Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
ponyo - tirşik

Sosuke kurikek 5 salîye û li ber behrê dijî. rojekî li ber behrê dileyîst û di nav şûşeyek biçûk de zêrmasîyek dît. wê xilas kir ji wir û navek lê kir; Ponyo. Ponyo, bi hezkirina sosuke dibe mirov....
(3 şîrove)
ponyo
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê xwelî li ser ve, li kurdî hat wergerandin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 88.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê




têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.
Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin.

têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142


têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, ji bilî bikaranîna binnviîsa hêdî, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



23.05.2020 11:27 | simurg56

2. fîlm wekî derziya bextewariyê ye. dixwazî di rewşekê depresîf de bî, dixwazî reşbînî taybetiyekê herî mezin a xisleta te be, tu vê fîlmê li xwe xe mîna derziyê, di dawiya fîlmê tu dibî dilşa. fîlm dibe derman û kenek bêguneh û tije xweşî ruyê te dixemilînin.

di esasê de çîroka fîlmê pir sade ye. piştî serpêhatiyekê bêbext masiyek bêyî plankirî sotsukeyê delal nas dike û îja ev masî ku sotsuke navê ponyo li masiyê dike, bi bavê xwe re dikeve nav têkoşînê bo bibe mirov.

fîlm ji aliyê dîmenê ve cîhanekê sêhrî û rengorengo dixêzîne. bi herikîna çîrokê ve ev cîhan her diçe mezintir dibe. li nav deryayê, li ser erdê û li esmanê her yekî ji yên din xebroşkî, cih û kesên xeyalî derdikevin pêşiyê. îja mûzîk jî vê bêkêmasiya dîmenê temam dike: sotsuke û ponyo bi halên xwe yên 5 salî bi hezkirinê têkoşîna xwe mezin dikin. [miyazaki bi xwe peyva ponyo çêkiriye û tê maneya dengê tiştên nermik ku di fîlmê de ne tenê ponyo, hema her tişt wekî nerm xuya dikin*]

hayao miyazaki, tabî, ne tenê xebroşkbêjekî nûjen e, ew di heman demê de rexnegirekî veşartî ye. di nav dîmenên xwe de cih dide pergala mirovan a ku heqê jiyînê yê jîndarên der-mirov teng dike yan jî ji meydanê radike. fîlm bi sehneya paqijkirina bin deryayê dest pê dike, çi çopên mirovan hebin -wekî ku erd besî wan nake- li bin avê ne û hemû jîndarên deryayî bi wan çopan re dijîn. li vir divê em bavê ponyoya delal jî bînin bîr, ê ku wekî antagonist tê rêdayîn û ew bi xwe mirov be jî îmana wî ji mirovan dihere heta em dikarin bibêjin ji wan nefret jî dike. îja di serî de ji ber dijberiya wî bo mirovbûna masiya* xwe, em dibêjin çi mirovekî pîs e lê dema em wezîfeya wî bînin ber çavan, dijberiya wî rindtir xuya dike. yanî bi kurtasî di vê xebroşkê de lehengekî xerab jî tune ye.

do bi saya tirşikvanê ezîz, xwelî li ser min ev fîlm carekî din temaşe kir, lê îcar bi kurdî. him jî wî bi kurdiyekê fesîh wergerandiye. her hebî!

serrast.



03.12.2020 16:08 ~16:37 | biruya hayao miyazaki

3. ger ne şaş bim ev fîlmê hayao miyazaki yê 3emînê ku lê darî dikim. her 3ê jî ji hev xweştir bûn. mala wergeran tev ava, ez jî kirim evîndarê hayao *

edît: min jibîr kir ku bêjim, dema ponyo gazî sosukeê dike tu dibê qey bi kurdî diaxivê :d



28.04.2021 03:51 ~03:54 | merwano

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» ponyo

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî