Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 5 peyam
    taybetiyên xweser ên keçên kurd - tirşik
    taybetiyên xweser ên keçên kurd
    (17) (5) (3)
    di mijarê de bigere

    1. dema li derên weke kafe, restorant hwd rûnên, bi hevre çûyîna lavaboyê .

    yê nezane wê bêje diçin şer bikin. ma hûn bi tenê nikarin karê xwe bikin yaw ?



    25.09.2013 00:01 | brusk56

    2. hemû zêrê bîstûçar eyar in bikevin di nav gÛ de jî nalewitin, bilewitin jî bi xwe bi xwe nahesin, bi xwe bihesin jî li xwe danaynin.. kurdan beleseb çanda next û qelenî dananîne.. gerçî niha bûye heq-şîr.. bawer dikim siba-dusiba we bibe heq-dest! bi kurt û kurmancî pirraniya wan sik û xwîntehl in lê ji bavê xwe de bêminnet in!



    25.09.2013 00:25 | endazer

    3. di xwe de mezin in lê ti wan tişkek jî hesab nakê. Pozbilind in. Wek endazer gotî 24 eyar in. Dema kurdi bi axivin eyara wan kêm dibê..



    25.09.2013 14:05 | nan û av

    4. Dema yek ji wan re dibêje hun naşibin kurdan,devê wan bihostek vedibe ji kêfan.

    bê xizêm naçin tu derî.

    kurdî ''anlamîş'' dikin hema ''qonûşmîş'' nakin.

    aniha ewqas bes e *



    25.09.2013 15:56 | gulan

    5. dema yek ji wan re bêhemdî dibêje siya te xwar e wek tu û heft bavên xwe xwar in bersivê didin.. yanî xwe li ber rexneyên tu kesî ranagirin.. yên li başûr û rojhilat û rojavayê kurdistanê gelekî hej makyaj û xeml û rewşa zêde dikin.. yên li bakurê kurdistanê jî zêde hej şal û fular û zendikên keskûsorûzer dikin.. dilê wan tenik, bejna wan zirav û ruhê wan zêde nazik e.. zû diêşÎn û dişikin û dereng dicebirin.. bi qewlê şairekî; zarokên dayikeke bindest in hemû, peyv zû li wan dikeve.. axaftina kurdî li xwe danaynin yên diaxivin jî pirraniya wan ji heyf û hêrs û kerbê diaxivin.. edet û çanda kurdî heta niha li ser dest û devê dayik û dapîrên wan gihane îro lê pirraniya wan ji vî mîrata nestêle û giranbuha bêhay û bêxeber in..



    26.09.2013 01:09 | endazer

    6. bi qasê tê dîtin herî zêde "bi kurdî neaxaftin"a wan weke taybetî û kêmasiya wan ya herî mezin tê dîtin. mixabin rast e jî.



    26.09.2013 09:25 | simurg56

    7. mêr Gorî keçên Kurd bin!



    'keçê binêr çerxa cîhan

    zor girêdane me re zor

    jin çûne pêş pir dixwînin

    êdi qelem ket şûna şûr



    keçê em dixwazin bi me re werin şêwrê

    dilo em dixwazin bi me re werin cengê

    hayê hayê em keçikên kurdan in

    şêr in em şeng in em hêviya merdan in

    hayê hayê em kulîlkên kurdan in

    derdê nezana berbend û serhildan in



    serê xwe rake keça kurdan

    dil û cigerim heliyan

    ka niştiman ka azadî

    ka dayika me sêwiyan'







    26.09.2013 19:42 | keje bemal

    8. Teybetiyên xweserî yên kecên kurd, pirrin. Bi serê hemû kecên kurd sond dixwim ku tu kes bi tu awayî nikare ne li vir û ne jî li tu devereke din van tabetmendiyan bijmêre, kîjan mêr e ku bi wêre? De keremkin vaye meydan...



    "Ez keçim keça kurdan im

    Kulîlka serê lawa nim

    Rihana rez û çema nim"

    Xwe li nezaniyê datîn im,

    Lê bas kurmancî dizanim!



    26.09.2013 21:54 | dîno

    9. gotina pêşiyan ya "şêr şêr e , çi jine ha çi mêr e." ji bo wan hatiye gotin.

    gelek zîrek û jîr in. kedkar û jêhatîne, çiqas rê li ber wan bê girtin (bav,kal, mêr, dilketî, bira rê li ber wan digrin mixabin) ewqas dijwar tekoşînê didin ku bi serbikevin û ya xwe bikin.Ya rast dikin jî.

    her tişt ji destên wan tê bermalî ne,nivîskar in, dsyik in, heval in,dost in heta wisa ku dijmin in jî..* heke bên êşandin dilgawir dibin û ya xwe nayên xwarê.

    Lê mixabin mêrên kurda qedrê wan nizanin. Ji bo jinên biyanî xwe dikujin, xwe şexşo bexşo dikin lê ji bo keçên kurda jî "de tu ji me yî, tu ji eşîra me yî, tu çanda me zanî, de fedakariyê bike lê" dibêjin û jiyana wan teng û aciz dikin...

    bi kurtasî xweşik in, şêrîn in wek hingiv, jîr û jêhatîne...



    26.09.2013 23:23 | nuçevan

    10. simbêl *



    26.09.2013 23:35 | brusk56

    11. buyîna yekem, a di lîsteya obeziteyê de.

    hê we despê dijûnan nekirî, ka xêra xwe hinek bi mantiq bifikirin. ez nabêjim hemû mêrên kurd wek brad pitt in * , an jî nabêjim bûyîna obez sûncê wan e.

    lê ev rastiyek e. mixabin keç û dê û jin û xwişkên me, bi tevahî hemû mirovên kurd ên xwediyê kromozoma xxê, obez in . yaw ev çi hal e . mirovên xwediyê kêloya normal weke nexweş tê dîtin, ji wan dipirsin gelo nexweş in an na .

    xwezî derfet hebûya û çanda werzîşê jî biketa di nav gelê kurd de, da jinên me jî bikaribûyan ji nexweşiya obeziteyê xelas bibûyan .



    08.10.2013 00:01 | brusk56

    12. ji xeynî xewnê wan tu derdê min bi wan re nîne, çi wexta ku qala xewnên xwe dikin weke ku werîsek têkeve gewriya min.



    28.11.2013 16:10 | aryâspa

    13. bi pirranî xwedî birîyên dirêj, gerdena zirav çav-reşî belek in û reş esmer in.. zêde bi naz û tinaz in jî û pirr zû dixeyîdin canikan..



    09.12.2013 15:51 | mîrêhekarya

    14. (bnr: anlıyorum ama konuşamıyorum)



    09.12.2013 21:57 | simurg56

    15. weke nexweşiyek meraq.



    31.08.2014 01:33 | brusk56

    16. ESMER In, xWÎNŞÊRÎ IN.



    25.10.2014 22:25 | seydayê_peyvan

    17. ZÎYARET IN.



    25.10.2014 23:29 | seydayê_peyvan

    dengdanên dawîn (yên din..)
    seks [1]
    Temenê min ji bo vê çalakiyê ne guncaw e.....
    peyvên ku kurd nikarin bêjin [3]
    (bnr: altmış) yanê şêsta tirkan. gerçî tirk jî wisa nabêjin. ew jî dib...
    eger te quran nexwandibe û tu tê negehiştibî hemû pirtûkên te virtepirt in [1]
    hin aqilmendê îsla-mîz-ê dibêjin.yekî ji min re jî got :eger tu quran ...
    kemalîzm [3]
    Wek peyvek dişibe kêmaqilîzmê. Navê îdeolojiyeke pûç e. Ne hewce ye mi...
    jibîrkirin [1]
    Qasê bîranînê tiştek baş e....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » taybetiyên xweser ên dayikên kurd
    » xweserî
    » engineer
    » keçên kurd yên ku di dewata de cilên kurd li xwe nakin
    » kurdland

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket tekili cand
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî