Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    16 mijar û 29 peyam
    nazê nêrgiza hewşê - tirşik
    nazê nêrgiza hewşê
    (18) (1) (18)
    di mijarê de bigere

    1. Strana ku hunergeha welat bi klibekê barî Youtubê kiriya, muzîka stranê ya mehmûd berazî ye gotin şêro hinde, bi gelek dengan û hunerek bilind helandin e, jixwe mehmûd berazî di navî debe asta mûazzambûna berhemê tîne rêjeyeke bilind
    Niha li Youtube'ê di trendê deye, gelek tê vekirin û guhdarkirin



    2020.05.23-02:29 ~2020.05.24 00:20]| qijilyo

    2. berhemek nû ye ji mehmûd berazî. mehmûd berazî ji bo muzîka kurdî êdî bûye efsaneyek, ma mirov ji her berhema wî çawa evqasî hez dike gidî. serê xwe pê re diêşîne.

    muzîka wî û berhemên wî hem mîzahî ne hem sînematîk in hem bi kurmancîya gewre ne hem kolektîv in hem bi ruhekê kurdewarî ne. mirov çi bêje kêm e. mala mehmûd ava, cihê xwe di dilê me de çandiye heta hetayê.

    Here lînkê



    2020.05.23-14:47 | xendekî

    3. dîsa dîsa û dîsa!
    camêr destê xwe tavêjê ku ev der dibê bihûşt
    strana medmûd berazîye, ya ku aniha li twîttirê ji aliyê gelek kesan tê parvekirin.
    bêguman hemû kurdên ku twîttirê bikartînin teqez dîtine *

    gotinên stranê

    Gur bû gur bû...
    Agirê dilê min gur bû
    Wek roka havînê zer bû
    Zerkî ji perengên daran
    Jê tê bêhna hinaran
    Hinarê ji deşta xwarê
    Gur bû gur bû ...
    Wek roka havînê zer bû


    Ba bû ba bû
    Bayê payizê rabû
    Ibrû şevê esmer bû
    Kezî sorkî qemer bû
    Sorkî ji hina hindê
    Ez kuştim poz bilindê
    Rûyê rindê wek findê
    Ba bû ba bû ...
    Ibrû şevê esmer bû


    Sir bû sir bû...
    Berf û seqem û sir bû
    Kinê daneket tarê
    Dilkê min hate xwarê
    Ji kerba keça bajaran
    Bajar bû wek qaqosê
    Mame li benda buharê
    Sir bû sir bû...
    Berf û seqem û sir bû


    Geş bû geş bû
    Buhara li geliyan geş bû
    Seyrana yara xweş bû
    Nazê nêrgiza hewşê
    Çav berda bû pismaman
    Pismam fîtê mêra ye
    Xewna min bû qosaqarê


    Gur bû gur bû
    Agirê dilê min gur bû
    Wek roka havînê zer bû


    Muzîk: Mehmûd Berazî
    Gotin: Şêro Hindê
    Stranbêj: Şervan Badînî
    Deng: Mihemed Kınco, Rewan Temo, Hozan Wezîr, Evîn Elî, Yûsif Osman, Îvan Mihemed, Rozelîn Îbrahîm, Mihemed Şemdîn, Rewşen Îbrahîm, Barîn Reşo, Serxwebûn Zeyno, Kawa Xalid, Xeysa Hesen, Şevzan Mehmûd



    2020.05.23-14:55 ~14:59]| merwano

    4. klîba ku divê stranbêjên kurd ên ku bi feyzullah yildirimê re dixebitin û klîbên bêhempa digirin temaşe bikin.



    2020.05.23-16:19 | brusk56

    5. belê mehmûd berazî muzîkjenekî hêja ye lêbelam qedr û qîmeta wî hinek jî ji ber qelsbûna bazara muzîka kurdî ye. di van demên dawiyê de em bixwe jî dibînin ji ciwan haco bigire heta şivan perwer kes nikare berhemekê di asta cîhanê de dirust bike. loma em jî mane hin sosyal medyalogên mîna sîmir rûdan, hêja netirk û semyanî perîzade û hwd.



    2020.05.23-18:08 | tizbîkêş

    6. gotinên stranê, muzîk, a capella, cil û berg û rengên piştê hemûşk xweş in lê dengê mêrik dişibe motorên xirabûyî *
    nizanim çima ewqas pesnê wî hate dayîn.
    xwediyê dengekî nexaş e. Heta dikarim bêjim min tehemmul nekir ku ez heta dawiyê guhdar bikim dengê wî.

    dibe ku di muzîka kurdî da tarza a capella zêde nehatibe cerbandin lewma vîdeo ewqas hate ecibandin.
    Min heta niha zehv a capella guhdar kiriye û min heta niha du konserên a capella da jî gotiye.
    teknika a capellaya wana baş e ya xudatî lê dikarim bê şik bêjim ku dengê mêrik ji vê stranê nehatîye.



    2020.05.23-18:51 ~18:54]| hozan serhad

    8. stranên ku mehmûd berazî çê dikin gotinê wan xweş in bes muzîka li ber tûj e , hov e.
    tûj bûn di muzîka kurda de tinne yanî min heta niha tûj bûnê di muzîka érebad bihîstî ye .
    gava muzîk bilind bû û ket pêşya deng mimkunbûna wê ya bûna muzîkek nav cîhanî kêm dibe.

    narîn û nermahîya bilûr,santûr û tembûrê min qet di stranên wî de ne dîtin e..

    mîna di vê stranê de xulek 1.10 de dengê ku dest pê dike .












    ev çi hov bûn e ji qedrê xwedê !

    em werin vê stranê
    ji bo ku di vê stranê de ensturman di paşyêd mane û pirranîya stranê ji dengê mirovan pêk tê .
    bi me gelekî hunerî tê û pir xweş e jî bi rastî .

    yanî berazî strana bi ensturmanê xwe yî deng hov neherimîn ji kerema xwe.



    2020.05.23-18:57 | shwinsherm

    9. Li rûpelên cûda hatiye barkirin.
    Ji bo pêşxistina hijmara temaşakirina videoya orîjinal, dive
    Li vîr be gûhdar kirin, qanala hunergeha welat a youtubê :











    2020.05.23-19:46 | cinorek

    10. hunereke nû ya koma Hunergeha welat e.
    Ya ku bala min kişand û dilê min pir pir pê xweş bû şîroveyên bin vîdyoyê de ne.Şîrove gelemperî bi kurdî , bi alfabeya kurdî û kesên ku tirki nivîsîne jî hatine hişyar kirin.
    Ya bi xêr , Kurd ji xew radibin!



    2020.05.23-21:40 | brzn

    11. Strana ensturmanên wî meriv dîn dikin, min got qey dîsa cinên min hatin dora min, min got gelo ez halîsunasyona dibînim ez bi shorba êvarê ketim ez çi dibîzim, çi dibînim? sitranek gotinên wê hew dibin stranbêj jî nîvgel(gelek) xweş dixweyne lê wan dengên ecêb ku ji paş û pêş tên nebûne li vê strana xweş natine dîsa terzek cuda derketiye. Ev sitran derba rihmetiyê nemir seîd gabarî û stranbêjên di terza wîdeye, stranek ku bê nûkirin wê xweştir bibe bawerim. di encamêde sitranek serkeftiye.



    2020.05.23-21:47 | shorbevan

    12. Ev strana bi navê tunak tunak ku ji aliyê hîndûyan ve hatiye çêkirin anî bîra min.











    2020.05.23-21:58 | brzn

    13. Stranek di nava kurdan wekî diyariya cejnê tê parvekirin. Stran li youtuba tirkiyê ketiye listeya trendê. Niha rêzeya 22ê de ye.
    tiştekî bala min kişandiye û her wiha min kêfxweş û şa kiriye li youtubê di bin stranê şîrove piranî kurdî hatine nivîsandin. Hêvî be bila nesîbê hemî stranan be.



    2020.05.24-13:19 | kajav

    14. Strana ku min klîb û gotinên wê ecibandin lê dengê stranbêj û xwendina wê neketiye serê min. Heta bila Mehmud Berazî bibore ez dibêjim qey diqîre. Bi awayekî din bixwenda belkî serkeftîtir bûna. Dîsa jî hunergeha welat pîroz dikim.



    2020.05.24-13:46 | xabûrî

    15. vîdyoyêkî (bnr: hunergeha welat) parvekirîye. li vê vîdyoyê me şan kir kû em zehf birçîye video bikalîtene. alî din gûhdarîya videoyu pir xweşe *
    destê çêkirîya nêşin



    2020.05.24-13:51 ~13:52]| doesntmatter

    16. Straneke xweş e.
    Lê Te dî tiştek bi navûdeng dibe her kes dixwaze tiştekî li ser wê bêje.

    Îja min gooo divê navê wê "nazêya nêrgiza li hewşê" bûya.
    Temam min henek kir. Hahaha bi xwedê xweş stran e û hew.



    2020.05.24-15:36 ~15:46]| giyanstêr

    17. Naza wê kirine giyayê hewşê *



    2020.05.24-17:38 | shorbevan

    18. Kostûmên xwe pir xweşik bûne.
    Bila rojava êdî destpêke fîlm û rêzefîlmên kurmancî jî çêke.
    Ji bo pêşzistina navê kurd û kurdistanê ya îxracata teknolojiyê ya jî ixracata kultûrê lazîm e. Ya dûyem hêsantîr e. Em ji vê de başlêkin.



    2020.05.24-19:54 | cinorek

    19. wekê hemû stranên din yên ku destê mehmûd berazî lê ketine ev jî pir xweş bû, bi mereq û kêfxweşî min bir heta serî çend carî jî lê anîn. rîtma stranê û şêweya gotina stranê stranên soranî yên helperkê yên ezîz weysî anîn bîra min. beriya niha jî min çend cerebeyên acapellayê di mûzîka Kurdî de guhlê bibûn heta strana zimanê kurdî ku ji aliyê stranbêjên kurd îdolê hatibû çêkirin pirr serkeftî bû, lê evê ji wê jî bêtir ber dilê min girt.
    Kareografî û reqs û cilên Kurdî yên ji herêmên cihêreng yên Kurdistanê jî pir xweş li hev kiribûn.
    rojava bi vê lezê here wê di warê çand û hunerê de bide pêşiya başûr ku ev bîst sal in azad e û gelek derfetên wê hene û hîn jî dema dibihîsin ku tu ji bakur hatî cihde Îbrahîm Tatlises û stranbêjên din yên erebesk yên ku tirk jî êdî berê xwe pê ve nakin û guhdar nakin vedikin.

    zimanê kurdî ya bi forma acapellayê












    Û strana hinare û hinare ku di fîlma Bahman Gobadî ya bi navê Marooned in Iraq tê gotin.












    2020.05.24-20:09 ~20:13]| endazer

    20. Acapellayeke xweş û bi qelîte ye. Jixwe Hunergeha Welat heta niha tiştekî bê qelîte çê nekiriye. Vîdyoyên ku wan berê çekiribûn jî pir xweş bûn. Ji bo ew berhema xweş Mehmûd Berazî û kedkarên Hunergeha Welat pîroz dikim.



    2020.05.24-20:56 | reşwanî

    21. dîsa karek serkeftî ye ji destê hunergeha welat. kareografî û kostûm gelek xweş e. hêmanên komîk jî dihewîne. min dengê mehmûd berazî jî gelekî eciband. lê stran gorî min hinekî zêde qerebalix bû, loma min tenê 1-2 caran guhdar kir. berazî, evqasî neqîra bistira belkî çêtir bibûya.



    2020.05.24-21:11 | simurg56

    22. strana ku cara yekem min dît ku stranakî ev qas zû û zêde belav dibe di nav gel de.
    yaw ji komên whatsapp'ê bigre heta torên civakî heta êvarê deh caran pergî vî stranî dibim.

    di dimek kurt de(2 roj) hejmara temaşekirinê gihişt 142 hezaran. tabê li ser deh hesabên youtube'ê hat bar kirin, ji ber wê hêjmar dikarî gelek zêdetir bibe.



    2020.05.25-16:30 | brusk56

    23. mehmûd berazî ne goterê stranê ye hevalên hêja .
    mehmûd berazî şefê orkestra heskîf e.
    ez bawer im ev fikra vê vidyoyê û rastkirna wê jî wî kirye bes dengbêj ne ew e.
    jixwe stranên ku berazî derhênertî kirye jêr hemû qerebalix û ne bi doza navcîhanî hatine çêkirin.



    2020.05.25-16:41 | shwinsherm

    24. xweş an nexweş hewcedarîya kurdî û mûzîka kurdî bi xebatên wilo heye



    2020.05.26-02:53 | rizgan

    25. xuya yê ku ji aliyê cilûbergan û cûdahiya klîbê (a capella) bala gelek kesan kişandiye.
    Her wekî din jî, ye ku stranê dibêje bi rastî jî dengê wî zêde nexweş te guhê mirov.
    Lê dîsa jî deng û dilê wî sax be *



    2020.05.26-11:52 ~11:52]| merwano

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    newêrektiya çomeza [2]
    Bi min ji ber ku peyamên wan nayên xuyan nanivîsin. Dema çomez bûm min...
    newêrektiya çomeza [2]
    Ji ber ku nizanin wê çawa malperê bikar bînin. Sedema ewil ev ê. Yên...
    hûnermedên ku tirşikvan herî zêde jê hez dikin [1]
    Ji bilî yên jor: nisret imîr xêro abbas (vbnr: Me...
    hûnermedên ku tirşikvan herî zêde jê hez dikin [1]
    Ciwan Haco Koma Amed Ferit Sevim Şivan Perwer Koma Azad Paramore ...
    hûnermedên ku tirşikvan herî zêde jê hez dikin [1]
    ciwan haco mem ararat Şivan perwer (vbnr: S...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » nazê nêrgiza hewşê
    » nergîza min
    » hewşeng

    Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrnbj muzik huner muzikstrn muzikstrnbj muzik huner muzikstrn muzikstrnbj muzik huner kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî