1. Yek jî edeteke berê bû, wextê em zar bûn di eydê de gava mêvanan re şekir û kolonya didan eynî tepsiyê de cixare jî dihate îkramkirin. Wê çaxê cixare wekî niha krîmînal nedihate qebûlkirin, him jî zêde biha nebû. Piranî pakêta marlboroya qaçax, bandrola wê hêşîn di tepsiyê de wekî şekir teklîfê meriv dikirin. Heta Wan çaxana xort û gêncên 13-14 salî jî ji wê tepsiyê cixareya xwe hildida jê neditirsiya û şerm nedikir. |
|
24.05.2020 19:31 |
mîr
|
2. min jî cixareya xwe ya ewil ji bergeşeka eydê hilda û vexwar ya min kêfa min jê re nehat careke din min devê xwe lê neda lê çend ji wan pismamên min ên ku di ekîba min a eydê de bûn jê tamijîn û heta niha jî kuf-kufa wan e. |
|
24.05.2020 20:28 |
endazer
|
3. Kiryarek ji nîşaneya cahiltiya gelê me ye. Bi vê kiryarê bi hezara zarokên kurda dest bi vê keratiya jixarê kirin. Ev yek hêza " çavlêkirina" nava gelê me berbiçav dike. Tiştekî dema hin kes bikin ew di nava gel de meşrû dibe. Bêyî ku armanca wê bipirsin hama herkes hewldide wê bike. Mixabin ev çavlêkirin di nava civatên paşverû de pir berbelav e. Niha sedema axaftina tirkî di nava kurda de jî ev jehr e. Ji ber kesên qaşo zana û xwenede xwe avêtin tirkî û zimanê tirkî weke zanebûn û forsekê dan nîşandan, ev axaftina tirkî bi leza şewqê di nava kurda de belav bû û hama bêje di nava 20 salî de cihê xwe negihandê nema. Mînakên çavlêkirina kurda pirrin lê ez nêşim gişa li vir rêz bikim. Heye ku li binê mijareke taybet yeko yeko rave bikim. |
|
24.05.2020 22:50 |
tîrêj zana 21
|
4. kevneşopiyeke berê ku di eydan de dihat dîtin.di tepsiyên şekrokan de pakêteke cigarê jî hebû.mezin û biçûk hemû cigare dikêşan.şukir ji xwedê ra ku ew kevneşopî ji holê rabû. |
|
24.05.2020 23:03 |
jehr
|
5. 'Edetekî bi nezanî derketibû holê û ji kontrolê derketîbû, ji bûna mezina ku wekî hûrmetek dihat îkramkirin,(ka bêjên hurmeta ji cixarê be ez..) lê me zarokan jî xalo! xalo!, apo, apo dikir, bi awakî wan razî dikir cixare jiwan distend lê ez bi wan hebên cixarên ser tepsiyan hîn nebûm, sempatiyeka cixarê di danava mede hebû jixwe. tiştek şaşbû, şaşe |
|
24.05.2020 23:11 |
shorbevan
|
6. edeteke zehv Nebaş e. Şaş dibim ku çawa ev edet derketiye holê. Gellek zaran bi vê kevneşopiyê dest pê çixarê kirin. heyf. |
|
24.05.2020 23:20 |
bûtîmar
|
7. edetekê ku bawerim ku di serî de ji bo zilaman derketiyê |
|
25.05.2020 11:55 ~11:56 |
merwano
|
8. edeta ku encax ji gelek weke kurdan paşketî û paşverû dikarûbû derkeve. |
|
25.05.2020 16:35 |
brusk56
|
9. Kevneşopîyeke berê weke nîşaneya mezinbûnê/zilambûnê dihate zanîn. Cixare tenê ji bo mezinan datanîn ber şekirên cejnê lêbelê çavên zarokan jî lê bûn. Malbata ku cixare bidana zarokan kêf kêfa wan zarokan bû û serê wan digihîşt qata. Li ba me gup gupa kişandina cixara wan bû. Ku hinek zarok ji ber tirsa mezinên xwe nikaribûnan cixareyê bikişînin cixareya xwe didan bi çend şekiran, yanî cixare ji şekir bi qiymettir bû mixabin. |
|
25.05.2020 18:42 ~18:43 |
xabûrî
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |
|
renas kaya [1] |
|
keloş [1] |
|
keloş [2] |