Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 29 peyam
qebîleya benî qûreyza - tirşik
qebîleya benî qûreyza
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. qebîleyeke cihû ( yahûdî ) bû. di sedsala 7 a de li yesrîbê dijiyan. di şerê xendeka ya yesrîbê de ev qebîle li hember artêşa bisilmana, di gel erebê mekeyê şer kirin. piştî artêşa bisilmana bi serket û pûtperestên mekkeyê têk çûn, ev qebîle revîn kelha xwe. piştî meydan xalî bû vêca bisilmana êrîş bir ser qebîleya benî qûreyza. bisilmana kelehê dorpêç kirin û li benda qedandina av û xwarina wan man. piştî çend roja hin şerên biçûk qewimîn û ji dûrde tîra avêtin hev. lê piştî ku av û xwarin di kelehê de nema îja cihû xwestin teslîm bibin. lê xwestin ku hekemiya wan sad bîn mûaz bike. sad bîn mûaz serokê qebîleya evsê bû. û neqeba evs û benî qûreyza baş bû. ji ber wê dixwestin hukmê wan sad bîn mûaz bide. vê daxwaziyê mihemedê kurê evdila jî pejirand. û xwest sad hukmê xwe diyar bike.

sad ji bo qebileya benî qûreyza ya ku bê şert û şûrût teslîm bibû got; " mêrên benî qûreyza bikujin. jin û zaroka dîl -esîr- bigrin, û malê wan jî li nav xwe dabeş bikin." piştî vê gotinê mihemedê kurê evdila dibêje; " te bi hukmê xwuda biryar da. "

bisilmana mêrên cihû birin mala ûsame bîn zeyd û jin û zaroka jî birin mala remle bîntî harîs. ji bo bixwin bi bara xurme li wan hat belav kirin. paşê, bisilmana mêrên benî qûreyza yên balix -xama - bûne -400 an 600 kes- birin ber kortikên hatine vedan û serê wan jê kirin. malê wan ji 5a 4ê wê li bisilmana hat belav kirin û ji 5a 1î jî dan beytulmalê.

jin û zarokên cihû li bisilmanên beşdarî şerê dorpêça kelehê bibûn hatin bahr kirin. paşê hinek ji van di berdêla fîdye hatin berdan.

--------------------------------------------------------------------------------
çavkanî:

ahmed bin hanbel, müsned, c.3, s. 71
ibn-i sa'd, tabakat, c. 3, s. 425
vakıdi, megazı, c.2, s. 514
ibn-i hişam, sire, c. 3, s. 252
ibn-i sa'd, tabakat,c.3, s. 327



06.06.2020 23:11 ~23:19 | tîrêj zana 21

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
[1]
bi zimanê korevî tê me'naya district.
minak; yongsan-gu, dondae...
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
belki ev jî bala te bikişînin
» qebîleya benî qûreyza
» benîştê qanûkê

Kategoriyên mijarê:: dirok dirok dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî