Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 14 peyam
    meaşê te çiqas e? - tirşik
    meaşê te çiqas e?
    (2) (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. Pirseke bêsînor û bêşerm a civata me ye mixabin. Bersiv bidî li gorî pîvana meaşê, wê şîroveyên bêhed û şîretên qaşo-zanyarî bikin. Ku tu nebêjî, wê demê te wek pozbilind û qurre dibînin.

    Na heyran nepirsin.



    2020.05.24-14:57 | xelîl

    2. meraqeke mezin di dilê însanên biçûk de.
    meseleyek hate bîra min

    Rojekê camêrekî emrê wî gelekî ji ê min mezintir ji min pirsî, go:
    -ha giyanstêr maeşê te çiqas e lo?
    ew jî karmendekî dewletê bû. min jê re got:
    -berî ku ez ê xwe bêjim ê te çiqas e xalo.
    xalo go:
    -wele xwarzê ne prensîba min e, ez maeşê xwe ji kesî re nabêjim.
    min di dilê xwe de got, hahooo xalo ev çi bersiv bû û min lê vegerand:
    -ma ne ez jî xwarziyê te me*)

    Hew deng jê hat.



    2020.05.24-15:31 | giyanstêr

    3. Li gorî min jî kiryareke ne xweş û ne dirist e lê mixabin ez jî carina meaşê hinekan meraq dikim*



    2020.05.24-17:46 ~2020.05.25 01:02]| xabûrî

    4. Meaşê dema tê pirsîn meriv dinav dilê xwede dibêje ka çi jitereye kurê min bi te ketiye çiqas sitendina meaşê min dibê qey tu liser nifûsa minî ez te xwey dikim an kêm be qey tuyê bidî .. lê ji bersivêre meriv ne wisaye, çend bersiv jî bi vî teşeyîye; bi nano ziko dişxulim, asgarî ucret, 3500, 1500, yewmiya min 50, 100, 300,..



    2020.05.24-18:07 | shorbevan

    5. Kesê eleqedar nake ;)



    2020.05.25-01:00 | tekoser

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    tiştên ku mirov aciz dikin [3]
    Gotina kurdekî ya bi vî şiklî: bila yek wan (bo tirkan dibêje) ji ya m...
    moderasyona tirşikê [3]
    Berê li ser profîla wan wek “moderator e” hişyarî dida Lê niha ev tişt...
    ted-ed kurdish [1]
    merhaba ez ê dîsa dest bi çêkirina binnivîsan ji bo vîdeoyên ted-ed ê ...
    kurdên femînîst [1]
    Tiştên vala dikin. Vala....
    berijahr [2]
    Nuştoxe û tirşikvaneka wayîrê îlm û îrfan a. Keynaya kurmancan a. Wayî...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » meaşên tirşikvanan
    » çiqas tîpên kurdî were bikaranîn nivîs ewqas dibe kurdî

    Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî