Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
xwepêşandanên li hember tundiya polîsan li dya'yê - tirşik
xwepêşandanên li hember tundiya polîsan li dya'yê

Navê mijarê ya ewil ev bû:xwepêşandanên li hember tundiya polêsên li dya'yê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Xwepêşandanên ku bi kuştina goerge floydê, ku mirovek reş e, ji aliyê polêsek dest pê kirine û belavê her aliyê DYA'yê bûne.

Vîdeoya ku hatiye girtin de polêsek lingê xwe li ser qirka floyd bêyî xema wî be dişidîne û difetisîne ku floyd dibêje "nikarim bêhna xwe vedim". Piştî bûyerê floyd dimire û bi vê vîdeoyê li her derê Amerîkayê mirovên çi reş çi sipî tev bertek nîşan didin û dixwazin polês li gorî reng û etnîsîteyê cihêkarî nekin û yên tundiyê dikin werin darizandin.

Vîdeoya ku bûye rojev:




Nûçe: Here lînkê



31.05.2020 14:22 | xelîl

2. bûyera ku bûye benîştê devê bernameçêkerên nûçeyên tirkan.
3 4 heb derdikevin tv yê û behsa mirovahî ,wekhevî û yekitiyê dikin û bi van tiştan jî dya yê tawanbar dikin.Li gor wan dya reşikan heznake û cudahî dike navber.
de were nekene. de were nede çêrra.



31.05.2020 21:49 | brzn

3. Mî û bizinek rojekî bi hev re ketine rê ji xwe re têr geriyane û hatine ber çemekî nikaribûne ji çemê derbasê aliyê din bin, bizin gotiye ha li wê derê ava çemê teng dibe em dikarin li wir xwe bavêjin.

Wextê hatine cihê teng bizin ji mî re gotiye "kerem ke pêşî tu xwe bavêje aliyê din" gava mî ji xwe davêjê boçikê wê radibe û qûna mî vedibe, îja hirehira bizinê ye hem dikene hem jî dibêje "hhh min qûna te dît hhh min qûna te dît!!!"

Meseleya Tirkan wekî wê bizinê ye, qûna wan daîm vekiriye bêderpî digerin lê gava salawext qûna yekî bibînin pê wijdana xwe sar dikin, kêfa wan tê.

(Keno) rewşenbîrên Tirkan buyerên DYA nîşana me didin qey wan zebaniyê cehnemê nînin melaîketên xwedê ne...



31.05.2020 23:01 | mîr

4. xwepêşandanên ku belavê ewropa û dinyayê dibe. li brîtanyayê jî ji ber cihêkariya polêsan a li hember mirovên reş, hezaran kes li kolanên londrayê bi slogana "black lives matter" (jiyana reşikan hêja ye) meşiyane. Here lînkê



03.06.2020 21:33 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwepêşandanên li hember tundiya polîsan li dya'yê

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî