Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
the grapes of wrath - tirşik
the grapes of wrath
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Navê kitêba john steinbeck e.
pirtûk bi navê gazap üzümleri bo tirkî hatiye wergerandin. Min jî jixwe bi tirkî xwend mixabin, ne îngîlîziya min heye ne jî wergera kurmancî ya vê romanê heye.

zimanê nivîskêr gelek gelek xweş e, ev romana wî ya çaremin e ku min xwendiye ez bawer dikim ezê hemî romanên wî bixwînim. Qelema wî pirr zede xurt e, ji taswîrên wî jî ji analîzên wî yên civakî jî meriv têderdixe ku li ser rastiya civata xwe serwext bûye.

roman qala malbatekê dike, lê di ser serpêhatiya trajik a malbatekê qal û behsa rewşa ekonomik û sosyolojik û siyasî ya feqîr û xizanên amerîkayê dike. Bûyerên romanê di salên 1930an de dibuhure. Wek tê zanîn di sala 1929an de qeyraniya mezin a cihanê diqewime. Ne tenê li amerîkayê li seranserî dinyayê xelayeke mezin pêk tê.
ez zêde naxwazim kite bi kite behsa romanê bikim loma ezê di ser re derbas bim, bêyî ku bikevim hûrguliyan hindek behs bikim.

malbateke me heye gundî ne, dema ku traktor li gundan belav dibe sîstem ji wan re dibêje êdî nema pêdiviya me bi we maye, çimkî karê ku bîst kes nikarin di heftêyekê de bikin, traktor di rojekê de dike. Ew malbat û malbatên dî hinekî li ber xwe didin lê ji ber zextên şîrket û polêsan nikarin zêde li gundê xwe bihewin û ji oklahomayê berê xwe didin kalîfornîyayê ango koçî li wir dikin.

îjar ez bêjim çima koçî li wir dikin: li vê derê nivîskar rexneyeke tûj li pergala kapîtalîzmê tîne. Hemî xwedan erdên mezin û şîrketên mezin ji bo ku li ser ked û xebata karkeran zengîn bin yanî li ser xwîn û xwêdana karker û gundiyan kar'eke mezin bi dest bixînin heqdestê cotkar û rênçbêran her care kêmtir dikin. Sîstemekê saz kirine; em bêjin ku karekî heye ku bi qasî 300 cotkaran safî dibe lê diherin gazî li 3000 cotkaran dikin. Û dibêjin saeta heqdestê we 10 cent e lê gundi jî ji ber birçîbûnê çarneçar qebul dikin. şîrketan li eyaletên paşdemayî belavokan belav dikin. di belavokan de tê gotin ku li kalîfroniyayê gelek kar heye.

malbata me bi kamyona xwe ya xirbe bi qasî 2000 mîl rê diçin, ew rêçûna wan bi mehan diajo, ez ne şaş bim bi qasî 70 dolara wan hene û du heb beraz ser jê dikin û heta digêjin menzîla xwe 13 kes bi mehan di rê de qîma xwe pê tînin. Carinan bi rojan birçî dimînin. (min ev roman di pênç rojan de xelas kir, heta min xelas kir ez dibêjim qey min 5 kîlo li xwe zêde kir, çimkî karekterên me her gav birçî bûn û her û her xeyala goştê berazan dikirin, hinge tirsa birçîbûnê li min jî peyda dibû hama dema min kitêb dixwend min xwarin jî li cem xwe hazir dikir. Her gav xeyala goştê biraştî ya berazan dikirin ger di kesabxaneyên kurdistanê de beraz bihata firotin teqez ezê biçûma bistenda û bixwara)

yek jê karekterekî sereke tom joad e, roman ji hepsê derketina tomî dest pê dike. Roman wisa serkeftî hatiye hundandin ku dema meriv diqedîne ferq dike. Dema tom ji hepsê derdikeve li ser rê kusîyek dibîne, zeft dike û bo ku ji birayên xwe re bibe bi xwe re dibe. Kusiyê di nava saqoyê xwe de asê dike û dike bin çengê xwe, bi rûpelan kusî dike ku xwe ji destê wî xelas dike, diperpite, li ber xwe dide lê nikare. Ev destpêk jî kurteya romanê ye.

roman bi awayekî metaforîk propagandaya sosyalîzmê jî dike lê wisa xweşik li hev tîne ku neyarên sondxwarî yên sosylîzmê jî dê tucar xwe lê eciz nekin. Hemî rexneyên wî û hemî tespîtên wî hê jî zîndî ne.
awropayîyan çûn binecîhên amerîkayê kuştin, mal û milk û erdên wan zeft kirin, dagir kirin lê piştî modernîzmê jî li ser erdên dagirkirî îjarî li ser hevudu zilm û pêkûtîya feodalîzmê pêk anîn.
ji rojhilatê ber bi rojavayê bi qasî 300 hezar gundî î cotkar koç dikin lê li ber du sê şîrketan nikarin dengê xwe bilind bikin. Yanî di vir de em dikarin bêjin ku rewş û hale feqîran hê jî wisa ye.

dema min kitêb xwend kurdên me yên karker û gundi jî hatin bîra min. li rojavayê xelk ji bo karkeran dibêjîn orkî. Peyva orkî’yê wek heqeret bi kar tînin. Li tirkiyê jî ji bo kurdan peyva kiro’yê wek heqaret bi kar tînin. Rojavayî ji bo koçkiran dibêjin heqê wan kuştin e, sirgûn e, birçîbûn e, dilê wan ti carî li hale wan naşewite, em heman tiştî li tirkiyê jî dibînin.

sahneya dawîn jî gelek xweş bû lê ji bo ku tehma devê we xira nebe ezê nenivîsim.

bixwînin û bidin xwendin.
nave oklahomayê bikin Kurdistan nave kalîforniyayê jî bikin tirkiyê, hûn ti care nekevin gumanê bê roman behsa kurdistanê dike yan na.



25.05.2020 23:45 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» the thing

Kategoriyên mijarê:: weje pirtuk weje pirtuk weje pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî