Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 17 peyam
history 2: crossing the line - tirşik

Zi Xuan berî qezeyekê lîstikvanekî serkeftî yê voleybolê bûye. Lê piştî qezeyê dev ji lîstinê berdide û dibe menejerê tîma lîseyê. Ji ber valahiya kadroyê tije bike, xwendekarekî nû yê bi navê Xia Yu ...
(1 şîrove)
history 2: crossing the line
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bo mijarê li beşa fîlmê binêrin)
rêzefîlmek 8 beşî ye li bin seriya history-yê û di sezona duda de hatiye weşandin. mijar û cureya rêzefîlmê boys' love-a sporî bû. ez û xwişka min pevre temaşe kir, piştî xelas, me xwest voleybol bilîzin. hewqas kêfa me bi voleybolê anî.

heta niha min 5 rêzefîlmên wê seriyê temaşe kirin. erê min ji drama history 3: make our days countê pir hez kiribû lê çîroka vê rêzefîlmê (bi taybetî çîroka Zi Xuan û Xia Yu Hao-yî) ez helandim. mîna çîrvanokekî bû. tu fehşkirin tune bû, bi çavdêriyeke serkeftî jiyana hîsî ya xortên cehel vegotiye. xwezayiya dilketinê ya wî emrî bi nêrîna mezinan xera nekirine. her tişt saf û jirêzê bûye. hele lîstikvaniya Xia Yu Hao-yî (Fandy Fan) xelata oscarê heq dike. xortiko bûye mînaka dersa "divê lîstikvanî çawa bibe?" ya beşên tîyatroyê. lê ne tenê lîstikvaniya wî, her wiha derhênana sehneyan jî xweş bûn. xemilandinên biçûk ên bi ronahiyan û rengên jîndar çîrvanoka bingehîn xurttir kiriye. hêmanên komediyê jî giraniya evîndariyê sivik kirine. de were bi heyrenî lê temaşe neke.*

lê rexneya min a neyînî ev e: geşedana têkiliya Wang Zhen Wu û Wang Zhen Wen pir li paş maye. erê, dema mirov lê dinêre, fîlmekê cuneyt arkın tê bîra mirov a ku xwişka wê heye, lê dema ku hîn dibin, ew ne xwişk û birayên heq in/ ne ji heman dêûbav in, di wê kêliyê de dilê wan têdikeve hev. mijarek provaktîf û tehmnexweş e. lê madem bûye mijara rêzefîlmê, mirov li benda sehneyên dramatîk dibe. lê tiştekî wiha nabe. ha heke bibaya, wê biketa ber mijara lehengên sereke û wê balansa senaryoyê xera bikira. bi vê rewşê xwe jî okey e. rexneya din jî ev e: 8 beş jî qala lîga voleybolê ya navlîseyan kirin, lê me ew maç neditîn. meraq dikim gelo Xia Yu Hao çawa lîstiye. ./


ez bûm heyranê Xia Yu Haoyî. dema hêdî hêdî dilê wî dikeve Zi Xuanî, mirov bi temaşekirina jest û mîmîk û ken û kelecaniya wî têr nabe. hêcana evîndarên nû yên berî teklîfê li ser hemû rûyê erdê eynî ye. lê Zi Xuan ji ber maçê rabû dilê lêwik hişt, ez qehirandim. çarçavo!


ji vê rêzefîlmê vê peyvê jî hîn bûm:
(bnr: fujoshi)

bi saya (bnr: rojên karantînayê)
(bnr: bl)



30.05.2020 16:26 ~2022.10.12 22:01 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» history 3: make our days count
» the island
» line

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî