Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
soranîkirina kurmancî - tirşik
soranîkirina kurmancî
(5) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. li ser pêşeroja zimanê kurdî de mijareke girîng e.
ez ne zimanzan im an jî nivîskarim ku di derheqê vê mijarê de tiştna bêjim. *
lê li ser vê mijarê rênas koçber bi nûdem hezex re hevpeyvînek kiriye.

Bi Nûdem Hezex re li ser soranîkirina kurmancî
rênas koçber: Li gorî gelek zimanzan û nivîsbêjen kurdî, soranîkirina kurmancî tiştekî normal e. Û dibêjin herdû jî zaravayên kurdî ne elbet wê danûstendinên bi vî rengî di navbera wan de çêbibin. Tu çi difikirî?

nûdem hezex: Dixwazin ji kurmancî û soranî zimanekî sentez / melez çekin. Wê deme ji herdû zimanan wê zimanekî “qantir / hestir" bize. Û hemû kes dizane zayendiya qantira / hestiran nîne.

Kurmancî û soranî du zimanen ji hev cê ne. Gramera wan, dersen wan, ferhengên wan... Ne bitenê ez dibêjim, realîte dibêje, Michael Chyet dibêje. Ti zimanzan soranî û kurmancî zimanek qebûl nake. Zimanekî nave wê kurdî e ji soranî û kurmancî pêk tê nîne. Polîtîkaya asîmîlasyonê ye; zazakî mirandin, kurmancî jî dimirînin, dikûjin... Tişta manîdar kurmanc, kurmancî dikûjin. Soran ne wisa ne ti tişten kurmancî li zimane xwe siwar nakin.

Kesayetiya daran bi lûlkirine vedigûheze. Mînak; tu dara zeytûne lûl dikî, dibe dara fisteqan. Ev demeke hin kes kurdî lûl dikin, dixwazin kurdî bimre. Jixwe hişmenda tirkî sazûmanî serobino kiriye îja em radibin boyax dikin. Hûn kûştina zimanê xwe (kurmancî) bi destên xwe dikin. Hûn dibêjin “wêj, wêjekar" çima “bêja" xwe dikin “wêj” eger hûn bibêjin “bêj“ gele we, wê ji we fêm bike. Tirsa we ev e? Dibêje, “bêje" di wateya edebîyatê de nabe. Çima “wêje” dibe û “bêje" nabe? Bi kurmancî “bêj" bi soranî “wêj” e. A bi soranî dibe, ya bi kurmancî çima nabe, sebeb? Ê nexwe nebêjin dengbêj, biwêjin dengwêj! Tu bibêjî kurdînivîs nabe, lê bibêje kurdînûs dibe, çima? Ma bi soranî “nûs" ne “nivîs” e? Kurdînivîs çima absûrt dixwîye? Weke mînaka “xwende û xwîner, wêje û bêje, nivîsbêj û nûser... “ yanî gava bi soranî be super e, li bi kupkurmancî be nabe. Mînak, kes nema êdî daçeka “bi…..re" bi kar tîne. “ligel- digel" ketîye penivîska hemû
kesî. Ji devla bibêjin “bi braye xwe Selîm re” bi kurdî(kurmancî
dibêjin; “li gel kak Selîm" bi soranî. Li cem min, li keleka min, li hemberî min, li rex min, bi min re.... kesen bi kurdî baş nizanin van daçekan nikarin bi kar bînin, ji hemûyan re dibeje “gel min." )

“Yekem car, yekemîn car, cara yekem, cara yekemîn." Her çar form jî ne bi hişmenda kurdî ne. Bi ‘kurdiya sentetîk’ in. Di klam / straneke beriya 20 salan de formeke wiha nîn e. “Cara peşî, cara yeke, cara ewil, û hwd." Hene di ‘kurdiya ekolojîk' de. Û her wiha di klam û stranen xwe de em dibêjin, “gel / milet / xelk” le di nivîsbêjiye de wisa nabêjin, eyb e. Em dibêjin “netew” sere me bi vê peyvê mezin dibe û bedena me biçûk dimîne. Pişt re hengî serê me mezin dibe, bedena me êdî nikare wî sere mezin hilgire.

Werhasil; xwebûna zimên, hebûna zimên e. Ji hêlekê ve tirkîkirina hilmendê ji hêla dî ve soranîkirina rêzimên! Hûn kurdî bi destên xwe tune dikin, DİKÛJİN!..

Ji soranî hez dikim lê ji zimanê xwe bêtir hez dikim. Ez kurmancîperest im. NET û ZELAL! Li dijî soranîkirina kurmancî, bijî kurdiya kupkurmancî!



02.06.2020 12:02 ~12:06 | merwano

2. (bnr: sormancî)



02.06.2020 12:44 | mîr

3. Karê jenerasyona nû ya Kurdên xwe ''entel'' dihesibînin. Ji bo zimanê me tiştek bixeter e. Dewlemendîya zimanî winda dike. Soranî bi Soranî xweş e ne bi Kurmancî. Kurmancî jî bi Kurmancî xweş e ne bi Soranî. Ev çend sal in di nav Kurdan de komek derketî ye, her diçe endamên wan zêde dibe, wê komê rîtî ye di zimanî de. Ji xwe re zimanek sentetîk çêkirîne û hema diaxivin ji xwe re. Ji xeynî wan kes wan fam jî nake. Berîya 20 sala min ji kesê ''spas'' nedibihîst. Her û her me digot ''mala te/wî/wê/wan/we ava'' Berîya 20 sala me her û her digot ''cara ewil, cara didoyê cara sêyê û hwd'' niha ''yekemîn, duyemîn'' û nizanim çi q*zê kerê belav bû ye. Gelî entelektuelên Kurd (!) ev banga min ji we re ye, dema we ziman deforme kir hûn nabin kesên şêrîn û balkêş. Xwîna we hê bêhtir tehl dibe. Yanî ka derdê we çî ye? Hûn ê her wext di civakên bîyanîyan de nutuka biavêjin Kurdî wisa dewlemend e û Kurdî wisa dewlemend e lê her diçe ji ber we dewlemendîya zimanê me winda dibe. Bela xwe ji zimanê me vekin



03.06.2020 01:31 | soryazyus

4. Li jor nîvîseke bedbext heye.

Jenerasyon, entel, sentetîk, entelektuel, deforme ji zimanên ewropî ye.

Hesibandin, xeter, fam kirin, ewil, tehl, wext, nutuq û bela ji erebî ye.

Û her wiha,

Nutuk avêtin ji tirkî rasterast hatiye wergerandin. Û kenawer bûye. Nutuq li kurdî nayê avêtin mamhosta giyan ekem.

Digel vê ekê an jî bi vê yekê re gilî ji wendabûna zengîniya zimên hatiye kirin. Dîsa hatiye gotin ku spas, yekem, duyemîn, sêyemîn filan ne kurmancî ye. Û hatiye gotin ku bela xwe ji zimanê me vekin.

Ez jî dibêjim,

Soranî û kurmancî êk ziman in.

Kurd çend nêzî hev bibin di nav zaravayan de ew çende danûstan çêbin. Kîjan zarava bihêz be bandora wî li ser zarên din de zêde be. kîjan peyv bikarbar û belav be ew peyv cihê xwe di nav civatê de bigire.

Kurmancî ji soranî, soranî ji kurmancî peyv berhev bike ev tişteke xweş û baş e. Kesekî ku kurmancî baş dizanê dikarê bi soranî jî xwe rave bikê. Yekî soranîaxiv dikarê xwe bi kurmancî jî bidê der.

Hezên xwe bo zanîna, nasîna, bikaranîna û herî zêde jî yekîtiya zimanê xwe, zimanê kurdî bimezixînin.

Destên xwe ji kurdî bikin.

Her wiha ji peyvên spas û yekem û duyemîn jî.



06.06.2020 19:21 | bilbilê dilkul

5. kurmancî û soranî ne yek zimanin .
bi her hawî em ji sorana cihê nin !
soran hînê xwe osmanî dibînin .

gotinên biyanî paşeroja ziman tîne der .
bê ka bi kê re jiyayî çi dît , çi tewa ..
gava te peyvê érebî ji kurmancî derxist
ew ê kurmancî mîna zimanê tirka wê bê rih bimîn e .

ez tirkî gelek baş zanim lê qet pê na peyivim çunkî bi min bê rih tê ,ne henûn e
sormancî jî bi min wisa tê , qet na xwazim bibîhîzm .

gelek kurdenivîs dikevin vê xete yê !
kurdperwer bûn ne bi guherîna peyvê érebî ne .

û ez ne li teva nivîsa jor im .



06.06.2020 23:51 ~23:53 | shwinsherm

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» soranîkirina kurmancî
» kurmancî axaftina afrîkayîyan

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî