Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
yûsiv - tirşik
yûsiv

Navê mijarê ya ewil ev bû:yusiv
(83) (9) (2)
di mijarê de bigere

1. Hevalê ev çend roje tevlî me bûye. Bi xêr hatiye. Van roja çalak e û dinivîse. Hêvî berdewam be.



11.06.2020 22:20 | tîrêj zana 21

2. Ji êlihê ye.
Di 5 rojan de 33 entry nivîsandiye.
Hin kes di 5 salan de hê 10 entry ne nivîsandine *
Ji xeynî vê heya niha 3 mijar vekirin e, her 3 jî li ser biyografî ne.
yek ji wan li eléonore fourniau e.
di vir de camêr dibêjê çawa heta îro kesî li ser wê mijar venekiriye.
bELKÎ HÛN BAWER NAKIN, ÎRO HAT BÎRA MIN JÎ, MIN GOT EZÊ SIBE VEKIM, LÊ WÎ BERÎ MIN VEKIR *

bi xer hatiye *

edît: sererastkirin



11.06.2020 23:53 ~2021.06.07 19:29 | merwano

3. Tirşikvanekî nû ye. ji dil xêrhatina wî dikim. hêviya pêşerojê ye. Ger nêrînên min rast bin dikarim bêjim tirşakvanek herî temen piçûk e. Xwendekarekî jîr û jêhatî ye. Ev jîr û jêhatbûna wî li vir jî kêm nebûye.
Li ser sepana 1000kitap.com zêde çalak e. enerjiya wî tu caran kêm nebe.
ji bo min hevokên xweşik rêz kiriye, li ber ser ditewînim û spas û hurmetên xwe ji cenabê wî re pêşkêş dikim.



13.06.2020 00:37 | kajav

4. Ji bo peyamên xweş spasdar im. Heke mirovek tenê jî ji entryên min tiştekê rahije besî min e. Rastî ji ber dibistanê pirr nikarim çalak bibim. Lê destê min te çê bê ez amade me ku bikim.



13.06.2020 22:59 ~23:09 | yûsiv

5. nivîsên wî gelekî qencin.
xwedê teva karê te be brêz yusiv.

lê navê te bi kurdî "ûsip" e
edît :erê li bakûr ûsiv tê gotin lê min ji çend zanyarên delal pirsî bû di wextê xwed min bersiva ûsip stend.
éreba kir ye ûsiv/ûsif seba p li cem wan tinne.



20.06.2020 21:20 ~22:55 | shwinsherm

6. Tirşikvanekî jêhatî ye, baş dinivîse.
Lê navê wî bi kurdî ûsiv e *



20.06.2020 21:55 | xabûrî

7. Spasdar im. Belê bi min jî Ûsiv e.
Bi rastî min wisa dizanibû ku dema nickname ê li xwe dikin tenê dikarin tîpên bi îngilîzî bikarbînin. Paşî min fêhm kir û tiştê dizanim fonksiyona nav guhertinê jî tirşikê de tuneye.
Û Ji ber ku peyva Yûsiv ji min re karîzmatîk tê min welê nav li xwe kir. *



20.06.2020 22:17 ~22:18 | yûsiv

8. Nivîskarê min hêvî jê heye ku xebatên xwe bi hevokên xwemalî rave bike. Lêkolînên xwe bi nivîsên xwemalî li tirşikê parve bike. Her kesek hizr û fikrandinê wî guher e, ji ber vê çendê şêwaza ravekirina bûyer, mijara cûda ye. Herwiha danasîna kesên zanyar û navdar jî bi heman şêwazî bê kirin, heye ku jê were têgihiştin û nivîskar bi xwe jî pêşbikeve, zanîna wî hîn bêhtir bibe û qabiliyeta wergerandinê jî çê bibe.

Dîsa bi xêr hatiye. Mijarên vedike û lê dinivîse bo min gelekî balkêş in. Hêvî berdewam be.



20.06.2020 22:35 | tîrêj zana 21

9. Tirşikvanek hêja ye û min ew çend cara li vir dîtibe jî me li ser telegramê hevdû naskir.Bi naskirina wî pirr kêyfxweş bûm.
Celadet elî bedirxan gotibû em kurd dereng tên ser hişê xwe ji bo kurdbûnê.Lê ev yek ji bo yûsiv ne wisa ye.Beriya min ew li ser telegramê nas kir min got teqez ji urmîyê ye lê ne wisa ye , camêr bakûrî ye.Xwedê kurdbûneke wiha pîroz bi wî temenê bide her kurdî û bike nesîbê her kurdî.
Mîjarên wî gelek balkêş û bi zimanek zelal tên nivîsandin.Dîsa pêşwaziya wî dikim û serkeftin jê re dixwazim.



29.07.2020 22:42 ~22:43 | brzn

11. Îsal tewlê tirşikvanan bû.
peyamên ew dinivise bala min dikişin. Li ser mijarên cûr bi cûr dinivise. Xweyçand e. Kurmanciya xwe jî bi rastî pir serkeftî ye.



03.10.2020 08:55 | cinorek

12. Spasiyê li hemdê kekê cinorek û brzn dikim. Ji min re gotinên xweş rêz kirine. Tiştê tê xuyan ku di rêya rast de me. Ji ber wê gelek bextewar im. Baş e ku li ser vê rêyê de dimeşim ku mirovên wisa zana nas dikim. Hêvî dikim rû bi rû ji em ê rojekê hevdu nas bikin. *



03.10.2020 12:24 | yûsiv

13. Nivîskarek jêhatî û enerjîk e. Her cara ku têketinê dike, tirşik bi bereketa wî şên û vejîn dibe. bawerim guh li vê yûsiv/125448 pêşniyara min kiriye û xwe gelek pêşde biriye. Nivîsên wî bi kêf dixwînim û jê sûd digrim. Helal be jê re!



26.10.2020 22:39 | tîrêj zana 21

14. min gelkî ji c.m.î hez dikir lê yûsiv ev da gotin:
(bnr: bye bye cemil merîç)
cemil meriç/127708



27.10.2020 00:27 | biruya hayao miyazaki

15. dest û milên wî sax bin. îro tirşikê bi mijarên cûrbicûr û têrûtijî xemilandiye. *



27.10.2020 00:32 ~06:53 | xelîl

16. nivîskarê ku îro bi agahiyên xwe yên rêzimanî tirşik serwext kiriye. hêvîdarim kesên ku kêmasiya wan heye ji wan sûd wergirin. spasiya kak yûsiv dikim înşale li vir her berdewam be.



29.10.2020 09:37 | keyomerd

17. nivîskarê ku ji ber ezmûna zanîngehê dev ji bikaranîna telefonê berdaye û ji cîhana ferazî xatir xwastiye :( yaw ev ezmûn mejiyê mere rûdixîne, tew di pêvajoyeke wisa çewtomewto de mere bi xwe re nabîne bixebite jî. xwedê alîkarê te û min be birakem. hêvî dikim encama ezmûnê gorî dilê te bê û em piştî ezmûne dîsa hev bibînin. bi xatirê te kaka giyan *



20.12.2020 16:51 | keyomerd

18. Tirşikvanê ger ku vê peyama min bibîne, dixazim ji bo ezmûna wî jê ra bibim alîkar.
bi taybetî jî di hêla pirsên matematîk û geometrîyê da.

ji dil jê ra serkeftinê dixazim.
gereka em bixûnin herin cîhên bilind.



20.12.2020 18:28 | bûtîmar

19. Tirşikvanê biryarek di cih de daye. Divê hay ji ders û azmûna xwe hebe, bo tirşikê dev ji dersên xwe bernede. Divê heya ji dest me hat asta xwendina xwe zêde bikin.

Nîşe: ger hêj bihîstoka wî faal be, kare pirsên xwe yê mat, geometrî û fîzîk ji min re biavêje. Heya ji dest min hat ezê bibersivînim.



20.12.2020 19:38 | tîrêj zana 21

20. pirsên xwe yê erdnîgarîyê dikarê ji min bipirse, wekî din ez ne ji mat,ne ji geometrî û ne ji dersên din fêhm dikim *



20.12.2020 19:55 ~19:56 | merwano

21. nîvîskarek cîwane, biaqile, xwenase, daye nîşan ku fehm û firaset,.. serkeftin, çelengî ne di temen û nesla yekemin û ya dawî a tirşikêdeye.. wekî hevala ez ji beriya tirşikê xebitîna dersên wî pêşniyar dikim.. Dibe ew û hozan (bnr: bûtîmar) herin fezayê keşf bikin heyata me xelas bikin *
yûsiv/129514
wa tu halê me dibînî em ji xebatê wext nabînin serê xwe bi êşînin*. kesên ne xwenda dev ji silava xwedê berdin kes gunehê xwe jî nafiroşe wan.. ev gotinek klasîke lê di cîdaye; dinya li ser menfaetê hatiye avakirin.. ne gereke ez serkeftin lê hêvî bikim jixwe serkeftiye, Hêviya dia dikim jê, jiber merivek qence, xwedê li gorî dilê min bidê *



20.12.2020 22:32 | shorbevan

22. Peyamên we ez kêfxweş kirim. Yeko yeko spasiyê li Cenabê we re pêşkêş dikim.

Ji bo bersivandina pirsan jî gelek spas dikim lê ji ber telefon bi kar naynim nikarim bikevim înternetê. Ji ber wê jî nikarim bi we re bikevim têkiliyê.



25.12.2020 01:52 | yûsiv


24. tirşikvanê jêhatî ku heya îro min peyameke wî jî eletewş/beredayî nedîtiye, bi rastî jî bi hatina wî tirşik geş dibe, seata wî xweş, xwedê pê re be *



12.02.2021 00:42 | merwano

25. Mala te ava kekê merwano. Her wiha tu jî mirovekî wiha yî. Bi rastî jî mirovên wekî te hewceyî civaka me ne. Her hebî.



13.02.2021 19:53 | yûsiv

26. ciwantirîn edîtorê tirşikê ye. ser xêrê be.



15.02.2021 20:54 | simurg56

27. Li ser xêrêbe edîtoriya birayê minî yûsiv * ji mijveye edîtorek wiha ji tirşikêre lazimbû..edîtorên din navê wan edîtore tirşik liber av û arava gu here haya wan jê nîne *



15.02.2021 21:42 | shorbevan

28. Edîtorê nû yê tirşikê ye. Bi rastî jî jê re bûye surprîzek xweş. Her çiqas şaşî û xeletîyên rêzimanî bibîne wê rast bike.
edîtorên tirşikê li gorî çi hatine hilbijartin?/130152 edîtorîya wî jî wekî di vê entryê de hatiye gotin bûye. *



15.02.2021 23:33 | yûsiv

29. ez nû dibînim ku rêveberiya tirşikê biryareke bi cîh û hêja daye, ji yûsiv pê de kes serê xwe ev qasî bi tirşikê naêşêne *



15.02.2021 23:49 | merwano

30. tirşikvanê ku ji bo karên îllegal telefona sirbîstanê(bi koda +381) bi kar tînê, ne ez dibêjim ew dibêjê *



06.05.2021 19:13 | merwano

31. (bnr: grand theft auto)



06.05.2021 19:15 | heval.js

32. Can e cêger e, dixwîne û ji zanînê natirse, xêret e. Hêviya min pê gelek e. Bila emirdirêj û saxlem be da ji bo mirovên xwe berhemên bifêde biafirîne. Her hebe.



14.05.2021 14:45 | xelîl

33. xîret dike ku mijarên xwe bi giştî biresmîne û vebêje ku ev tiştekî bi zehmet lê yê pîrozkirinê ye, ji ber ku bêyî xwendinên giştî mirov nikare hertim bigihîje vê armanca xwe. bi saya wî em jî para xwe ji zanyariyê dibin. bila her hebe û binivîsîne.



14.05.2021 16:04 | biruya hayao miyazaki

36. gelek kêfa min jê re tê. bi şêwaz û teknîk û lêkolînêriya xwe ve bûye yek jê resentirîn nivîskarê tirşikê.
ger mîna wî bîst heb nivîskarên tirşikê hebûna, bîst dijminên sondxwarî yên kurdan jî nikaribûn pişta me bidana erdê.



18.05.2021 11:39 | ferhenga şikestî

38. yûsiv/133775 te ez gelek kêfxweş kirim bi gotinên xwe. bi rastî mirovekî wekî te, ev gotin ji bo min rêz kiribe dixuye ku di rêya rast de dimeşim. silavên germ ji te re dişînim. *



18.05.2021 18:36 ~20:38 | yûsiv

42. Yusif, Yûsiv, Usiv, Usib, Uso, Yusuf...
Û nizanim bibêjim çi
Yaw her yekê navek li me dike
Navê herî xweş li me tê kîjaye.



20.05.2021 19:16 ~19:17 | ysfcevher

43. tirşikvanê ku ez meraq dikim da ku ezmûna wî a yks2021 çawa encam bûye...

wisa hêvî dikim ku bi dilê wî bibe *



28.07.2021 20:35 ~20:35 | bûtîmar

44. hêvî dikim xelata dûrketina ji tirşikê standibe û vegere nav me.



29.07.2021 10:54 | simurg56

45. Pîştî ku çend pistepist çûne guhê wî dîsa xwe berda ye deşta tirşikê û dest nivîsên xwe yê klasîk kiriye.
(bnr: bê te ev der wêran in) *



02.08.2021 18:49 | merwano

46. (bnr: mala xwedê ava)
Me digot qey camêr venagere
Bi xêr hatîye dîsa



02.08.2021 18:56 | pîroz

47. Çimê mi no.



02.08.2021 22:01 | kajav

48. li nav nivîskarên tirsikê herî serkeftîye, birayî mine.
yûsiv>simurg



02.08.2021 22:29 | doesntmatter

49. yeko yeko spasiyê li hemdê we dikim. we ez kêfxweş kirim. *



03.08.2021 10:05 | yûsiv

50. Çûye sertaş û hatiye. Xêrhatî *



09.09.2021 11:41 | navîgiranmezelîwêran

51. Nivîskaê ku hatina wî ji peyamên dûvdirêj ji sed km ji dûr ve xûyaye. Ser çavan hatîye...
Lêzêdekirin:

Dema min dawîya vê peyamê ayînên herî seyr ên li seranserê cîhanê/136574 xwend êş ket diranê min û bêhemdîka zimanê min çû li ser diranê min..



09.09.2021 12:27 ~12:32 | pîroz

52. dema nû bibûm endam gelek nivîsên xweş dinivîsî lê kengê ve ye pejna wî nayê. hin caran peyamên wî derdikevin pêşya min bi kêfxweşî û baldarî dixwînim. bi hêviya vegera wî.



15.04.2022 01:11 | pênûsa westiyayî

53. Yek ji nivîskarê hêja yê tirşikê ye . Hevalekî qenc e, çiqas bela xwe jî bidimê kêfa min jê re tê * xêra wî min keçikek delal ji Rihayê nas kir ku ew jî hevalek baş e . Lê Yûsiv Van rojan dîsa pejn jê nayê bila bizanibe wexta ku çû koma me jî bêdeng bû, bila li me vegere :(



03.07.2022 21:06 ~21:05 | navîgiranmezelîwêran

54. pejna wî nayê van rojan ez gelekî ketime meraqê ji bo wî. yûsivê mi tu bi kuder de çû ?



04.07.2022 04:27 | shwinsherm

55. Tirşik bêyî wî tamsarkî ye, bila vegere dîsa bi peyamên xwe vê qadê bixemilîne...



04.07.2022 08:47 | pîroz

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» yûsiv

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî