Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
history 3: trapped - tirşik

Keseke nenas polîsekê û serokê mafyayekî dikuje, Tang Yi (Chris Wu)yî jî birîndar dike. Bi mirina serokê mafyayê Tang Yi dibe serokê nû. Ji ber hin sebebên taybetî mifetiş Meng Shao Fei (Jack Hsu) baw...
(1 şîrove)
history 3: trapped
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bo mijarê li beşa fîlmê binêrin)
rêzefîlm ji 20 beşan pêk tê. hin ji wan ancax 15 dq ne. di navbera tarîxên 04-16-2019 û 06-12-2019an de hatiye weşandin. cureya wê yaoi (bl/boys' love) ye. dilê polîsek dikeve serokê mafyayekê. hin beşên piştî 10an, ji hêla polîsiyeyê ve gelek serkeftî bûn, aksîyon kelecanî dida mirov. lê meseleya senarîst ne ev cure ye, romantîzm e. loma heta ji destê wî/wê hatiye, polîs daye ber guleyan bo serokê mafyayê û wî rebenî jî kiriye girî. ew digirî, em bi wî re digirîn. Tang Yi ku seme ye, ji hêla rind û xweşiyê ve çiqas bûye mînaka rêjeya zêrîn a leonardo da vinci, Meng Shao Feiyê guhpel û çavbelok ê ku uke ye, hewqas dijmînaka vê formula matematîkê ye. û êdî kêfa min pir ji vê pevrebûna xweşî-nexweşiyê tê. ev taywaniyan çima vê dijîtiyê wekî nêrîna bedewiyê bi kar tînin, nizanim, lê êdî çavê min jî hîn bû. êdî bi rehetî dikarim bibêjim, law serpehatiyeke romantîk ma ne heqê kesên "nebedew" e jî? ma li ser rûyê erdê tenê yên xweş û bedew û ciwan aşiqê xelkê dibin û tiştên xweş û baş dijîn! xwedê qedera wan nexweşikan bide yên mayî. asdfgh

rêzefîlm di viki.comê de 9.7 (6177 kes) puan standiye. ji ber ku di vê bazarê de nû me, nikarim şîroveyeke bêalî li ser vê puanê bikim. lê bi min di nav rêzefîlmên dinyayê yên hevcûre de 75 puanê heq dike. Ji ber ku lîstikvaniya lehengan baş bû ji xêncî sehneyên hevmaçîkirinê. ji ber ku di van sehneyan de yekî maçî dike, yê din çavê xwe bel dike mîna pûtan disekine û berevajiyê wê. senaryo jî, êhh ne xerab bû. mirov dikare lê temaşe bike.


gêjê Meng Shao Fei xwe diavêje ber guleyên Tang Yi û birîndar dibe. piştî piçekî baş dibe, her du dikevin nav ciyan (a rast nexweşê me ser nigan bû û mafyayê me ber hezkiriyê xwe ketibû ser çongan asdfgh) oo xwedêyo... min got qey ew ê operasyoneke +18 bike lê fesadiya min belasebe bû ji kêfan hindik mabû bifirim ji ber ku tang yi radibe birîna guhpelo maçî dike... çi romantîk e yaw. ^_^


bi ya çavderiya min a li ser rêzefîlmên history 3: make our days count û history 3: trapped û history 2: obsessedê ev e ku senarîstên van rêzefîlman ne çîrokên hevzayendxwazan lê yên bîseksûelan vedibêjin. bi ser de dikarim bibêjim ku bîseksuelî îdealîze dikin. ji ber ku lehengên me mîna gelemperiya ferdên gay ên dinyayê serpêhatiyeke nasnameya zayendî najîn. mêrik hevûdin dibînin û kêfa wan ji hev tê û dibin dergistî. bi rastî jî tiştekî îdeal e. di romana mulksuzler a ursula kroeber le guina rehmetî de jî tiştekî wiha dihat resimandin. zayendî ne muhîm e, mesele hezkirin an dilketin e. her wiha bi taybetî di vê rêzefîlmê de têkiliya jack û polîsê din ê gêjik di vê îdealîzmê de dibe mînak. madem navê wan hat bîra min, şeva pêşîn a vê cotê me yek ji favoriya min e di rêzefîlmên dinyayê de. henûniyek, dilsafiyek û ez çi zanim, delaliyek wiha tune ye. dema min lê dinêriya, ji kenan goştê rûyê min êşiya. ^.^

bi saya vê: (bnr: rojên karantînayê)



28.05.2020 23:19 ~23:40 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» history

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî