Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


29 mijar û 38 peyam
bi zaroka re axaftina bi tirkî - tirşik
bi zaroka re axaftina bi tirkî
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Xetereya ku her diçe di nava kurda de berbelav dibe. Li gor kirdera hin sedemê wan jî hene lê di eslê xwe de ew sedem ji xapandin û bişaftinê pê ve ne tu tiştek e jî. Ev axaftina ku di nava netew de bûye edet, ji hemû êrîşên mêtingera bêhtir xisarê dide netewa kurd û pêşeroja wê. Ji ber ku ev 10-15 sal e hemû nifşên kurda bi zimanê biyanî û mêtingera mezin dibin. Netewek bi xwe xwe tune dike.

Kuştina zimanekî pir hêsan e. Min ev gotin bi xwe ji devê zimanzanê tirk bihîstiye. Ew zimanzana kemalîst bi xwe got ku " kuştina zimên pir hêsan e. Dema nifşek bi zimanê biyanî mezin bibe, dê zarokê wan jî bi zimanê biyanî mezin bibe û dê ew ziman ji holê rabe. " belê tiştê digot eynê bi serê kurda tê. Lê kurd hay ji vê xeteriyê tune.

Ev edet çawa kete nava kurda nizanim lê dê bi rehetî ji nav wan derneyê. Hingî ev axaftina tirkî pir bûye dema zarokekî bi kurdî daxive dibînim lê behetî dimînim. Piranî ew jî malbatê feqîr û xîzan in. Ji xwe kesên hinek halê wan xweş dibe û pîleya wanî civakî bilind dibe, berya her tiştî zimanê xwe diguherînin û terka zimanê zikmakî dikin. Lê van kesên awha ez dikim kûçik. Heya rihê wan jî here gotinekî bi tirkî bi wan re naxivim. Hingî bi kurdî diaxivim ew jî neçar dimînin û bi kurdî diaxivin. Çi jin çi zilam çi zarok be, ji bo tu kesî dev ji zimanê xwe bernadim.û talî wan li kurdî vedigerînim. Heya ku li navçeya me koçerên bûlgar yên ji zûde hatine niştecîh bûne jî bi kurdî didim axaftin.

Mijar li ser zaroka bû lê zêde bela vela bû. Girîngiya zaroka ji yên temendirêj bêhtir e. Ji ber pêşeroja kurd û kurdî ew in. Ji Zarokên dêbavê wan bi tirkî bi wan re daxivin re çareyek divê were dîtin. Bi wan re dema bi kurdî diaxivim dêbavê wan dixeyidin û ez jî ji dêlava tirkî hama qet naxivim. Lê divê girîngiya zimanê dayikê û mihfê wê baş bê rave kirin. Heçiyê jixwe re dibê kurd, divê li her derê ê bi herkesî re kurdî biaxive. Ji ber ev der welatê me ye û zimanê vî welatî kurdî ye. Heçiyê hat vî welatî divê bi kurdî biaxive ne ku em bi zimanê wan biaxivin. Ji ber ew hatine axa me û welatê me. Ha dema hûn ji welat derketin û çûn diyarê xerîba, ew bi çi zimanî diaxivin hûnê jî bi wî zimanî biaxivin. Ev der welatê me ye û ewê bi zimanê me biaxivin û hew!



12.06.2020 01:18 | tîrêj zana 21

2. Her diçe, roj bi roj, ev adet di nav kurdan de belav dibe.
bi piranî jî di nav kurdên ku li bajarê tirkan dijîn.
Çiqas nasên min li bajarê tirkan hebin, hemû bi zarokên xwe re tirkî diaxivin, kêm caran 3-4 peyvên kurdî ji devê wan derdikevin. Dema nû koçberî wir bû ne, bi zarokên xwe yên mezin re kurdî axivîne. lê piştre bi wan re jî tirkî axivîne.

ev nezîkî 4 salan min li enqere zaningeh xwend, metikeke min li wir hebû. 5 zarokên we hebûn, herdûke mezin kêmbe jî kurdî fêhm dikin lê kêm dikarin biaxivin. yên mayî jî qey 10 peyvê kurdî dizanin an nizanin.
hûnê bêjin hevalên wan yên kurd kêm in, lê hemû am û pismam û dotmamên wan li wir in, û li enqere cihê herî zêde kurd lê di dijîn, li etîmesgûtê ne.
Rojakê mesele li ser zimanê kurdî ve bûbû, bi amê kî wan re.
min jî jê pirsî hûn çima bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin?
wî jî got, dema em nû koçberî vir bûbûn, keça xwe ya mezin şanî min kir û got dema zarok bû tenê kurdî dizanî bû, û xwe ji zarokên din dûrdixist ji ber ku bi kurdî nizanî bûn, bi wan re ne dilîst fln mvn. piştre bi zarokên xwe re êdî tirkî axivîne û di nava malê de tirkî bi ser ketiye.
ê malnexerabo, hemû pismam û dotmamên wî li vir in, tu dibê qey xela ye, ma ev jî pirsgirêkeke mezin e? hey xwedê ji te razî!
sed carî xwelî li serê me kurdan be.
bi hezaran kes ji bo ku zimanê xwe diaxivin, dihatin kuştin û hê jî ji aliyê nîjadperestan tên kuştin. em dîsa aqil nagirin.

vêce car caran ez dibêjim xwezî tenê li wir ba, lê mixabin ne wilo ye:/
aniha li cihekî wek nisêbîne jî, hem li bajêr û hem jî li gundan kurd di nava malê jî bi tirkî diaxivin.
erê welleh rewşa zimanê kurdî ev qasî xerab û jihevketî ye, bû ye wek kavilekî bê xwedî :(

aniha ez çend mînaka di nav hevalên xwe de jî bidim, di serî de ez bêjim, ne ji ber xerabî ye ez ê bêjim, lê axaftina tirkî di nav keçikên kurd de bêhtir zêde ye.
ev keçik kurdî jî dizanin ne ku nizanin lê axaftina tirkî li xweşiya wan diçe. ez derewan nakim, car caran dema ez nikarim xwe îfade bikim, ez jî bi wan re tirkî diaxivim.

Binêrin keçên kurd, hûn pêşeroja me ne, pêşeroja gelê kurd in. hûnê bibin dayikên hêja li ser milên me, ez dexîlê we me, ger hûn zarokên we çêbûn, bi zarokên xwe re bi zimanê zikmakî, bi zimanê kurdî bi axivin.
ger zimanê me jî ji destê me herê, naxwe em ji bo çi dibêjine xwe em kurd in :(



12.06.2020 10:11 ~14:29 | merwano

3. Kesên ku dê û bavê xwe xêrek nedîtine, tiştek hîn nebune wan çawa xwedîye wî mejîyê bibin û zarokên xwe bi wî mejîyê mezin bikin.
Perwerdehîya herî bibandor ewe ku li nav malbatê pêk tê. Lê kurd ji malbata xwe çi hîn dibin? tu tişt.
Em qet xwe nexapînin rastî ewe. Piranîya malbatên kurd zarokên xwe weki xebatkar yan xîzmetkar dibînin, û ji wan ra tiştek hîn nakin, tenê wan bikartînin.
Sedema wî gundîtîye yan belengazîye yan kulture nizanim lê rewş wisaye. Kesên ku li nav wan malbatan derdikevin wan jî li gorî şert û mercên jiyanê xwe dijîn.
ji dê û bavên xwe cudatir tiştek nakin. ji xwe dê û bavên wan jî wisa nekir?



12.06.2020 14:49 | lonw karda

dengdanên dawîn (yên din..)
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
horhorik [1]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» zaroka çincîlê
» axaftina bi rengûdeng
» tirkîbûna tirşikê

Kategoriyên mijarê:: ziman jiyan ziman jiyan ziman jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî