst çi ne divê xwidanê pêşniyarê sînorê "gotinên seksîst" diyarkiriba. Ne gotiye heqaret û dijûn, an jî sermijar wisan ne hatiye nivîsîn. Gotinên seksîst jî bêhejmarin. Bo mînak em bêjin "jina mala", "bermalî" jî gotinek eslê xwe de seksîst e, lê di civakê wek gotinên xweş tên zanîn. |
|
14.05.2020 20:17 |
hespêsor
![]() |
12. Di vê meselê de ez dudil im lê divê ez vê jî bêjim dema ku yek rabe xeberên kirêt li rteyî bike dê kes dengê xwe neke lê dema yekî xeberên kirêt li kurdekî bike -mesela Barzanî Apo Demirtaş hwd- dê teşqele derkevin. Dê bêjin tu çima heqeretan dikî. em fêm dikin ku di vir de problema me ya esasî ne heqeret e. Yanî gotin ne girîng e, ya girîng ji bo kê hatiye gotin. Nexwe em nikarin di vir de behsa başbûn an nebaşbûna heqeretê bikin. Bo her kesî wisa ye, eger ez îroj li dijî heqeretê bim wek etik lazim e li dijî hemî heqeretan bim. Mesela dema yekî bêje ezê li nihal atsiz im nexwe bêjim eyb e heqeret neke! Lê ez bawerim kes ji bo dijûna li dijî nîjadperestên tirkan dengê xwe neke. |
|
14.05.2020 22:40 |
ferhenga şikestî
![]() |
13. qedexeya ku nepêwîst e. heta bi min ne tenê nepêwîst e, xelet e. |
|
16.05.2020 14:41 |
brusk56
![]() |
![]() |
çîyayên hîndûkuj [1] |
![]() |
serdestkirina çandeke li ber mirinê çawa pêkan e?? [1] |
![]() |
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [1] |
![]() |
mirin [1] |
![]() |
christopher nolan [1] |