1. Albuma Ferit Sevim a ji stranên herêma Botan hatî berhevkirin e. Di albumê de 4 stran heye. Bi gotina hunermendî ev stranên Şirnex yên ''palehî''yê ne. Min çav li qenala wî ya YouTube'ê gerand xebatên xwe berîya salekê derxistî bû. Piştî salekê albuma xwe li ser hemû platformên digital weşandî ye. Di çend hevpeyvînên xwe de qal dike dibêje 'di muzîka Botanê ya resen de bemol2 tune ye. ji ber wê yekê stranên herêma Botan ji sentezek wisa re misaîd in. Hezkirina min a van her du çandan ji bo sentezek wisa re ez dehf dam û min jî sentezek wisa kir' û li ser zêde dike dibêje 'min xwendina vokalê qet ne guhertî ye. Ew nameyên ez dikim dengbêjên Şirnex jî dikin'. Dilnizmî kirî ye bi ya min, bi rastî jî gelek serkeftî ye û album gelek bi kêf e. Tahmek gelek cuda xistî ye di nav de. Dema mirov guhdarî dike dibêje qey Botîyan koç kirî ye Missisippiyê. Wexta mirov guhdarî dike nikare li cihê xwe bisekine. Favorîya min Ho Reşo ye. Di parvekirinek ya xwe de tiştek wisa jî gotî bû 'a rastî qet naxwazim bi covera derkevim li pêşberî guhdaran lê belê ez di nav vê çandê de mezin bûm û ez xebatek wisa çênekim wê bimîne di dilê min de'. Ez jî dibêjim sihheta te xweş! Baş e ku te ev xebat çêkirî ye û ji me re pêşkêş kirî ye. Hunermendê ewil ê stranên Botanê berhev kirî û şîrove kirî ye jî. Ez zêde dirêj nakim, ka fermo guhdarî bikin |
|
25.05.2020 20:41 ~20:42 |
soryazyus
|
2. xebatek lisernehatî sekinîne. şîrovekirina berheman jixwebawerîyek, karê xwe de hostahîyek dixwaze. ger ev nebe tişta stranbêj dike ji texlîdeka xirab pêvetir nabe tiştek dî. jinûve strandina berhemên folklorîk di enstrûmentan de, şêweyên muzîkê de jî serwextbûn dixwaze, an na wateya şîrovê çiye? jixwe dengbêj û stranbêjên berê xweş dibêjin. lê em li muzîka ferît sevîm binêrin, li vê albûma wî: "blues in botan!" wow! çi navek lêkirye. tê bêjî qey ev hevale hostayê bluesê ye hatiye vê jêhatina xwe li muzîka botan bîne. ferît bi vê performansa xwe di gîtarjenîyê de di asta stajyerek de ye. tu tarz û lêxistina gîtara wî nîne. ji serî heta dawî di eynî forman de dijenîne. ka blues? ka gîtarjenî? ka şîrove? |
|
25.05.2020 22:23 |
hespêsor
|
3. . xebata ferit sevim a berîya salekê çêkirî û nû de li ser platformên digital belav kirî ye. xebatek serkeftî ye. pentatonîkên bluesê bi awayek serkeftî li stranên herêma botan anî ye. yekê li vir bi gotinên beredayî û virto vala êrîşên ji zanînê dûr li camêrî kirî ye. ka pêşî here li teknîk û teorîya bluesê binêre. min li konservatuarê li ser muzîka rojavayî perwerde dît û ev rexneya vî camêrê li jor kirî virto vala ye. ferit bi yek gîtar û mizikayê bi soloyên xwe yên gîtarê bingeha stranan serkeftî dadgire. blues li ser pentatonikê dimeşe. mesele ew e ku tû bikarî wan meşa li muzîka xwe bidî xwarin ferît jî li muzîka xwe da ye xwarin. bila kesên nezan neyê li vir nutuka ne avêje. Vî camêrê li jor gotî ye "ferit ne hunermend e stranbêj e û muzîkên botan ji xwe re kirî ye alav û reklam" gelo haya te ji xebatên wî bi xwe heye ku tû van gotinên nêtxirab dikî? Heta niha wî bi xwe 11 stranên gotin û muzîk aîdê wî belav kirî ye. Biqasî dinyakê stranbêjên niha bi "cover"a nanê muzîka kurdî xwarî ye ji alîyê afirînerîyê Biqasî serê derzîyê tû tişt nekirî ye hûn ji wan re dibêjin hunermend lê ji vî cewherî re tiştên nebaş dibêjin. Ka camêr kengê li ser stranên gelêrî reklama xwe kirî ye? Ka xwe ker kin lo! Muzîka Blues ne muzîkek komplîke ye. Bi gelemperî li ser riffa dimeşe û rîtm û soloyên wê dîyar in. Ferît li ser van re giha ye û bi serkeftî li muzîka xwe dide xwarin. Dîsa vî camêrê li jor gotî ye "ferit ne gitaristek baş e" ferit niha di nav muzikjenên piyasa kurdî de yek ji wan kesên herî serkeftî ye. Ji xwe re dibêje "Blues gitarist" û rasterast vê dike. Li ser înstrumenta gîtarê kesê yekemîn ê Kurd ê fingerstyle dike ye. Û dîsa vî camêrê li jor gotî ye "gelek kom stranên botan berhev kirî ye" ji xeynî dengbêjan stranên resen ên botan kesê heta niha berhev nekirî ye. Bi nezanîya xwe ne axivin li vir. Ez yekî Şirnexî me ji gundikê remo ji çîyayê cudî ev çend sal e li ser muzîka rojavayî dixebitim û min zaningeha wê xilas kir. Bi kurtasî bi zanîna xwe bi dilê rihet dibêjim: ferît hunermend û gitaristek serkeftî ye! Bi yek gîtar û mizikayê ewqas karê orkestrayan nekare bike dike. Hê ciwan e helbet kêmasîyên wî hene lê ew ê di demek nêz de bibe welîahtê Ciwan Haco! Mafê kesê tune ye vî cewherî di nav xwe de tune bike. We çend hunermend wisa tune kirin bela xwe ji hunermendên wisa vekin! |
|
25.05.2020 23:10 ~2020.05.26 00:01 |
lîfikê firaxê
|
4. xuya ye mîna ferît, kesên hij wî dikin jî agresîv in. * yek ji klîşeyên şîrovekarên me gotina "serkeftî" ye. gelo ev peyv neba dê van kesan çawan ya dilê xwe derêxistiban? serkftin çiye? çi kiriye ku serkeftî bûye? çi kiryarek nû heye? di muzîkjenîya wî de çi teknîk û şêwe heye ku heta tu bêjî serkeftî ye? ev lîfikê firaxê pênaseyek ecêb li şîroveya min kirye: "gotinên beredayî û virto vala êrîşên ji zanînê dûr". gotinên min belkî li te neyên, lê ewa min kirî şîroveyek subjektîve. tu êrîş tê de nîne. te xêre? min tu konservatuar ne xwendiye lê ez ecemîtîya gîtarjenekî ji tinîyên ewil dizanim, kesê hinek ji muzîkê fehm bike lê têne der ka muzîkjen çak dijene yan lewaz. lîfik gotiye blues pentantonîk e, belê muzîka botan jî li ser formên pentantonîk ango 5 dengan ava dibe. ev dengvedana pentantonîk taybetîyek muzîka botan e. lê ev dengvedan xwe di peyîzok/serêlî/lawijan de dide diyarkirin, ne piştrastim lê di stranên rîtmîk de dibe ku ev taybetmendî nebe. de ka li deng û enstrumentala ferît binêrin, guh bidin "meyreme", çi jenînek sivik e, heta dawî di xetekê de diçe. ka nimandina gelî w çiya w zozanên botan di enstrûmentalê de? vî camêrî her gotiye min konservatûar xwendiye û ferît serkeftîye lê behsa tilîyên ferît nekirye ku bi heman şêweyî li heman xalên têlan dikevin. ka guh bidin ho reşo. ji bilî çend kêlîyên "li me nas tên" qey ne her eynî jenîne? tu afirînerî di albûmê de nîne. paşxaneya albûmê: di çend lehzeyan de formên amadeên bluesê û melodîya yekxet, yekdeng a stranên botan. |
|
26.05.2020 00:01 ~00:09 |
hespêsor
|
5. Hespêsor îşev here ji xwe re heta sibehê guhdarîya Nick Drake bike piştre dîsa guhdarîya ferit bike. Hunermend carna dixwazin ji karên bi endezyarî bêhtir gîyanekê bidin pêş. Bijartina her hunermendî cuda ye. Ferit jî ji xwe re şêwazek wisa bijartî ye. |
|
26.05.2020 00:20 |
soryazyus
|
6. ev radîkalîya şirnexîyan a dorgirtina ferît komîk e. heger ferît amedî ba wê evqas xwe sor nekirban. erê fehm dikim serê çil salan ciwanek ji şirnex derketye lê xelk ne mecbûrin hij muzîka wî bikin. çima ji ferît hezbikim yan heznekim? ev şîroveyên min subjektîvin, relatîvin, li gor kesan tên guhertin. min jî ya xwe got. ez behsa muzîka wî dikim, min tiştekî ji dervey mijarê nenivîsî. ger hûn nizanin suhbetên wisan bikin ev problema we ye. di muqayesekirina sîmir rûdan de min behsa hostebûna wî a li ser gîtarê kir. mijaran ber milên bê peywendî ve nebin da ku ji xwe re gotinek dîtir peyda bikin. |
|
26.05.2020 00:42 |
hespêsor
|
7. min ji dengê gîtarê hezkir bes éleqa wê bi stranê ve tunne . |
|
26.05.2020 01:57 |
shwinsherm
|
8. Camêrekê li vir gotî bû "ferît ne gîtarîstek baş e" |
|
16.06.2020 18:34 |
soryazyus
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |
|
tirşik forûm [1] |
|
tirşik forûm [1] |