Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
taybetiyên xweser ên mêrên kurd - tirşik
taybetiyên xweser ên mêrên kurd
(20) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. mixabin taybetmendiya herî mezin a mêrên kurd ew e ku,

dikarin ji bo mirişkek an jî bo gotinek biçûk an bo bostek ax bikevin nav hev de û deh kesan ji hev bikujin .



25.09.2013 00:01 | brusk56

2. dema keçikek spehî bibînin, wendakirina aqlê xwe .



25.09.2013 00:01 | brusk56

3. bi qewlê kurdên di bin tesîra erebên doxînsist de mayîn hhhhhhhhhhhhhhhhh.. belê yên misilman û sûnî û şafiî û dÎndar û mûtedeyîn û rojê pênc danan nimêj dikin bivê nevê ji bo ku destnimêja wan neşikê xwe ji dest û zend û çengê jinan dûr didin.. ê çi bikin feqîrên xwudê li ber vê sir û seqem û sermayê wê serê her danekî destnimêjeke nû bigirin qey?.. biçekî rêz û tolerans ji bo xwudê..



25.09.2013 00:50 | endazer

4. Dayika wan hêja ye;Keça li kuçê rihspî ye.

hevsera wan namûs e;keça cînar bênamûs e.

jin,jiyan,azadî ye;ev tenê ji wan re dirûşme ya mîtinga ye.

Ew aqilmend in,jîr in,zana ne; jin dara şikestî ye.

erê wele min dilê xwe hênik kir.



25.09.2013 15:33 | gulan

5. Kolan,kuçe,gund û axa welat tijekirin bi tûkê.



26.09.2013 11:21 | gulan

6. xwende û zanayên wan jî qedr û qîmetên jinan nizanin. karê wan xapandina jinan e. piraniya wan wer ku derewan li jinan dikin êdî ew bi xwe jî ji derewên xwe bawer dikin. xweperest in û mîna kevir serhişk in. tenê di karekî pir jêhatî ne; dikarin heft jinan pev re îdare bikin.

Goreyên xwe yên genî divirvirînin erdê, kincên xwe yên gemarî diavêjin derdorê...Hûn ê bibêjin ma qey tiştekî wan ê baş tune ye? elbet heye lê ez jî nizanim çi ye..



26.09.2013 20:10 | waweylê

7. ne hemû lê li ba pirraniya wan tessûba eşîrî heye..

onbaşiyek qûnbigû û qûnneşûştî yê artêşa dagirker were dikare bêyî çek û bêyî sÎleh tene bi ûnîformeya xwe hemûyan li nava gund bicivîne û rût û şût bike û li ber çavên dinya alemê copên plastîk têxe qûna wan tirrê ji xwe bernadin û nedibêjin him û nedibêjin gim lê dema mirÎşk an kêvroşkek ji eşîr an malbateka din dikeve di nav bostek axa wan de dîn û har dibin ferman û qelana hev tînin.. yanî ji xelkê re pispor û ji xwe re kor in an nikarin kerê dibezin kurtên û giyayê hewşa wan tehl e ..

gelekî doxînsist in yanî aqilê pirraniya wan li ser kîrê wan e.. û bitima û çavbirçî ne jî yanî ji behr û nesîbê xwe nememnûn û nerazî ne çavê pirraniya wan li ber derî û dîwarên xelkê ye..

têra xwe garantîcî ne yanî wekê meymûnan tu carî destê xwe ji şaxekî bernadin heta ku destê xwe yê din neavêjin şax û gulî û keziyeke din.. bi awir û nêrînên xwe yên tacîzkar xelkê bi taybetî jî keç û jinan gelekî dieyşînin û diêşînin.. ji ber nêrînên wan yên tacîzker jin nikarin bi dilê xwe li sûk û kolanên kurdistanê bigerin.. heta misilmanên wan jî dilê xwe dibijînin jinên nepêçayî û nenixumandî lê dema jineke nepêçayî dibînin hew namîne ku naricimînin..

gelekî hişk û tund û tûj û korbawer in.. têra xwe partîzan in.. dema bawerî bi dîn û rêxistin û partiyekî anîn.. êdî serok û sekreterên wê mûeseseyê li ber çavên wan bikute nizanim çiya wan dîsa jî ji ya xwe nayêne xwar nabêjin xwudê nehêle serokê me tirrek sist kir em ji bêhna fetisîn.. xirûr û xawênek wekê ya xavik û kêmaqilan bi wan re heye.. ji ber vê xisyet û xisûsiyeta xwe zû bi zû ji ya xwe nayêne xwar.. tu tiştî li xwe danaynin û xwe li ber rexne û lêgirtin û devavêjin û reşkirinên tu kesî ranagirin.. filan..



26.09.2013 21:08 | endazer

8. Axx ka mêrên berê? Mêrên berê yên kurd û niha gelekî cûdane ji hev. Mêrên berê hem xwedî soza xwe bûn, hem kîr tûj bûn. Mêrên niha yên kurd, hemû delîqanlî ne babam! Tu devê kê vekî delîqanlî ye, lê ku jinek ji wan re bi sivikahî be jî bikene, di cîh de yawsaqlasmîs dibin!.. Delîkanlîxiya wan jî heta ji mehalla xwe derkevin e. zêde dirêj nekim cêtire, ne hwceye em hemû gûyê xwe derxin holê qûrban.



26.09.2013 21:42 | dîno

9. (bnr: temam bes lêxin zilam mir)



26.09.2013 21:45 | simurg56

10. her çiqas zanyar û biperwerdebin jî hov û feodal û serhişk in. ji bo xwelqê xerîb bi taybetî jÎ jinên ne kurd xwe dikûjin lê qedrê dayik, xwîşk û hevjînên xwe nizanin...



çavê wan her tim li namûsa xelqê ye lê tu ji wan bipirsî yên herî binamûs û pîroz ew in...



guh nadin paqijiyê, alikariya jinên xwe nakin, ne bavên berê zarokên xwe miqate nabin...



ji bo mirişkekî Û zeviyekî dikarin bi dehan cîran û hevalên xwe bikujin lê ji bo tiştên din dengên wan dernakeve...



bes evqas nebaşiyên wan...merd in, camêr in, mêvandarin...şikir ji xwedê re êdî hêdî hêdî xwîşkên xwe û keçikên xwe didin xwendin û li hember berdêliyê, zewicandina wan a temênê biçûk disekinin....



hêvî heye ku dê hîn baştir bin û pêşve biçin.....



26.09.2013 23:35 | nuçevan

11. Li ku dibe bila bibe, hev dibînin, hev digrin û bi hevre digerin.



27.09.2013 16:59 | ceso

12. jinê dinê tev de ên wan bin têra wan nekin, lê xweşk an pismameke wan li xortekî binhêrin xwenê dirêjin.



27.09.2013 22:37 | tivirloismail

13. (bnr: rehma xwedê li ser mêrên kurd be)

tirşikvanên hêja lêxistine hema tu bêje temam. bîstikdin ezê rabim peyamekî berdilkê xwe bişînim û bêjim "kuro ez te berdidim, here tirkekî mîna xwe bibîne". hewqas, piştî peyamên jor dilê min ji xwe xeliya. dawiyê jî xwekûj farz e. mala min xera kirin. * *



pênas: mijarê divê navê wî bibe "tofaniyê li ser mêrên kurd".



(bnr: gelemperiyên bêbextî)



16.10.2013 23:48 | biruya hayao miyazaki

14. Jinberdan li ba wan tune ye.

Dikarin her karî bikin lew bêminetî felsefeya jiyana wan e.

Bi xwişk û jinê xwe re bi hovane xeber didin. Fedî dikin ku ji jina xwe re bibêjin ez ji te hez dikim. Lê ji bo parastina jinê û xwişkê xwe didin kuştin.

Gava ku bibin heval, heqqet havaltiyek heqîqî dikin.

Yanî dostaniya wan ne li ser menfîetê lê li ser hestên germ û ji dil ava dibe.



17.10.2013 02:20 | ceso

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» taybetiyên xweser ên keçên kurd
» xweser
» êntropî
» mêrên baş vs mêrên xirab
» kurdên tiflîsê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî