Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
martin eden - tirşik
martin eden
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. romaneke gelekî xweş ya jack londonî ye ku tê de valahiya beşa burjiwazî ya dinyayê û herwiha pirsên evîn û jiyana û valahiya dinyayê jî nîşan dide.



09.09.2015 13:39 | dijber

2. (bnr: martînê bextewar)



09.09.2015 13:39 | dijber

3. Pirtûka ku ez herî pir jê hez dikim. Gotina klîşe heye ya dibêjin vê pirtûkê jiyana min guhert. Bi rastî jî vê pirtûkê jiyana min guhert. Bandoreke mezin li ser min hîşt. Bi saya wê îlhama lêkolînê bi min re çêbû û min li ser gelek mijaran lêkolîn kir. Kesayeta min guherî yaw. Ji vê pê ve tiştek heye gelo.



10.09.2015 00:10 | mergehez

4. ji romanên kurdî min negihişt vê romanê ku ev du sal e di lîsteya xwendinê ya min de ye. ecêb wergerê wê ya kurdî heye, hek hebe bi hêsanî ez dikarim wê bînim serê lîsteyê. *



10.09.2015 00:11 | biruya hayao miyazaki

5. pirtûka jack london'ê emrîkî ye.

pirtûk li ser serpehatiyên, martin eden'ê hatiye nivîsîn ku li ser keştiyan karkeriyê dike û bi nas bûna dewlemandan û çanda wan û keçeke ji vê polê, jiyana wî digûhere.

zimanê pirtûkê, mijara pirtûkê gelek xweşik e. pirtûk baş diherike. min gelekî eciband, pêşniyar dikim.
ji vir pê ve wê talûkeya spoiler'ê hebe haj xwe hebin.


jack londan nivîskarek sosyalîst e. di vê pirtûka xwe de, lehengê bûyerê martin eden ne sosyalîst. jack london, di axaftinên kîtêb de jî sosyalîzmê naparêze û li dû propaganda an jî ravekirina sosyalîzmê nakeve. lê martin eden'ê ferdperest bi serpehatiya xwe gelek tiştan nîşanî me dike. ji pola karkeran derdikeve û ji dewlemendan dewlemendtir dibe lê xwe di nav wan de jî nabîne û nema dikare ji xwe sedemek bê jiyanê bibîne û xwe dikuje. dawiyek trajîk bû. ez pê xemgîn bûm.



23.05.2020 01:45 | brusk56

6. Pirtûka ku min sê sal ewil 70 rûpel xandibû û paşê nizanim ça bibû hema wisa mabû lê ez ê van rojana dîsa di serî da dest pê kim bixûnim û paşê jî fîlma wê serî kim.



08.01.2022 23:54 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» martin eberhard
» eden a l'ouest

Kategoriyên mijarê:: pirtuk pirtuk pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî