1. Ez im. Do cîranê me hate mala me û got " cêyrana me tune ye. " Ez rabûm çûm mala wan min tesîsata wan vekir, li otomata (qutiya şartêla ) wan nihêrî, paşê min nihêrte ku nêtara ( notr ) wan qut bûye. Ez çûm derva, min panoya wan derva vekir û nêtara saetê girê da û cêyrana wan berda. Heya vira ji bilî vekirina panoya derva ya qedexe pêve tu pirsgirêk tune ye. Arizayek asayî ye. Lê piştî ku min cêyran berda pêve îja cîranê me pirsî , pirsgirêk çi bû? Ez bi kurdî dibêjim fêm nake, bi tirkî dibêjim fêm nake, zimanê gerdûnî ji xwe qet nebêjin. Dikim nakim bi zimanekî tenê fêm nake. Xwêna wî du zimanê tevlîhev dixwaze. Yanê tirkmancî û qertafa " mîş " dixwaze bibihîse. Dema bi kurdiya resen jê re rave dikim, dibêje " ev kîjan ziman e? " |
|
14.06.2020 23:34 |
tîrêj zana 21
|
2. Sedema wê kurdên me hem ji dêrê bûne hem ji mizgeftê. Mixabin Ne zimanê xwe baş dizanin ne jî zimanê tirkî. Ji ber wê derdên xwe bi tirkmancî baştir tînin ziman. |
|
14.06.2020 23:47 |
xabûrî
|
3. Ev tişt dişibe koma watsaapa malbata me. Di komê de her gav dixwazim bi zimanê xwe binivîsim. Dibêjim bila ji bo bira û xwişkên min bibe vexwendina zimanê nivîsê. Bila hêdî hêdî Gringiya zimanê fêm bikin û fêrî tîp û qaîdeyê zimanê nivîsê jî bin. Dixwazim zimanê nivîsê li çavê wan bikeve li mejiya wan bi cîh be. Lê mixabin dem tê wek li jor jî hatiye gotin tirkmancî yan jî zimanê serdest nebe gotina min fêm nakin. Ez destvala vedigerim zimanê tirkî. |
|
14.06.2020 23:54 |
kajav
|
4. pirsgirîka kurdên bakûr ya sedsala 21 an ya hebûn û nebûnê ye. |
|
15.06.2020 00:22 |
brzn
|
5. Slav, ez jî du gotina ji civata we zêdebikim |
|
15.06.2020 12:25 |
mele amon ra
|
6. Cîwanê bira xema nexwe, ku chomsky jî bûna wê bi wî kerî neda fehmkirin * |
|
15.06.2020 21:49 |
shorbevan
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |