Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
yûsiv - tirşik
yûsiv

Navê mijarê ya ewil ev bû:yusiv
(83) (9) (2)
di mijarê de bigere

1. Hevalê ev çend roje tevlî me bûye. Bi xêr hatiye. Van roja çalak e û dinivîse. Hêvî berdewam be.



11.06.2020 22:20 | tîrêj zana 21

2. Ji êlihê ye.
Di 5 rojan de 33 entry nivîsandiye.
Hin kes di 5 salan de hê 10 entry ne nivîsandine *
Ji xeynî vê heya niha 3 mijar vekirin e, her 3 jî li ser biyografî ne.
yek ji wan li eléonore fourniau e.
di vir de camêr dibêjê çawa heta îro kesî li ser wê mijar venekiriye.
bELKÎ HÛN BAWER NAKIN, ÎRO HAT BÎRA MIN JÎ, MIN GOT EZÊ SIBE VEKIM, LÊ WÎ BERÎ MIN VEKIR *

bi xer hatiye *

edît: sererastkirin



11.06.2020 23:53 ~2021.06.07 19:29 | merwano

3. Tirşikvanekî nû ye. ji dil xêrhatina wî dikim. hêviya pêşerojê ye. Ger nêrînên min rast bin dikarim bêjim tirşakvanek herî temen piçûk e. Xwendekarekî jîr û jêhatî ye. Ev jîr û jêhatbûna wî li vir jî kêm nebûye.
Li ser sepana 1000kitap.com zêde çalak e. enerjiya wî tu caran kêm nebe.
ji bo min hevokên xweşik rêz kiriye, li ber ser ditewînim û spas û hurmetên xwe ji cenabê wî re pêşkêş dikim.



13.06.2020 00:37 | kajav

4. Ji bo peyamên xweş spasdar im. Heke mirovek tenê jî ji entryên min tiştekê rahije besî min e. Rastî ji ber dibistanê pirr nikarim çalak bibim. Lê destê min te çê bê ez amade me ku bikim.



13.06.2020 22:59 ~23:09 | yûsiv

5. nivîsên wî gelekî qencin.
xwedê teva karê te be brêz yusiv.

lê navê te bi kurdî "ûsip" e
edît :erê li bakûr ûsiv tê gotin lê min ji çend zanyarên delal pirsî bû di wextê xwed min bersiva ûsip stend.
éreba kir ye ûsiv/ûsif seba p li cem wan tinne.



20.06.2020 21:20 ~22:55 | shwinsherm

6. Tirşikvanekî jêhatî ye, baş dinivîse.
Lê navê wî bi kurdî ûsiv e *



20.06.2020 21:55 | xabûrî

7. Spasdar im. Belê bi min jî Ûsiv e.
Bi rastî min wisa dizanibû ku dema nickname ê li xwe dikin tenê dikarin tîpên bi îngilîzî bikarbînin. Paşî min fêhm kir û tiştê dizanim fonksiyona nav guhertinê jî tirşikê de tuneye.
Û Ji ber ku peyva Yûsiv ji min re karîzmatîk tê min welê nav li xwe kir. *



20.06.2020 22:17 ~22:18 | yûsiv

8. Nivîskarê min hêvî jê heye ku xebatên xwe bi hevokên xwemalî rave bike. Lêkolînên xwe bi nivîsên xwemalî li tirşikê parve bike. Her kesek hizr û fikrandinê wî guher e, ji ber vê çendê şêwaza ravekirina bûyer, mijara cûda ye. Herwiha danasîna kesên zanyar û navdar jî bi heman şêwazî bê kirin, heye ku jê were têgihiştin û nivîskar bi xwe jî pêşbikeve, zanîna wî hîn bêhtir bibe û qabiliyeta wergerandinê jî çê bibe.

Dîsa bi xêr hatiye. Mijarên vedike û lê dinivîse bo min gelekî balkêş in. Hêvî berdewam be.



20.06.2020 22:35 | tîrêj zana 21

9. Tirşikvanek hêja ye û min ew çend cara li vir dîtibe jî me li ser telegramê hevdû naskir.Bi naskirina wî pirr kêyfxweş bûm.
Celadet elî bedirxan gotibû em kurd dereng tên ser hişê xwe ji bo kurdbûnê.Lê ev yek ji bo yûsiv ne wisa ye.Beriya min ew li ser telegramê nas kir min got teqez ji urmîyê ye lê ne wisa ye , camêr bakûrî ye.Xwedê kurdbûneke wiha pîroz bi wî temenê bide her kurdî û bike nesîbê her kurdî.
Mîjarên wî gelek balkêş û bi zimanek zelal tên nivîsandin.Dîsa pêşwaziya wî dikim û serkeftin jê re dixwazim.



29.07.2020 22:42 ~22:43 | brzn

10. Îsal tewlê tirşikvanan bû.
peyamên ew dinivise bala min dikişin. Li ser mijarên cûr bi cûr dinivise. Xweyçand e. Kurmanciya xwe jî bi rastî pir serkeftî ye.



03.10.2020 08:55 | cinorek

11. Spasiyê li hemdê kekê cinorek û brzn dikim. Ji min re gotinên xweş rêz kirine. Tiştê tê xuyan ku di rêya rast de me. Ji ber wê gelek bextewar im. Baş e ku li ser vê rêyê de dimeşim ku mirovên wisa zana nas dikim. Hêvî dikim rû bi rû ji em ê rojekê hevdu nas bikin. *



03.10.2020 12:24 | yûsiv

12. Nivîskarek jêhatî û enerjîk e. Her cara ku têketinê dike, tirşik bi bereketa wî şên û vejîn dibe. bawerim guh li vê yûsiv/125448 pêşniyara min kiriye û xwe gelek pêşde biriye. Nivîsên wî bi kêf dixwînim û jê sûd digrim. Helal be jê re!



26.10.2020 22:39 | tîrêj zana 21

13. min gelkî ji c.m.î hez dikir lê yûsiv ev da gotin:
(bnr: bye bye cemil merîç)
cemil meriç/127708



27.10.2020 00:27 | biruya hayao miyazaki

14. dest û milên wî sax bin. îro tirşikê bi mijarên cûrbicûr û têrûtijî xemilandiye. *



27.10.2020 00:32 ~06:53 | xelîl

15. nivîskarê ku îro bi agahiyên xwe yên rêzimanî tirşik serwext kiriye. hêvîdarim kesên ku kêmasiya wan heye ji wan sûd wergirin. spasiya kak yûsiv dikim înşale li vir her berdewam be.



29.10.2020 09:37 | keyomerd

16. nivîskarê ku ji ber ezmûna zanîngehê dev ji bikaranîna telefonê berdaye û ji cîhana ferazî xatir xwastiye :( yaw ev ezmûn mejiyê mere rûdixîne, tew di pêvajoyeke wisa çewtomewto de mere bi xwe re nabîne bixebite jî. xwedê alîkarê te û min be birakem. hêvî dikim encama ezmûnê gorî dilê te bê û em piştî ezmûne dîsa hev bibînin. bi xatirê te kaka giyan *



20.12.2020 16:51 | keyomerd

17. Tirşikvanê ger ku vê peyama min bibîne, dixazim ji bo ezmûna wî jê ra bibim alîkar.
bi taybetî jî di hêla pirsên matematîk û geometrîyê da.

ji dil jê ra serkeftinê dixazim.
gereka em bixûnin herin cîhên bilind.



20.12.2020 18:28 | bûtîmar

18. Tirşikvanê biryarek di cih de daye. Divê hay ji ders û azmûna xwe hebe, bo tirşikê dev ji dersên xwe bernede. Divê heya ji dest me hat asta xwendina xwe zêde bikin.

Nîşe: ger hêj bihîstoka wî faal be, kare pirsên xwe yê mat, geometrî û fîzîk ji min re biavêje. Heya ji dest min hat ezê bibersivînim.



20.12.2020 19:38 | tîrêj zana 21

19. pirsên xwe yê erdnîgarîyê dikarê ji min bipirse, wekî din ez ne ji mat,ne ji geometrî û ne ji dersên din fêhm dikim *



20.12.2020 19:55 ~19:56 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» yûsiv

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî