Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
bariş çakan - tirşik
bariş çakan
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Xortekî kurd ê ji Agirî ye. Tê gotin ku li enqereyê ji ber guhdarkirina muzîka kurdî ji aliyê sê dirindeyan ve hatiye lînçkirin û ji qelbê xwe hatiye kêrkirin û miriye.

bianet: Here lînkê



01.06.2020 11:48 | xelîl

2. dibejin sedem ji bo guhdarîya mûzîka kurdîye. wisa be an wisa nebe nizanim çima netewê me dikevin pey tiştên wiha.
bese êdî nebêjin em zûlmê dibînin, quştina barış me nîşandike kû kurd bûn bese ji bo sedeme qetlkirin.
ew me nefret dikin me heznakin zimanê me hebûna me heznakin eger kurdê kî bêje pirsgireka min tirkara tune bizanibe kû ew kurda kurdbûna xwe bîrkirye û hay-haş xwe tune.
dikarî bibî mirovekî baş û hemû tirk te hezkin hema çiqas başbî jî nikarî bibî welatparêz.
li ez jî van dinivîsim hema mixabin jîyana xwe tenê mirovekî başim çimkî welatê tirka dijîm.



01.06.2020 14:26 | doesntmatter

3. xortekî 20 salî li peytexta tirkiyê, ji aliyê 3 dêqehba ji dilê xwe hatiye kêrkirin.
cihê bîhuşt be, rehme xwedê lê be :(



01.06.2020 14:41 | merwano

4. li gorî gotina bavê wî dibêjê, kuştina kurê wî
li ser ezanê derketiye
li dora mala wan 3 eware dema ezan bang dide
bi dengekî bilind di erebê de stranan vê dikin.
bariş jî wan hişyar dike, ji bo ku dengê erebê kêm bikin
lê biya wî nakin û di qazî wî dikin.
ew jî xwe diberdê sikakê û di navbera wan de şer derdikevê.
û wî dikujin

Here lînkê

çi qasî rast e êdî nizanim :/



01.06.2020 18:11 | merwano

5. kuştina hatî ye serê wî û ya ku dewlet dibêje qet ne yeke .
em vê dewletê nas nekin wê me bixapînin zarê oryata .
pismamê bariş bixwe got wan kesan derbekê gefa li me kir ji bo stranên kurdî .
a dudya jî lawik kuştin.

hayê bav ji tiştekî tinne , wî jî gotina dewletê rast dîtî ye.
hevalê bariş wî hiştî û revya ye .
çend pera têx bêrîka wî dê bila a dewletê bêje gelekî hêsan e lê reva faşîsta tinne .



01.06.2020 18:15 | shwinsherm

6. Ewro,ma ji kagêz î sero wayirê çengê heri biyê,ew hekê ma û mafê bi qanuna nuştiyayibyayê ,kê şay ,gorê saredê xo,gorê kêyf waştişê xo ,ma bikiştê



01.06.2020 22:05 | zimistanî

7. Kesê ku ji aliye nijadperestên tirk ve hatiye kuştin. Di derbarê wî de gelek bûyerên ciyawaz tê gotin. Heya wezareta hundirîn jî daxuyaniyek weşand lê ya ku min ewil bihîst, digot ji ber stranê kurdî guhdar kiriye ji aliyê 3 çeteyê tirk an qereçiyê enqera ve hatiye kuştin.

Ê de ka kî dikare ji min re behsa biratiya van dagirker û hova bike. Ew me naxwazin, tehamûla wan ji me û zimanê me re tuneye. Îmana wan ji me diçe. Sebra wan li me nayê. Em jî ne nexweşê wan in. Ez çav li wan dikim qapaxa serê min diavêje. Îja siyasetmedar û partiyên me yê qaşo kurd, bi dûv wan ketine dê me bi zorê bikin birak.

Hama piştî bûyerê bi vî rengî hêrsa min ya li hember wan bêhtir dibe. Çiqas ew ji me û zimanê me aciz in, ez jî dû qat sê qat ji wan û zimanê wan aciz im. Niha di bihîstok û kombersa min de yek stranê tirkî jî tune ye. Û ev çend sale min stranê wan jî guhdar nekiriye. Yanê ji guhdarkirinê qesta min, min bi xwe venekiriye û li amûrên xwe bar nekiriye. Lê çi bivênevê li derdora mirov lê dide mirov carna mecbûrî guhdar dike.

Xwezî me jî nehiştana kesek li welatê me bi tirkî baxive û stranê tirkî veke. Lê hingî me go xwezî, zimanê me tevizî.



02.06.2020 01:00 | tîrêj zana 21

8. ciwanekî delal, ji bo guhdarkirina stranan bi zimanê xwe, ji aliyê nijadperest û kûçikan de hatiye kuştin.
pêvajo û dawî ne bi xêr xuya dike



02.06.2020 01:32 | afa

9. Xorteko seba goştarî kerdişê deyra kurdkî polê leyrê xenzîrê şamanîstan ra ameyo kiştiş. Nika ra pey pîze ên ra nêveşnena.



02.06.2020 15:03 | kajav

10. Ciwanek kurd e ji destê faşîstên tirk yên hovên moxolî hatî kuştin. ji ber ku kurd bû û sitranên kurdî guhdarî dikir hovên bê şeref êriş lê kirin û dan ber kêran kuştin.

heqême gelek heye li ser milê wan moxoliyan, yê di zikê maka xwe de heya pîrên li ber sikratê. deyndarên me ne û wê rojek were ku em deynê xwe bistînin...



02.06.2020 15:21 | de facto hozan

11. Bavê wî çi tiştekî ecêb derket, hê Roj di ser de derbas nebûye, derketiye tv yê û xeberdanên beredayî dike, kurê te kuştine, êdî ti ji çi ditirsî!



03.06.2020 05:09 | afa

13. Di derbara mirina Bariş çakan de, floodekeke li ser twîttirê:
Here lînkê

li vir çend vîdeoyê bavê wî parvekirine, gotinên bav hevdû nagirin
ji medyaya tirkan(Ajansa AA û A Haber) re gotiye ji bo ezanê
ji ya kurdan(K24) re gotiye mûzîk, lê kîjan mûzîke nizanê.

Ev mirin ji serî heya niha tevlîhev e
û bavê wî tiştna kêm dibêje an jî hemû derew in



03.06.2020 13:58 | merwano

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» bariş çakan

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî