Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
di nav axaftina xwe de gotina êêê - tirşik
di nav axaftina xwe de gotina êêê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ez ê sibê herim stenbolê êêê li wir îşekî min heye êêê him jî hevalekî min heye êêê ez ê ew î jî bibînim êêê...

Wekî Mînaka jorê hin kes hene di nav xeberdana xwe da hevokên xwe bi dengê "êêê" ve girêdidin. Carna ev USA zehf dibe ku êdî sebra meriv namîne jê guhdarî bike, konsantrasyona meriv belav dibe.

Kesên ku ew î hanê dikin piranî haja wan ji wê tiştê nîne. Yan kesekî din ji wê hişyar dike, yan jî meriv dengê xwe ji vîdyoyekî, ji qeydekî da bi xwe guhdarî bike ferq dike.

Çend Sedemên wê tiştê hene ku meriv ji wê dike:

endîşeya meriv hebe,
mijara ku meriv hakim nîne behsa wê dike,
carna meriv dixwaze piçikek din zeman qezenc bike ku gotina xwe bîne bîra xwe.
Tunebûna pratîkê xeberdanê
hin kes hene dixwazin xwe wekî entelektuel nîşan bidin hwd.



17.05.2020 01:06 | mîr

2. Encamek e ji ber ku gotina êêê daxwaza vebêj û çîrokbêjan e li cem me.* Ez bixwe dema qala bûyerek an serpêhatiyek bikim van hevokên li jêr her tim bikar tînim *

(bnr: bêje êêê)

(bnr: te got êêê?)



17.05.2020 01:28 | xelîl

3. Pirrî caran xûyeka nalet e.
Axaftîna mirov zehf nexweş dike.
Lê weke îstisna ji çend kesan rind dimeşe. Axaftîna wan xweşiktîr dike.
Minak:
(bnr: haluk bilginer)
(bnr: sırrı süreyya önder)
---
Ji bo filitîna wê xûyê dive mirov li hember neynîkê, yan bi avayê qeyd kirina dengê pir pratîkê bike.



17.05.2020 07:31 | cinorek

4. Carna jî tê wateya “haya te hebe ha ez te guhdarî dikim” û ev vîdeo aniye bîra min *




17.05.2020 07:38 ~07:41 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» navê te
» axaftina kurdekî ya bi saziyên tirkî re
» xwe dan dest
» gotina te yê tund ji bo dest pê kirina nivîsandina kurdî

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî