Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
xêro abbas - tirşik
xêro abbas
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. "Xêro Abbas di sala 1962'an de li rojavayê Kurdistanê (Kurdistana Sûrîyê) bajarê Qamişloyê hatiye dinye. Li Sûrîyê perwerdeya sereta, navîn û lîseyê temam kir. Di sala 1986'an de ji ber zextên rejîma Sûriyê û ji ber bê delfetiyan koçî Elmanyayê kir. Di wan salan de eleqeya wî ser muzîkê zêdetir bû. Di 1989'an de bi tevlî bûna Koma Berxwedan dest bi xebatên xwe yên mûzîkê kir. 1998'an de yekem albûma xwe ya bi navê "Xerîbo" weşand. Albûma Xerîbo di nava Kurdan de eleqeyek mezin dît. Li Ewrûpayê di dehan konser da.

2002'an de di Newroza mezin ya Diyarbekirê ku bi qasê milyoneke Kurd tevlî bû bû de derket ser dîkê. Piştî gelek salan cara yekem bi vê wesîleyê vegeriya axa Kurdistanê û di vê vegera xwe de maçî axa xwe kir û vê helwesta wî ji aliyeke gel ve bi coş û hezkiriyeke mezin hate pêşwazî kirin.

Xêro Abbas şêweya klasîk a muzîka kurdî bi bingeheke modern yekxist û bi vî avahî şêweyeke ku him girêdayî rêça xwe û heman demê de jî şêweyeke modern derxist holê. Vê jêhatiya Xêro Abbas him cihê wî him jî berdarî ya wî zexmtir dike."



24.09.2013 20:04 | newenda

2. eger li tirkiyê/bakurê kurdistanê ji dayîk bibûya muhtemelen navê wî wê hayri bÛya.. û muhtemelen wê ji bo atatürk gotibûya ne tenê serokê tirkan e serokê me kurdan e jî..





24.09.2013 20:13 | endazer

3. eger ku xero ewropaÎ buya yÊ bibuya pavarottÎ *



24.09.2013 21:56 | nîgarvan

4. xwediyê vê strana şêrin :

ciranê te me







21.10.2013 15:32 | arami

5. stranbêjeke ji rojavayê kurdistanê ye.. wekê hemû stranbêjên ji binxetê xudanê gewrî û bilêvkirinek resen a kurdî û kurmancî ye.. eger terza xwe û xemla xwe xirab neke û ayhan evci wî jî ji rê dernexe di mûzîka kurdî de cihê ku ciwanoo şûv hêliştiye dikare bi heqqî tijî bike.. pirraniya stranên wî xweş in û serkeftî ne.. lê strana wî ya bi navê dilber di kirasê tu wesfekî de hilnayê! yanî stran ew qas xweş e û bêkêmasî ye ku axaftinên wî yên tewş û beredatî yên derheqê beşar esed de jî dide jibîrkirin û xêro dide efûkirin..



'dilberam rojê rojê were civînê

dilê min birîndar e tu bikewîne..'







21.10.2013 19:18 | endazer

6. albûma wî ya nû nizanim ya çend û şeşê ya bi navê tu derketiye ber bazar û mezadê..



''Xêro Abbas hem xwedîyê şêwazeke îcrakirina kevneşop û herêmî ye û hem jî xwedîyê hêza îcrakirineke taybet e ku bi temamî li gor îcrakirina şêwazên muzîka rojavayê ye. Di allbuma nû ya hunermend de mînakên ji herdu şêwazên muzîkê jî tên dîtin. Şêwaza stranên weke „Qendîl“ ku gotin û awazsazê wê Tahîr Xelîl e, „Cana Min“ ya ku gotin yê Cigerxwîn, awazsaz jî Gara ye û strana awazsazê ciwan Mudî Strancêk „ Ez Bê Hal im“ dest nîşan dikin ku hunermend teknîka îcrakirina muzîka kevneşop çiqas otantîk û bihêz bi kar tîne. Albuma „Tu“ ji 11 stranan pêk tê. Yek ji van stranan soranî, yek zazakî, neh jî kurmancî ne.



Xêro Abbas strana „Duzgin Baba“ ya ku xwedîyê gotin û awazsazê wê Mehmet Çapan e û yek ji stranên zazakî ya herî xweş û jê tê hezkirin e, bi şêwayeke nû ya derveyî rêzê distirê. Strana „Qendil“ê jî li gel hunermend Beser Şahîn bi zaraveyên kurmancî, soranî û zazakî duet dike.



Xêro Abbas ji Rojavayê ye û di vê albumê de hêza bestekarîya xwe bi bestekirina helbesta xwişka xwe Zînê Abbas „Rojava“ ya ku bi naveroka xwe li gel êş û kulên kurdên Rojava (kurdistana başûrrojava) hêvî û evîna wan ya jibo welat jî dihewîne, dest nîşan dike.



Albuma „Tu“ li gel berhemên wekî „Xeyidîye“, „Cana Min“ û „Dîlberê“ yên helbestvanê kurd yê binavûdeng Cigerxwîn, bi helbestên Shexo, Cîgerxwîn Temo, Miço Kendeş Û Mudî Starnçêk gelek dewlemend e.



Hilberînerê muzîkê yê vê albumê Hakan Akay di heman demê de hilberînerî û tonmaisterê albuma hunermend ya duyem „Westîyabû“ ku ji alîyê muzîkhezan ve gelek tê hezkirin, jî bû.



Hakan Akay hevkarîya bestekarîya stranên Tu, Dîlberê , Asude jî kiriye û hevalê xwe yê bass gîtarîst Philipp Bardenbergî jî tev li xebata albumê kirîye û albumeke bi reng û xweş derxistîye holê.



Li gel muzîkjenên naskirî yên Stenbolê Orkestraya String a Stenbolê, Omer Aslan, Hasan Gözetlik, Ertan Tekin, muzîkjenên navdar ên li Kölnê tên naskirin jî yên wekî Clemens T. Ort, Klaus Bittner, Fhilipp Bardengber, Roland Bûttgen, Florian Bungardt jî di xebata albumê de cîh girtine.



Album ji alîyê Sony Musicê ve tê belavkirin û di serî de i-Tunes ji 400 platformên dijîtal yên muzîkê dikarê bê daxistin û li hemû Ewropayê ji ‘Amazon’ û Kurdish Media Shopê dikarê bê peydakirin.''



http://www.avestakurd.net/magazn/xro-abbas-albuma-tu-derxist-h5732.html



09.04.2014 01:18 | endazer

7. hûnermendekî hêja ye.

ji stranên wî dilber, hêvî, zemano, dil şkestî, axîn, xerîbo gellekî xweş in.

derxistina albûmek nû ez gelek kêfxweş kirim. ez ê di cî de peyda bikim û guhdarî bikim.



02.05.2014 00:02 | brusk56

8. di qonsera batmanê de bi gotina : em nastirsin ji tikesî! em torîne torî! dest bi stranê kiribû piştî wî ciwan haco derketîbû dîkê, lê welê xweş stran gotibûn ku ciwan ti tahm neda



02.05.2014 04:01 | babrisok

9. dengê wÎ carina di şibe Ê şivan perwer.



21.07.2014 15:44 | xwelî li ser

10. stranbêjek serkeftî ye. ji dengê wî stranên wî re tu gotin tune. lê her ku behsa siyasetê bike, xwe dihetikîne.

(bnr: şivan perwer vol. 2)

berê di konserteke xwe de gotibû ku wî ji xeynî barzanî, ji tu kesî re negotiye "serokê min".

paşê vîdyoyek wî derket ku li sûrî, di konsertekê de pesna esad dide û dibêje esad ne tenê serokê ereban e, her wiha serokê kurdan e jî. û wan ji bo ala û axa sûrî xwîn rijandina û wê dîsa birijînin jî. û fîlan..



îro di rûdawê de hevpeyvîna wî derketiye; ji bo kantonên rojave gotiye "ez nizanim kanton çi ne. loma nikarim behsê bikim"

ji bo gotinên xwe yên ji bo esad jî gotiye ku wê demê di bin zext û gefên sîxûrên rejîmê de bû û ger weke gotina wan pesna esad neda, wê bihata girtin û wendakirin. loma ji neçarî wisa gotiye.

di hevpeyvînê de dîsa serokên xwe êrêz kiriye: barzan, ocalan, pêşmerge, şervanên kurdan û hwd.

Here lînkê



bi ya min, bila êdî qet behsa siyasetê neke û ji tu kesî re nebêje serok. xuya ye nikare bibe hunermendê fikrekê an jî dozekê. ev tişt ne tiştek zarûrî ye jî. hema bila tenê hunera xwe bike ku cihê xwe yê di dilê kurdan de beh bileqîne.



11.02.2015 20:24 | simurg56

11. dengê wi pur xweş lî stranêwi tê.stranê wi gelek xweşin.bi taybeti starana dîlber.



11.02.2015 20:40 | sedrik

12. Xêro ebbas tobe kiriye û gotiye pkkê ex kirime hunermend. Ji bo ozgur polîtîkayê gotûbêjek daye û lixwe mikur hatiye. Gotiye beşar esad ne serokê min e û pkkê ez kirime hunermend. Keremkin ji vir bixwînin:

Here lînkê



08.03.2015 23:08 | xendekî

13. (bnr: qurbana tirsê bim)

tiştê ku tênagihêm ev e ku tu radibî gûyekî ji serê xwe mezintir dixwî û ji bo xwînxwarê kurdan dibêjî serokê min e lê paşê jî ji ber tirsa qûnê ji ya xwe poşman dibî û vêca jî gû berra hunermendiya xwe ya salane dikî.. heyf e bi şeref..

hunermendên me ji demeke şûnde ji êqil dikevin, nizanim çi ber çi egeran weha li wan dibe..



08.03.2015 23:16 | ferhenga şikestî

14.





Derdê dûrî



Xem û derdê min dinyayê birin

Roj û şevê min pêt û agir in

Heval û Hogir teva barkirin

Nizanim sax in nizanim mirin

Nizanim gunhê min çibû

Hey dunya yê hey dunya yê



Tev bûne rewî, ketin ser riyan

Bûne wek teyrên, ji ref qetiyan

ez mam bê xwedî, li vê xerîbiyê

ez mame xerîb, li nav xwediyan

Nizanim gunhê min çîbû

Hey dunya yê hey dunya yê



Jiyana min bû, wek şevek tarî

Pişta min tewiya, ji bar Giranî

Hêstir ji çava, ser rû dibarî

Nebextê zemên, ku bimin dikarî

Nizanim gunhê min çîbû

Hey dunya yê hey dunya yê



Xew neket çava, dimînim şiyar

çav li riya wa, ji mir bûye kar

Havîn zivistan, nabê wa hat buhar

Xerîbî tucar ji mer nabê war

Nizanim gunhê min çîbû

Hey dunya yê hey dunya yê



03.04.2016 16:23 | quşxaneli

15. Di nav mûzîka kurdî a modern de yek ji stranbêjên dengxweş û jêhatî ye. Xwediyê dengekî xurt û ezîz; qirikeke kurdî û kurdistanî ye. Gellek stranên wî çi ji aliyê mûzîkê çi ji aliyê gotinê ve bêhempa ne. Wek bilurvano, çima yarê, derdê dûrî, axîn, dîlberê...
Vê biharê albûmeke nû derxist, min bi kelecanî guhê xwe da vê albûmê lê mixabin ji xeynî du stranan yên din ne bi dilê min bûn. Kerem bikin, hûn jî guhdar bikin:

Gulê rabû:



Biçûkê canê:



11.12.2019 20:39 ~20:44 | xeyda

16. stranbêjê ku dema navê wî dixwînim, bêhemdê xwe dibêjim şev çû *



12.12.2019 01:51 | bûtîmar

17. bi hisehisan pê hayilbûm ku wê 29ê sibatê li mêrdînê konserekê bide. ji niha ve bi kelecan û bextewar im. demekî ji min re xem bû ku min ew bi zindî guhdarî nekiriye.



13.02.2020 00:05 | xeyda

18. bîst deqe şûnde li Mêrdînê konserta wî wê destpê bike. bi xêra hevalekî ez jî li wir im. ji tirşikvanan wekê din kî heye bila xwe kifş bikin, piştî konsertê em civatê deynin ;)



29.02.2020 19:42 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xêro abbas
» abbas kiarostami

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî