Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    10 mijar û 12 peyam
    yûsiv - tirşik
    yûsiv

    Navê mijarê ya ewil ev bû:yusiv
    (24) (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. Hevalê ev çend roje tevlî me bûye. Bi xêr hatiye. Van roja çalak e û dinivîse. Hêvî berdewam be.



    2020.06.11-22:20 | tîrêj zana 21

    2. Ji êlihê ye.
    Di 5 rojan de 33 entry nivîsandiye.
    Hin kes di 5 salan de hê 10 entry ne nivîsandine *
    Ji ceynî vê heya niha 3 mijar vekirin e, her 3 jî li ser biyografî ne.
    yek ji wan li eléonore fourniau e.
    di vir de camêr dibêjê çawa heta îro kesî li ser wê mijar venekiriye.
    bELKÎ HÛN BAWER NAKIN, ÎRO HAT BÎRA MIN JÎ, MIN GOT EZÊ SIBE VEKIM, LÊ WÎ BERÎ MIN VEKIR *

    bi xer hatiye *



    2020.06.11-23:53 ~23:57]| merwano

    3. Tirşikvanekî nû ye. ji dil xêrhatina wî dikim. hêviya pêşerojê ye. Ger nêrînên min rast bin dikarim bêjim tirşakvanek herî temen piçûk e. Xwendekarekî jîr û jêhatî ye. Ev jîr û jêhatbûna wî li vir jî kêm nebûye.
    Li ser sepana 1000kitap.com zêde çalak e. enerjiya wî tu caran kêm nebe.
    ji bo min hevokên xweşik rêz kiriye, li ber ser ditewînim û spas û hurmetên xwe ji cenabê wî re pêşkêş dikim.



    2020.06.13-00:37 | kajav

    4. Ji bo peyamên xweş spasdar im. Heke mirovek tenê jî ji entryên min tiştekê rahije besî min e. Rastî ji ber dibistanê pirr nikarim çalak bibim. Lê destê min te çê bê ez amade me ku bikim.



    2020.06.13-22:59 ~23:09]| yûsiv

    5. nivîsên wî gelekî qencin.
    xwedê teva karê te be brêz yusiv.

    lê navê te bi kurdî "ûsip" e
    edît :erê li bakûr ûsiv tê gotin lê min ji çend zanyarên delal pirsî bû di wextê xwed min bersiva ûsip stend.
    éreba kir ye ûsiv/ûsif seba p li cem wan tinne.



    2020.06.20-21:20 ~22:55]| shwinsherm

    6. Tirşikvanekî jêhatî ye, baş dinivîse.
    Lê navê wî bi kurdî ûsiv e *



    2020.06.20-21:55 | xabûrî

    7. Spasdar im. Belê bi min jî Ûsiv e.
    Bi rastî min wisa dizanibû ku dema nickname ê li xwe dikin tenê dikarin tîpên bi îngilîzî bikarbînin. Paşî min fêhm kir û tiştê dizanim fonksiyona nav guhertinê jî tirşikê de tuneye.
    Û Ji ber ku peyva Yûsiv ji min re karîzmatîk tê min welê nav li xwe kir. *



    2020.06.20-22:17 ~22:18]| yûsiv

    8. Nivîskarê min hêvî jê heye ku xebatên xwe bi hevokên xwemalî rave bike. Lêkolînên xwe bi nivîsên xwemalî li tirşikê parve bike. Her kesek hizr û fikrandinê wî guher e, ji ber vê çendê şêwaza ravekirina bûyer, mijara cûda ye. Herwiha danasîna kesên zanyar û navdar jî bi heman şêwazî bê kirin, heye ku jê were têgihiştin û nivîskar bi xwe jî pêşbikeve, zanîna wî hîn bêhtir bibe û qabiliyeta wergerandinê jî çê bibe.

    Dîsa bi xêr hatiye. Mijarên vedike û lê dinivîse bo min gelekî balkêş in. Hêvî berdewam be.



    2020.06.20-22:35 | tîrêj zana 21

    9. Tirşikvanek hêja ye û min ew çend cara li vir dîtibe jî me li ser telegramê hevdû naskir.Bi naskirina wî pirr kêyfxweş bûm.
    Celadet elî bedirxan gotibû em kurd dereng tên ser hişê xwe ji bo kurdbûnê.Lê ev yek ji bo yûsiv ne wisa ye.Beriya min ew li ser telegramê nas kir min got teqez ji urmîyê ye lê ne wisa ye , camêr bakûrî ye.Xwedê kurdbûneke wiha pîroz bi wî temenê bide her kurdî û bike nesîbê her kurdî.
    Mîjarên wî gelek balkêş û bi zimanek zelal tên nivîsandin.Dîsa pêşwaziya wî dikim û serkeftin jê re dixwazim.



    2020.07.29-22:42 ~22:43]| brzn

    10. Nivîskarê ku îsal biçe pola 12a ye. Wî dest xebata yks2021ê kiriye û berdewam jî dike. Di dilê wî de beşa dermansazîyê heye lê beşeke baş a avahîsazîyê jî ji wî re bihê ew ê biçe û xwe ji Batmanê û malbatê xilas bike. Hêvî dike ku nebîne mezûnê. Lê wisa jî tê xuyandin.
    Mixabin Ew ê Êdî li vir pirr hindik bihê xuyan. Lê dizane ku ew ê salek an du salên din li vir çalak bibe û her û her binivîse û fîlma wergerîne.
    Û ew nivîskar Spasiyê lê simurg56 û nivîskarên din re dike. Dizane ku keda wan pîroz e.
    Gotinên xwe niha xilas dike. Lê ev gotinên wî ne yên dawîn e *
    Niha ew nivîskar ji we xatir û serkeftinê dixwaze. Bimînin di xweşî û silametîyê de...



    2020.08.30-22:20 | yûsiv

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    di kilamên dengbêjan de teswîrên balkêş [1]
    Teswîrên van hunermendên sexsîst feminizm nebîzin * îro qencî jî pere...
    bedlîs [1]
    Li sikakê wê dîtina keçan ne pêkane lê her der mizgeft e. Bajarek gele...
    kaçax [1]
    eleqeya wi bi shorbevan tenê hem bajariyê shorbevane di hiş û ...
    kaçax [1]
    Kenaleke youtubeyê ye. Xwudiyê wê ciwaneke farqînî ye. Çîrok û kûrteme...
    bincil [1]
    cilÊn binde.. qeta zemÎnÊ ya kincÊn li ser me mirovan.. bi qewlÊ ÎngÎl...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » yusiv hemed

    Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî