Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
kêmasiyên alfabeya kurdî - tirşik
kêmasiyên alfabeya kurdî

Navê mijarê ya ewil ev bû:alfabeya kurdî kêm e
(5) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. ez bala xwe didimê gelek dengên ku di kurmancîya rojevê de hene bi alfaba me nabe .

ji bo vê kêmasîyê alternatîfa tîp veqetokê (kesme isareti) heye lê ka we çend derbî dîtî ye ku me wisa nivîsî ye ?
h'erf
e'h'med
ça'v
bi we jî tewşo tê ne wilo ?

ع غ ح van herfan di kurdî de hene û cîhê xwe girtin e .

du kurmancî de "rr" û kurdîya navendî de "ll" heye .

ka we kî nerrîn nivîsî ye ?
neřîn(a rast)
diłekem (soranî)

ka ?(nerde) û ka (saman)
kar(iş) û kar(keçi)

du k yên cuda ..

di zazakî de ğ heye ma qey di kurmancî de tunne ?
ağe , ğezal ,ğerîb,şoğil gelek mînê wê henin .
ğ û x du dengên ji hev cuda nin .
lê hêj em didomînin ..
erê ğ di kurmancî de xweş nasekine
û jixwe ez jî na xwazim ğ binivîsim
ji bo vê yekê jî qombînasyon henin
"gh"
aghe, ghezal,gherib,şoghil
erê peyvên ku ğ têde hene hemû ne kurmancînin lê di rojevê de van peyva henin .

lê di kurdî de ghêj/ghîjtin heye û kani li nav qombînasyonê kevi .
ez ne zimanzan im lê ev pirsgirêk e û divê bê çareser kirin .

c.é.bedirxan qey gêj bû ?
ma qey wî kurdî nizanî bû ?

-gava alfaba latînî bi 36+ herf derketana belkî alfaba latînî a kurdî xwe ne girtana .
bedirxan jî alfaba xwe bi herfên hewce çêkir yanî baqiltî kir ..

lê êdî dem ne a berê ye .
bi hezaran platform heye .
alfaba kurdî xwe girtî ye .
divê zanîst li ser alfaba me ya nû bixebitin.

edît 1
herfên zêde kurda ji alfabê , nivîsîn û xwandinê sar dike ..
-gelekî rast e , ka binere bê em çend kurd dinivîsin ?
ji çel milyonî pazde kes ...

kurdî û alfaba kurdî ne tiştek wilo ye ku tu bang millet ke .
kurdî ; éşq e , dilxwastin e , niştimanî ye .
ka kê ji mere got were nivîsê fêr bibe?
nekes ! kurdî me kişand ..

min ji kîjan hevalê xwer got wer fêr bib
bersiv : ka wê ji çirr bibe ?
ew wisa difikirin berzan keke tu li kîjan dinê yî ?
zaten ê dilxwaz dilxwazin û yê sar sarin .
bi hezaran siyasîyên kurd bi tirkî diaxivin .
kurd bûn ne qismetê herkesî ye û ne tiştek bi bangê ye .

ewro ewro ez ti derbê niqaşê bi kurda re nakim .
tehtil érda wan kir ye !

li ser înstayê
3 komên kurd --100 şopîner
30 komên kurd -- 100 şopîner (ên berê ew jî)

ker û kker
yê kk fêr bibe kani " ķ " jî fêr bibe ne wisa ?



30.05.2020 03:54 ~17:52 | shwinsherm

2. Ez ne zimanzan im
lê bi qasî ku ez dizanim
ez dixwazim yek do mînakan bidim
li ser vê mijarê

di pirtûka samî tan ya bi navê rêzimana kurmancî de.
qala 'ü' ya ku di tirkî de derbas dibe, dike.
peyvên bûk, çûk û hwd. dema tên xwendin nêzîkî 'ü' ya di tirkî de derbas dibe, tê xwendin.
yanî bi kurtasî ne wek 'û' ya kurdî, deng derdikevê holê.(bük,çük)

li gorî vê yekê divê na xwe em di alfaba kurdî de vê tîpê jî tevlî bikin.
lê ev wê pirsgirêkan jî bi xwe re êne.


ji xeynî vê na çend tiştne din jî hene, ku guncav bûm, ezê wan jî li vir binîvîsim *



30.05.2020 11:08 | merwano

3. Kêmasiyên ku tên bilêv kirin ne kêmasiyên alfabeya kurdî ne ,kêmasiyên kêm xwendin û nivîsandinê ye.
Her wekî din , kurd jiyana xwe de kurdî zêdetir bi kar naynin.Niha zimanê îngilizî her kes kêm zêde dizane çawa ye.Nivîsandin û gotinê de ji hev cihê ne.
Heke em bixwazin , em dikarin alfabeyek 50 herfî çêbikin lê ev tişt hînbûn û nivîsandinê wê bike xeterê û dijwartir bike bêhtir wê gel ji xwendin/nivîsandinê sar bike.
Ev Kêmasiyên ku tên zimên ne ji bo kurdan in , ji bo kesên ku kurdî nû hîndibine.Ji ber ku kurd jixwe zimanê xwe û peyvên zimanên xwe dizanin û dizanin wê çawa bilêv bikin.Dema ku hevokek xwendin dizanin ew kar û kkar , kêr-kkêr tên çi wateyê.Lê wisa dizanim ku peyvên ku dû re ketine zimanê me de bilêvkirina wan de divê bi tîpên erebî anku wî zimanê de bê bi kar anîn.
Ez ne zimanzan im lê mîr celadet alî bedirxan vî yekê baş çareser kiriye.
û li ser bûk û çûk dikarim vî bibêjim , li herêma serhedê bi û tê bi kar anîn , tîpa ü li vir hîç nîne ti peyvekî de.
Welhasil beriya van nîqaşan divê ewil em alfabeya xwe hînê her kurdekî bikin.



30.05.2020 13:25 ~13:27 | brzn

4. dengê navbeyna k û g tuneye
k - karker
g - genim
~ kg - kadîn, kavir, karwan, û hwd



31.05.2020 00:04 | afa

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» kêmasiyên tirşikvanan
» alfabeya kurdî ya ku hemû dengên kurdî dihewîne
» kurdîstan a sor û bêdengîya rêxistinên kurd

Kategoriyên mijarê:: ziman cand ziman cand ziman cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî