Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 54 peyam
kurdîkirina platform û xizmetên dijîtal - tirşik
kurdîkirina platform û xizmetên dijîtal
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. wîkîpediyaya kurdî, wîkîferheng, facebooka kurdî, linuxa kurdî, google werger û gelek tiştên dinê yên em jî pê nizanin hatine kurdikirin. xizmetên pir giring in.
îro karên wisa ji şoreşa bi tifangê baştir in.
derbarê wê meseleyê nivîsek berfireh li ser xwebûnê hatiye parwe kirin.
Here lînkê



17.06.2020 08:12 ~08:12 | cinorek

2. Xebateke bi taybetî ji bo pêşerojê pîroz e. Çima min got pêşeroj? Ji ber ku sed mixabin îro Kurdên Bakur ji sedî 10-20 (dibe ku kêmtir be jî) encax dizanin û hewl didin kurdî bixwînin û di jiyana xwe de bi kar bînin. Di xewa xefletê de ne. Ne ziman xema wan e ne jî netew. To mezinên me yên nexwendî yekcarî nabin yaw. Nizanim çavê wan tirsiyaye yan ji nezanî ye li hemberî Kurdî û Kurdbûnê derdikevin.

Mînakek ji malbata min: dema ku min lîsans dixwend li zanîngehê (6-7 sal berê) min çend çîrokên Kurdî weke pdf dadixistin û wan weke notên kaxizê ji prînterê derxistibûn. Çend roj berê li wan rast hatim û min ew dan biraziyên xwe. Biraziyê min yê biçûktirîn, 6 salî wan e, dixwend û min jî xwendina wî dişopand. Wexta dêya wî hat min got binihêre kurê te Kurmancî çîrokan dixwîne. Ji min re çi bêje baş e? Dibêje ku xirab bibin bela te ye.
Mirov ji Kurdbûnê sar dikin bi telaq...



17.06.2020 12:42 ~12:43 | xabûrî

3. Ez herî zêde ji lêgerîna di Googleê da ya bi Înglizî aciz bûm, Tirkî jî dizanim belê lêgerîna bi Tirkî encamên bêwesf tînin pêşayîka min. Mesela min wextekê akordên lawjeyên Kurdî nedişîya ji ber xwe pê derxînim, min bo gîtar û ukuleleya xwe bi Kurdî lê digerîya çi encam nederdiketin, bi Tirkî çênedibû. Bi Înglizî lê digerîyam, min akordên lawjeya didît. Xwezka bi rojên gihiştine Kurdî ya li her derê...



17.06.2020 13:49 | buffaloskinners

4. (bnr: telegrama kurdÎ)



17.06.2020 14:16 | merwano

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîkirina navê kesên navdar
» platformên dîjîtal ên mûzîkê

Kategoriyên mijarê:: teknoloji teknoloji teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî