Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 28 peyam
di eydê de îkramkirina cixarê - tirşik
di eydê de îkramkirina cixarê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Yek jî edeteke berê bû, wextê em zar bûn di eydê de gava mêvanan re şekir û kolonya didan eynî tepsiyê de cixare jî dihate îkramkirin. Wê çaxê cixare wekî niha krîmînal nedihate qebûlkirin, him jî zêde biha nebû. Piranî pakêta marlboroya qaçax, bandrola wê hêşîn di tepsiyê de wekî şekir teklîfê meriv dikirin. Heta Wan çaxana xort û gêncên 13-14 salî jî ji wê tepsiyê cixareya xwe hildida jê neditirsiya û şerm nedikir.



24.05.2020 19:31 | mîr

2. min jî cixareya xwe ya ewil ji bergeşeka eydê hilda û vexwar ya min kêfa min jê re nehat careke din min devê xwe lê neda lê çend ji wan pismamên min ên ku di ekîba min a eydê de bûn jê tamijîn û heta niha jî kuf-kufa wan e.
dibêjin Coca Cola jî dema cara ewil derketiye li dermanfiroşan wek derman hatiye firotin. Ji loma her tişt divê li gorî ruhê demê û rastiyên serdema xwe bên helsengandin.



24.05.2020 20:28 | endazer

3. Kiryarek ji nîşaneya cahiltiya gelê me ye. Bi vê kiryarê bi hezara zarokên kurda dest bi vê keratiya jixarê kirin. Ev yek hêza " çavlêkirina" nava gelê me berbiçav dike. Tiştekî dema hin kes bikin ew di nava gel de meşrû dibe. Bêyî ku armanca wê bipirsin hama herkes hewldide wê bike. Mixabin ev çavlêkirin di nava civatên paşverû de pir berbelav e. Niha sedema axaftina tirkî di nava kurda de jî ev jehr e. Ji ber kesên qaşo zana û xwenede xwe avêtin tirkî û zimanê tirkî weke zanebûn û forsekê dan nîşandan, ev axaftina tirkî bi leza şewqê di nava kurda de belav bû û hama bêje di nava 20 salî de cihê xwe negihandê nema. Mînakên çavlêkirina kurda pirrin lê ez nêşim gişa li vir rêz bikim. Heye ku li binê mijareke taybet yeko yeko rave bikim.



24.05.2020 22:50 | tîrêj zana 21

4. kevneşopiyeke berê ku di eydan de dihat dîtin.di tepsiyên şekrokan de pakêteke cigarê jî hebû.mezin û biçûk hemû cigare dikêşan.şukir ji xwedê ra ku ew kevneşopî ji holê rabû.



24.05.2020 23:03 | jehr

5. 'Edetekî bi nezanî derketibû holê û ji kontrolê derketîbû, ji bûna mezina ku wekî hûrmetek dihat îkramkirin,(ka bêjên hurmeta ji cixarê be ez..) lê me zarokan jî xalo! xalo!, apo, apo dikir, bi awakî wan razî dikir cixare jiwan distend lê ez bi wan hebên cixarên ser tepsiyan hîn nebûm, sempatiyeka cixarê di danava mede hebû jixwe. tiştek şaşbû, şaşe



24.05.2020 23:11 | shorbevan

6. edeteke zehv Nebaş e. Şaş dibim ku çawa ev edet derketiye holê. Gellek zaran bi vê kevneşopiyê dest pê çixarê kirin. heyf.

(bnr: di cejnê de bi dizîka cixare kişandin)



24.05.2020 23:20 | bûtîmar

7. edetekê ku bawerim ku di serî de ji bo zilaman derketiyê
lê piştre ji nezaniya gelê me yê nezan vê, tu pirsgirêk tê de nedîtine
ku êdî didine ber zarokan jî.
zarokên hê 10 salî felan :(

li mala me kesekî ku cixarê divexwe nîn e.
dema em zarokbûn jî min zanîbû ku cixare ne ti edetê qence.
birayên min yê pîçûk roja eydê cixarekek di destê wî de
li eydanê digera, min jî ji destê wî girt û min avêt jsjjs.

vê eydê, şikir ku min li tu malî cixare li ser sifrîya eydê nedît.
teqez ji ber ku bûha bûne *



25.05.2020 11:55 ~11:56 | merwano

8. edeta ku encax ji gelek weke kurdan paşketî û paşverû dikarûbû derkeve.



25.05.2020 16:35 | brusk56

9. Kevneşopîyeke berê weke nîşaneya mezinbûnê/zilambûnê dihate zanîn. Cixare tenê ji bo mezinan datanîn ber şekirên cejnê lêbelê çavên zarokan jî lê bûn. Malbata ku cixare bidana zarokan kêf kêfa wan zarokan bû û serê wan digihîşt qata. Li ba me gup gupa kişandina cixara wan bû. Ku hinek zarok ji ber tirsa mezinên xwe nikaribûnan cixareyê bikişînin cixareya xwe didan bi çend şekiran, yanî cixare ji şekir bi qiymettir bû mixabin.



25.05.2020 18:42 ~18:43 | xabûrî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
werara nexşenasiyê [1]
Dema ewil a despêka bikaranîna nexşeyê heta xwecihîbûna mirovahiyê diç...
belki ev jî bala te bikişînin
» eydên berê

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili cand jiyan tekili cand jiyan tekili cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî