1. Strana ku hunergeha welat bi klibekê barî Youtubê kiriya, muzîka stranê ya mehmûd berazî ye gotin şêro hinde, bi gelek dengan û hunerek bilind helandin e, jixwe mehmûd berazî di navî debe asta mûazzambûna berhemê tîne rêjeyeke bilind |
|
2020.05.23-02:29 ~2020.05.24 00:20]|
qijilyo
![]() |
2. berhemek nû ye ji mehmûd berazî. mehmûd berazî ji bo muzîka kurdî êdî bûye efsaneyek, ma mirov ji her berhema wî çawa evqasî hez dike gidî. serê xwe pê re diêşîne. |
|
2020.05.23-14:47 |
xendekî
![]() |
3. dîsa dîsa û dîsa! |
|
2020.05.23-14:55 ~14:59]|
merwano
![]() |
4. klîba ku divê stranbêjên kurd ên ku bi feyzullah yildirimê re dixebitin û klîbên bêhempa digirin temaşe bikin. |
|
2020.05.23-16:19 |
brusk56
![]() |
5. belê mehmûd berazî muzîkjenekî hêja ye lêbelam qedr û qîmeta wî hinek jî ji ber qelsbûna bazara muzîka kurdî ye. di van demên dawiyê de em bixwe jî dibînin ji ciwan haco bigire heta şivan perwer kes nikare berhemekê di asta cîhanê de dirust bike. loma em jî mane hin sosyal medyalogên mîna sîmir rûdan, hêja netirk û semyanî perîzade û hwd. |
|
2020.05.23-18:08 |
tizbîkêş
![]() |
6. gotinên stranê, muzîk, a capella, cil û berg û rengên piştê hemûşk xweş in lê dengê mêrik dişibe motorên xirabûyî * |
|
2020.05.23-18:51 ~18:54]|
bûtîmar
![]() |
7. stranên ku mehmûd berazî çê dikin gotinê wan xweş in bes muzîka li ber tûj e , hov e. ev çi hov bûn e ji qedrê xwedê ! em werin vê stranê ji bo ku di vê stranê de ensturman di paşyêd mane û pirranîya stranê ji dengê mirovan pêk tê . bi me gelekî hunerî tê û pir xweş e jî bi rastî . yanî berazî strana bi ensturmanê xwe yî deng hov neherimîn ji kerema xwe. |
|
2020.05.23-18:57 |
shwinsherm
![]() |
8. Li rûpelên cûda hatiye barkirin. |
|
2020.05.23-19:46 |
cinorek
![]() |
9. hunereke nû ya koma Hunergeha welat e. |
|
2020.05.23-21:40 |
brzn
![]() |
10. Strana ensturmanên wî meriv dîn dikin, min got qey dîsa cinên min hatin dora min, min got gelo ez halîsunasyona dibînim ez bi shorba êvarê ketim ez çi dibîzim, çi dibînim? sitranek gotinên wê hew dibin stranbêj jî nîvgel(gelek) xweş dixweyne lê wan dengên ecêb ku ji paş û pêş tên nebûne li vê strana xweş natine dîsa terzek cuda derketiye. Ev sitran derba rihmetiyê nemir seîd gabarî û stranbêjên di terza wîdeye, stranek ku bê nûkirin wê xweştir bibe bawerim. di encamêde sitranek serkeftiye. |
|
2020.05.23-21:47 |
shorbevan
![]() |
11. Ev strana bi navê tunak tunak ku ji aliyê hîndûyan ve hatiye çêkirin anî bîra min. |
|
2020.05.23-21:58 |
brzn
![]() |
12. Stranek di nava kurdan wekî diyariya cejnê tê parvekirin. Stran li youtuba tirkiyê ketiye listeya trendê. Niha rêzeya 22ê de ye. |
|
2020.05.24-13:19 |
kajav
![]() |
13. Strana ku min klîb û gotinên wê ecibandin lê dengê stranbêj û xwendina wê neketiye serê min. Heta bila Mehmud Berazî bibore ez dibêjim qey diqîre. Bi awayekî din bixwenda belkî serkeftîtir bûna. Dîsa jî hunergeha welat pîroz dikim. |
|
2020.05.24-13:46 |
xabûrî
![]() |
14. vîdyoyêkî (bnr: hunergeha welat) parvekirîye. li vê vîdyoyê me şan kir kû em zehf birçîye video bikalîtene. alî din gûhdarîya videoyu pir xweşe * |
|
2020.05.24-13:51 ~13:52]|
doesntmatter
![]() |
15. Straneke xweş e. |
|
2020.05.24-15:36 ~15:46]|
giyanstêr
![]() |
17. Kostûmên xwe pir xweşik bûne. |
|
2020.05.24-19:54 |
cinorek
![]() |
18. wekê hemû stranên din yên ku destê mehmûd berazî lê ketine ev jî pir xweş bû, bi mereq û kêfxweşî min bir heta serî çend carî jî lê anîn. rîtma stranê û şêweya gotina stranê stranên soranî yên helperkê yên ezîz weysî anîn bîra min. beriya niha jî min çend cerebeyên acapellayê di mûzîka Kurdî de guhlê bibûn heta strana zimanê kurdî ku ji aliyê stranbêjên kurd îdolê hatibû çêkirin pirr serkeftî bû, lê evê ji wê jî bêtir ber dilê min girt. Û strana hinare û hinare ku di fîlma Bahman Gobadî ya bi navê Marooned in Iraq tê gotin. vîdyoyê veke |
|
2020.05.24-20:09 ~20:13]|
endazer
![]() |
19. Acapellayeke xweş û bi qelîte ye. Jixwe Hunergeha Welat heta niha tiştekî bê qelîte çê nekiriye. Vîdyoyên ku wan berê çekiribûn jî pir xweş bûn. Ji bo ew berhema xweş Mehmûd Berazî û kedkarên Hunergeha Welat pîroz dikim. |
|
2020.05.24-20:56 |
reşwanî
![]() |
![]() |
ahmet altan [2] |
hovîtiya êzîdiyan li ser jinan [1] |
|
![]() |
muşkil [1] |
![]() |
taxima sing û berên esmeran vs taxima sing û berên gewran [2] |
![]() |
xwendinên şaş [2] |