Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    18 mijar û 27 peyam
    lîseyên îmam û xetîban - tirşik
    lîseyên îmam û xetîban
    (0) (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. Bi tirkî: "imam Hatip lisesi" kurtasî: "ihl"

    dibistanên ku Li Tirkiyê wekî Dibistana navîn û lîse 6 sal perwerdehî dide. Vekirina wan dibistanan pêşî perwerdekirin û haziriya Îmam û xetîban e lêbelê xwendekarên xwe re wekî lîseyên din dersên bîna matematîk, Tirkî, biyolojî, geometriyê hwd. Jî dide ev jî îmkan dide ku merivekî ji vir mezûn bibe dikare bikeve îmtihanan û her beşê zanîngehan de bixwîne. Bibe doktor, polîs, mamoste hwd.

    Ji aliyê siyasî ve:

    Ji aliyê Tirkiyê/Kemalîstan ve armanca rast ya Vekirina wan lîseyan siyasî bû, wextê komara Tirkiyê tê damezirandin dewlet dixwaze welatiyên xwe yê dîndar bi destên xwe ve kontrol bike, Tirkiye pêşî medrese, zêw û dergeh tev digire paşî cihê wan de sazîyên dînî wekî Îmam Xetîbê û Diyanetê vedike da ku dîn ji destên wê nefilîte, bi nêrîna xwe ve rê bide wan.

    Dewlet piranî kontrola xwe li ser dîndaran bi vî awayî didome carcaran ji kontrola xwe derdikeve tevdîrên xwe distîne.

    Di dîroka Tirkiyê de Lîseyên Îmam û xetîban her çax ji bo qezenckirina meriv, kadroyan rê da cemaet, terîqet û partiyên îslamî re.

    necmettin erbakan bi xwe gotibû: "lîseyên Îmam û xetîban bexçeyê li pişt me ye"

    Kesên ku diçin wan mekteban piranî cemaet, terîqet û partiyekî îslamî re eleqeyê wan hene. Girêdayî yekî wan in û zêde polîtîze ne. Armanca wan ê siyasî, ciwakî, dînî, şer'î hene.

    Di salên 1997 an de Tirkiyê ji bo ku berê wan were girtin puana wan ê ketina unîversîteyê kêm kir û beşa wan ê navîn girt tenê beşa lîse ma. Kesên ku diçibûn wan mekteban di nav mexdûriyetekî de man îmkan nebû unîversîteyê qezenc bikin. Aliyekî din jî dema ku jin sergirtî bi şalpe re dikaribûn bikevin unîversîtê gerek bû serqot bêşalpe biketina.

    Ne tenê be jî Yek jî sedema AKP û rte ev bû li ser vî mexdûriyetê siyasetê xwe kir û bû iqtidar. Rte bi xwe jî xwendekarek liseyên Îmam û xetîb bû cara ewil serokwezîrek Tirkiyê ji vê liseyên dihate iqtidarê

    Piştî AKP gelekî mektebên navîn û lise guhertin û kirin mektebên Îmam Xetîb ji ber ku kesen ku van lîseyan mezûn dibin piranî rayên xwe didine partiyên îslamî

    Ji aliyê perwerdehî ve:

    Kesên ku dîndar in û dixwazin zarên wan perwerdehiya dinî û dinyewî herdu jî bistîne dişîne wan mekteban

    Van dibistanan de perwerdeya li gorî dînê Îslam û mezheba sunnî dersê didin. Xêncî îslam û sunniyan dîn û mezhebek nayê hînkirin.

    Dersên ku zar dibînin bîna Qur'an, zimanê erebî hwd. ne lê qelîteya dersan kêm e, kesên ku ji vê lîseyê xilas dikin %1 erebî hîn nabin.

    Mamoste û îdareya wan mekteban zêde otorîter û hişk in

    Xwendekarên ku mezûn dibin piranî Ji aliyê Exlaq û îbadetê re kêm ji polîtîzebûyîn re xurt e. Yanî merivekî dibêje ez Şerîat dixwazim lêbelê nimêj nake.

    Gerek e dewletek ne mektebên dînî ji bo kontrolkirina dîndaran veke ne jî wan ji bo siyasî bigire, bîna Amerîkayê û Ewropayê kê dixwaze wekî weqf bikare mektebên dînî veke, gelekî dewletan de dêrên xristiyanan mekteban vedikin. Dewletek gava wan qedexe dike radîkalên wê dînî re rê vedike. Lêbelê tirsek jî heye Îslama siyasî ne vekî xristiyanan e em dîroka Misilmanan binêrin ji muaviye bigire heta niha hedefa wan iqtidarbûna dewletê ye, nêrîneke wan ê sivîl tune ew jî talukeyek e li pêşiya me, serbestiya cemaet û terîqetan jî wekî paradoksek li ber me disekine. Demokrasî boyî wan tenê amûreke heta bibin îqtidar. Dibêjin dinyayê de partiyeke îslamî gava bi hilbijartinan re bibe desthilatdar êdî bi hilbijartinan re naçe, gelekî mînakê wan hene.

    Ji aliyê Kurdayetiyê ve:

    Berê kurd medreseyan kurdî de ders digirtin, bi hişmendiya kurdî dixwendin, xwendin û nivîsandina kurdî pê herfên erebî hîn dibin. Kitêbên feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî bi kurdî dixwendin. Kesên ku diçibûn medresê hem ruhê wan ê kurdayetiyê hem jî zimanê wan ê kurdî saxlem dibû. Helbet medreseyan de gelekî kêmasî û şaşî jî hebû lê cihê vê ne li vir e niha em behs bikin.

    Dewleta Osmaniyan û tirkiyê berê Kurdan bigire û ji wan asîmîle bike siyasetên xwe de ji dînê îslamê wekî amûrekê her tim bi kar aniye. Dîndarên kurd wekî çetelekî di nav du rê de tercîhekî dikin misilmantî yan jî Kurdbûnê û tercîha xwe Misilmantî kirine ev jî kurdayetiyê wan qut kiriye.

    Wan lîseyan de qehremanên tirkan Millî û dînî pêşiya Kurdan datînin bîna necip Fazil kisakurek, Mehmet akif ersoy hwd. Wekî Pêşengên îslamî nîşan didin. Mifredata lîseyê bi hişmendiya tirk û îslamê ye û gava yekî here li vir bingeha kesayetiyê wê rasterast diguhere.



    2020.05.27-00:25 | mîr

    3. Bi saya wan her diçe tu bîr û bawerî bi ol û oldaran namîne. Bi kêrî tu tiştekî nayên. Çiqas xwendevanên lewaz û sist hebin diçin wan dibistanan.



    2020.05.27-02:10 | afa

    4. Kesên diçin li wir dixweynin pirahiya wan qaşo xwe perwerde dikin û ilmê îslamî hîn dikin belê hîn dikin lê bi ilmê xwe 'emel nakin, tev li pey malê dinyayêne tev bilxurcîne, ji meletî û xetîbiyê bêhtir bi zikên wanî bi ser devê wan dikebe tên naskirin le pey loqane dema kadroyek jiwanre tê êdî dinya xeradibe avadibe ne xema wane biratiya wan û mislimana jî wekî biratiya gelane.



    2020.05.27-14:09 ~14:10]| shorbevan

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    knock knock [1]
    (bnr: teq teq)...
    aramî û bêdengiya li ser tirşikê [1]
    Ji ber kêm nivîsînê dîsa ketiye rojeva tirşikê. Nizanim çima lê heye k...
    aramî û bêdengiya li ser tirşikê [1]
    tirşikê hê nekarî ye vê derê bike qadeke popûler ku ev aramî û bêdengî...
    rêya kadizkê [3]
    KOMA Stêrka kû di fezayê dE YE. Nêzîkî 200 AN Jî 400 MILYAR Stêrk di k...
    esnafên nimêj dikin [1]
    Esnafên ku Gelemperî bo karê wan baş here û bobalet bi ser wan de neyê...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » lîseyên îmam û xetîban
    » îmam şafiî

    Kategoriyên mijarê:: perwerdehi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî