1. (bo mijarê li beşa fîlmê binêrin) gêjê Meng Shao Fei xwe diavêje ber guleyên Tang Yi û birîndar dibe. piştî piçekî baş dibe, her du dikevin nav ciyan (a rast nexweşê me ser nigan bû û mafyayê me ber hezkiriyê xwe ketibû ser çongan asdfgh) oo xwedêyo... min got qey ew ê operasyoneke +18 bike lê fesadiya min belasebe bû ji kêfan hindik mabû bifirim ji ber ku tang yi radibe birîna guhpelo maçî dike... çi romantîk e yaw. ^_^ bi ya çavderiya min a li ser rêzefîlmên history 3: make our days count û history 3: trapped û history 2: obsessedê ev e ku senarîstên van rêzefîlman ne çîrokên hevzayendxwazan lê yên bîseksûelan vedibêjin. bi ser de dikarim bibêjim ku bîseksuelî îdealîze dikin. ji ber ku lehengên me mîna gelemperiya ferdên gay ên dinyayê serpêhatiyeke nasnameya zayendî najîn. mêrik hevûdin dibînin û kêfa wan ji hev tê û dibin dergistî. bi rastî jî tiştekî îdeal e. di romana mulksuzler a ursula kroeber le guina rehmetî de jî tiştekî wiha dihat resimandin. zayendî ne muhîm e, mesele hezkirin an dilketin e. her wiha bi taybetî di vê rêzefîlmê de têkiliya jack û polîsê din ê gêjik di vê îdealîzmê de dibe mînak. madem navê wan hat bîra min, şeva pêşîn a vê cotê me yek ji favoriya min e di rêzefîlmên dinyayê de. henûniyek, dilsafiyek û ez çi zanim, delaliyek wiha tune ye. dema min lê dinêriya, ji kenan goştê rûyê min êşiya. ^.^ bi saya vê: (bnr: rojên karantînayê) |
|
28.05.2020 23:19 ~23:40 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
![]() |
kurdgpt [1] |
![]() |
kesrewan [2] |
![]() |
bismil [2] |
![]() |
tiştên ku bêhemdî kenê mirovî tînin [1] |
![]() |
epictetus [1] |