Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
nazê nêrgiza hewşê - tirşik
nazê nêrgiza hewşê
(17) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Strana ku hunergeha welat bi klibekê barî Youtubê kiriya, muzîka stranê ya mehmûd berazî ye gotin şêro hinde, bi gelek dengan û hunerek bilind helandin e, jixwe mehmûd berazî di navî debe asta mûazzambûna berhemê tîne rêjeyeke bilind
Niha li Youtube'ê di trendê deye, gelek tê vekirin û guhdarkirin



23.05.2020 02:29 ~2020.05.24 00:20 | qijilyo

2. berhemek nû ye ji mehmûd berazî. mehmûd berazî ji bo muzîka kurdî êdî bûye efsaneyek, ma mirov ji her berhema wî çawa evqasî hez dike gidî. serê xwe pê re diêşîne.

muzîka wî û berhemên wî hem mîzahî ne hem sînematîk in hem bi kurmancîya gewre ne hem kolektîv in hem bi ruhekê kurdewarî ne. mirov çi bêje kêm e. mala mehmûd ava, cihê xwe di dilê me de çandiye heta hetayê.

Here lînkê



23.05.2020 14:47 | xendekî

3. dîsa dîsa û dîsa!
camêr destê xwe tavêjê ku ev der dibê bihûşt
strana medmûd berazîye, ya ku aniha li twîttirê ji aliyê gelek kesan tê parvekirin.
bêguman hemû kurdên ku twîttirê bikartînin teqez dîtine *

gotinên stranê

Gur bû gur bû...
Agirê dilê min gur bû
Wek roka havînê zer bû
Zerkî ji perengên daran
Jê tê bêhna hinaran
Hinarê ji deşta xwarê
Gur bû gur bû ...
Wek roka havînê zer bû


Ba bû ba bû
Bayê payizê rabû
Ibrû şevê esmer bû
Kezî sorkî qemer bû
Sorkî ji hina hindê
Ez kuştim poz bilindê
Rûyê rindê wek findê
Ba bû ba bû ...
Ibrû şevê esmer bû


Sir bû sir bû...
Berf û seqem û sir bû
Kinê daneket tarê
Dilkê min hate xwarê
Ji kerba keça bajaran
Bajar bû wek qaqosê
Mame li benda buharê
Sir bû sir bû...
Berf û seqem û sir bû


Geş bû geş bû
Buhara li geliyan geş bû
Seyrana yara xweş bû
Nazê nêrgiza hewşê
Çav berda bû pismaman
Pismam fîtê mêra ye
Xewna min bû qosaqarê


Gur bû gur bû
Agirê dilê min gur bû
Wek roka havînê zer bû


Muzîk: Mehmûd Berazî
Gotin: Şêro Hindê
Stranbêj: Şervan Badînî
Deng: Mihemed Kınco, Rewan Temo, Hozan Wezîr, Evîn Elî, Yûsif Osman, Îvan Mihemed, Rozelîn Îbrahîm, Mihemed Şemdîn, Rewşen Îbrahîm, Barîn Reşo, Serxwebûn Zeyno, Kawa Xalid, Xeysa Hesen, Şevzan Mehmûd



23.05.2020 14:55 ~14:59 | merwano

4. klîba ku divê stranbêjên kurd ên ku bi feyzullah yildirimê re dixebitin û klîbên bêhempa digirin temaşe bikin.



23.05.2020 16:19 | brusk56

5. belê mehmûd berazî muzîkjenekî hêja ye lêbelam qedr û qîmeta wî hinek jî ji ber qelsbûna bazara muzîka kurdî ye. di van demên dawiyê de em bixwe jî dibînin ji ciwan haco bigire heta şivan perwer kes nikare berhemekê di asta cîhanê de dirust bike. loma em jî mane hin sosyal medyalogên mîna sîmir rûdan, hêja netirk û semyanî perîzade û hwd.



23.05.2020 18:08 | tizbîkêş

6. gotinên stranê, muzîk, a capella, cil û berg û rengên piştê hemûşk xweş in lê dengê mêrik dişibe motorên xirabûyî *
nizanim çima ewqas pesnê wî hate dayîn.
xwediyê dengekî nexaş e. Heta dikarim bêjim min tehemmul nekir ku ez heta dawiyê guhdar bikim dengê wî.

dibe ku di muzîka kurdî da tarza a capella zêde nehatibe cerbandin lewma vîdeo ewqas hate ecibandin.
Min heta niha zehv a capella guhdar kiriye û min heta niha du konserên a capella da jî gotiye.
teknika a capellaya wana baş e ya xudatî lê dikarim bê şik bêjim ku dengê mêrik ji vê stranê nehatîye.



23.05.2020 18:51 ~18:54 | bûtîmar

7. stranên ku mehmûd berazî çê dikin gotinê wan xweş in bes muzîka li ber tûj e , hov e.
tûj bûn di muzîka kurda de tinne yanî min heta niha tûj bûnê di muzîka érebad bihîstî ye .
gava muzîk bilind bû û ket pêşya deng mimkunbûna wê ya bûna muzîkek nav cîhanî kêm dibe.

narîn û nermahîya bilûr,santûr û tembûrê min qet di stranên wî de ne dîtin e..

mîna di vê stranê de xulek 1.10 de dengê ku dest pê dike .





ev çi hov bûn e ji qedrê xwedê !

em werin vê stranê
ji bo ku di vê stranê de ensturman di paşyêd mane û pirranîya stranê ji dengê mirovan pêk tê .
bi me gelekî hunerî tê û pir xweş e jî bi rastî .

yanî berazî strana bi ensturmanê xwe yî deng hov neherimîn ji kerema xwe.



23.05.2020 18:57 | shwinsherm

8. Li rûpelên cûda hatiye barkirin.
Ji bo pêşxistina hijmara temaşakirina videoya orîjinal, dive
Li vîr be gûhdar kirin, qanala hunergeha welat a youtubê :




23.05.2020 19:46 | cinorek

9. hunereke nû ya koma Hunergeha welat e.
Ya ku bala min kişand û dilê min pir pir pê xweş bû şîroveyên bin vîdyoyê de ne.Şîrove gelemperî bi kurdî , bi alfabeya kurdî û kesên ku tirki nivîsîne jî hatine hişyar kirin.
Ya bi xêr , Kurd ji xew radibin!



23.05.2020 21:40 | brzn

10. Strana ensturmanên wî meriv dîn dikin, min got qey dîsa cinên min hatin dora min, min got gelo ez halîsunasyona dibînim ez bi shorba êvarê ketim ez çi dibîzim, çi dibînim? sitranek gotinên wê hew dibin stranbêj jî nîvgel(gelek) xweş dixweyne lê wan dengên ecêb ku ji paş û pêş tên nebûne li vê strana xweş natine dîsa terzek cuda derketiye. Ev sitran derba rihmetiyê nemir seîd gabarî û stranbêjên di terza wîdeye, stranek ku bê nûkirin wê xweştir bibe bawerim. di encamêde sitranek serkeftiye.



23.05.2020 21:47 | shorbevan

11. Ev strana bi navê tunak tunak ku ji aliyê hîndûyan ve hatiye çêkirin anî bîra min.




23.05.2020 21:58 | brzn

12. Stranek di nava kurdan wekî diyariya cejnê tê parvekirin. Stran li youtuba tirkiyê ketiye listeya trendê. Niha rêzeya 22ê de ye.
tiştekî bala min kişandiye û her wiha min kêfxweş û şa kiriye li youtubê di bin stranê şîrove piranî kurdî hatine nivîsandin. Hêvî be bila nesîbê hemî stranan be.



24.05.2020 13:19 | kajav

13. Strana ku min klîb û gotinên wê ecibandin lê dengê stranbêj û xwendina wê neketiye serê min. Heta bila Mehmud Berazî bibore ez dibêjim qey diqîre. Bi awayekî din bixwenda belkî serkeftîtir bûna. Dîsa jî hunergeha welat pîroz dikim.



24.05.2020 13:46 | xabûrî

14. vîdyoyêkî (bnr: hunergeha welat) parvekirîye. li vê vîdyoyê me şan kir kû em zehf birçîye video bikalîtene. alî din gûhdarîya videoyu pir xweşe *
destê çêkirîya nêşin



24.05.2020 13:51 ~13:52 | doesntmatter

15. Straneke xweş e.
Lê Te dî tiştek bi navûdeng dibe her kes dixwaze tiştekî li ser wê bêje.

Îja min gooo divê navê wê "nazêya nêrgiza li hewşê" bûya.
Temam min henek kir. Hahaha bi xwedê xweş stran e û hew.



24.05.2020 15:36 ~15:46 | giyanstêr

16. Naza wê kirine giyayê hewşê *



24.05.2020 17:38 | shorbevan

17. Kostûmên xwe pir xweşik bûne.
Bila rojava êdî destpêke fîlm û rêzefîlmên kurmancî jî çêke.
Ji bo pêşzistina navê kurd û kurdistanê ya îxracata teknolojiyê ya jî ixracata kultûrê lazîm e. Ya dûyem hêsantîr e. Em ji vê de başlêkin.



24.05.2020 19:54 | cinorek

18. wekê hemû stranên din yên ku destê mehmûd berazî lê ketine ev jî pir xweş bû, bi mereq û kêfxweşî min bir heta serî çend carî jî lê anîn. rîtma stranê û şêweya gotina stranê stranên soranî yên helperkê yên ezîz weysî anîn bîra min. beriya niha jî min çend cerebeyên acapellayê di mûzîka Kurdî de guhlê bibûn heta strana zimanê kurdî ku ji aliyê stranbêjên kurd îdolê hatibû çêkirin pirr serkeftî bû, lê evê ji wê jî bêtir ber dilê min girt.
Kareografî û reqs û cilên Kurdî yên ji herêmên cihêreng yên Kurdistanê jî pir xweş li hev kiribûn.
rojava bi vê lezê here wê di warê çand û hunerê de bide pêşiya başûr ku ev bîst sal in azad e û gelek derfetên wê hene û hîn jî dema dibihîsin ku tu ji bakur hatî cihde Îbrahîm Tatlises û stranbêjên din yên erebesk yên ku tirk jî êdî berê xwe pê ve nakin û guhdar nakin vedikin.

zimanê kurdî ya bi forma acapellayê





Û strana hinare û hinare ku di fîlma Bahman Gobadî ya bi navê Marooned in Iraq tê gotin.





24.05.2020 20:09 ~20:13 | endazer

19. Acapellayeke xweş û bi qelîte ye. Jixwe Hunergeha Welat heta niha tiştekî bê qelîte çê nekiriye. Vîdyoyên ku wan berê çekiribûn jî pir xweş bûn. Ji bo ew berhema xweş Mehmûd Berazî û kedkarên Hunergeha Welat pîroz dikim.



24.05.2020 20:56 | reşwanî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nazê îşxan
» nêrgiza li defterê bişkivî

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrnbj muzik huner muzikstrn muzikstrnbj muzik huner muzikstrn muzikstrnbj muzik huner kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî