Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
zêdebûna şiroveyên bi kurdî di bin videoyên youtubê de - tirşik
zêdebûna şiroveyên bi kurdî di bin videoyên youtubê de
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Wan rojên dawî xeylek zêde bûye.
Kurdinûsan ewilî li ser twitterê cihên xwe qayîmkirin êdî niha li ser hemû malperên medyaya civakî jî xweş dixebitin.



31.05.2020 19:19 | elaziz izzetpasa camii

2. Yek ji encamê çalakiyên min û yê wek min e. Ev çend sale heye ku bi sedan şîrove min di bin vîdeoyê youtubeyê de bi kurdî nivîsîne û gel jî vexwandiye bo kurdî binivîsin. Lê vê çendê bala min jî kişande, hêdî hêdî şîroveyên kurdî zêde dibin. Car caran dibînim ku hişyarî tê ku şîroveya min ya çend sal berê hineka ecibandiye. Piştî ewqas ked û xebat vaye encamê wê em dibînin. Dema şîroveyên kurdî li binê vîdeoya dibînim, taybetî jî di vîdeoyê tirkî de ez wek zarokê cejna kêfxweş û bextewar dibim.



31.05.2020 21:25 | tîrêj zana 21

3. Rastî tiştekî erênî ye. Hêvîdarim êdî li bin vîdeoyan tenê şîroveyên kurdî bibînin.



31.05.2020 22:08 | yûsiv

4. kurdên rojava êdî bi latînî dinûsin hepkî ji vê ye jî .



31.05.2020 23:26 | shwinsherm

5. ev nêzikî 3 sal çê bû ye ku ez bi kurdî dinivîs im.
ewil bi xêra twîttirê min bi dest vî karê pîroz kiribû
piştre wek her neteweyekî, min jî nivîsandina zimanê xwe di jiyana xwe de jî didomand.
Her wiha yek platformek jî youtubebû.
helbet di destpêkê de çewtiyên min pir zêde bûn.
car caran ez şiroveyên xwe di bin vîdeoyê stranên kurdî û hwd. de dibînim û pir şanaz dibim
çewtiyên xwe jî ferq dikim *
piştre sererast dikim

her wiha di van salên dawî de peyamên kurdî pir zêde bû ne û heya ji min tê ez tenê şirovên kurdî diecibênim û bi saya vê jî xwediyê şirovê careke din jî hem şirova xwe dibîn in û hem jî vîdeo careke din tê temaşekirin *



31.05.2020 23:50 | merwano

6. bi zor û bandora stranbêj , danasîna vîdyoyê li ser youtube (bi du zimanî kirin) ,sipasî û bersivdayîna youtuber jî dibe sedemên wî ku şîrove kurdî bin.
Lê teqez stranên zêde kurdewar jî ji bo 3 4 xulekan mêjiyên me dikin kurdî û em nizanin çawa ew formata zimanê kurdî davêjin mêjiyên me de dibe sedema şîrovekirina kurdî.




01.06.2020 00:00 | brzn

7. Hevalekê min hene ku bi wan şîrovayên xwe li hember nijadperesta kêfa min tîne û bi vî hewldana xwe kenê min jî tîne (kenekî li ber dijminê ye). Li bin stranên tirkî Kurdî şîrove dike. Di vê kêliyê de dijmin diqehirin. Bersivên bêçare didin. Kena min li vê çaxê tê * hevalekî tirşikvan e. Xwe dizane, silav ezbenî *



01.06.2020 00:27 | kajav

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zêdebûna nivîskaran kêmbûna nivîsan
» şiroveyên li ser youtubê yên di bin vîdeoyên kurdan de tên kirin
» kurdîstan aktuel
» binik

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrnbj muzikstrn muzikstrnbj muzikstrn muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî