1. edabgirtina kîsika zeravê ye. (bnr: kîsika zeravê)
sedema edabgirtinê hema bêje herdem xetimîna qenala vê kîsikê ye. qenala ku zerava li kîsikê de tê de diherike roviyan, dema bi kuçên/kevirên zeravê an jî ji ber tumorek were xetimandin, kîsik nikare vala bibe û diwerime. dema kîsik nekare vala bibe û ev av nekare biherike, nav vê avê de bakterî jî zêde dibin û edabê çêdikin. ji ber vê edabê û ji ber dîstansiyona kîsikê li aliyê rast û jor ya zikê mirov, êşek peyda dibe. ji ber ku sedema vê êşê edab e, êş ne derbasdar e; berdewam e.
ev nexweşî ger di nav 72 saetan de were teşhîskirin, tedawiya herî baş ew e ku emeliyata kolesîstektomî were pêkanîn. lê ger ev 72 saet derbas bûbe, tedawiya medîkal yanî tedawiya bi dermanan dikare were ceribadin ku ev yek ji van pêk tê: (tedawiya cemidandinê jî tê gotin)
- sekinandina xwarin û vexwarina nexweş
- antibiyotik; ku sulperazon û ornîdazol ji bo vê yekê baş e.
- buscopan; ji bo êşê dikare were bikaranîn lê eslê xwe de ne êşbir e. êşbir nikarin werin bikaranîn ji ber ku dikarin akut abdomenê veşêrin.
- ji bo pêşîlêgirtina verişînê: metpamid û ji bo parastina ûr jî ppi dikarin werin bikaranîn.
ger bi vê tedawiyê edab wenda bibe û nexweş rihet bibe, piştî bi qasê 3-6 heftiyan emeliyatek plankirî dikare were kirin. lê ger derbas nebe emeliyata hewarî dikare were sepandin.
|