Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 20 peyam
dîroka zewacê - tirşik
dîroka zewacê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Derbarê zewacê de gelek tişt hatine nivisîn û gotin. Ji tiştên xweş heta tiştên kenewer û tinaz. Lê mijara hemûyan ew e ku hemû rastiyên gerdûnî tînin ziman. Lê derbarê zewacê de her tişt ji armanca bingehîn heta têkildariyên kesan, her dem, cûdahiyên çandî û civakî çêbûne. De em bi lêz li dîrooka zewacê biinihêrin. Zewicîn û mezinkirina zarokan bi qasî mirovahiyê kevn e. bi civakên çandîni yên bicîhbûyî re nêzîkî 10.000 sal berê zewac, bi mercên eşkere, bi îlankirina zarokan wek mîratxur ji bo parastina cîh û war bûye rêyek. Civak mezin û komplex bûne. Mijara zewacê ji nava kes û malbatan derketiye û bûye saziyek fermî, milkî û olî. Saziya zewacê, qanûnên nivîskî yên herî kevn de, BZ 2100 de li mezopotamyayê di makeqanûnê Ur-Nammû de, ji bo zewacê, gelek mijarên wek; ji zinayê bigirin heta mafên zarokên koleyan hatibûn diyarkirin.



Gelek şaristanên kevnar îzna zewacên pirhejmar dida. Îro din av sedan çandan de, %25 jê, vê yekê qedexe dikin. Lê dayina îznê wê herdem mimkûn nake. Rastiyên demografîk û eleqeya zewac û milk, dide ber çavan ku, li mezopotamyayê li misir û îsraelê yên dewlemend xwedî gelek cariye û jinan bûn. Lê mirovên din li gor qeweta xwe û bi jinekê re dijiyan.Cihên din, ne wiha bû, jinek dibû xwedî gelek mêran. Li Çiyayên Hîmalayan mêrên malbatekê bi heman jinê re dizewicîn ku warên wan yên hindik di nava malbatên nû de parçe nebe. Zewac ne tenê bi hejmara mirovan bi cureyên mirovan jî diguherî. Ji bo vê, nav û qanûn cihê bibin jî, di nava şaristanan de, zewaca kesên heman zayendê di dîrokê de, pêk hatine. Zewac di diayên mezopotamyayê de, pîroz e. Niştecihê Amerîkî, têkîldarê bi herdû zayendan e jî. Zewaca heman zayendan bi eşkere cara pêşî li Romayê bûye. Împarator Nero û Împarator Elagabalus bi hevre zewîcî ne. Ev tişt BZ di 342yan de hatiye qedexekirin.



Lê adetên wek vê, di serdema Xrîstiyanî de jî çêbûne. Wek Adelphopoîesis an jî wek di dêrên Ortodoks de ‘’birabûn’’ û di 1601î li Îspanyayê cihekî biçûk qeyda zewaca du mêran hatiye girtin. Zewac ne hewce ye ku, d, navbera zindiyan de be jî. Zewacên şevreşkan, bi bûkek an zavayekî mirî re li Çînê ji bo diwama silalê an jî ji bo giyanên aciz kefxweş bibin, pê hatiye. Li Sûdanê jî kirinên wek vê hebûn. Li gel wan hemû cudatiyan, gelek zewac li ser tiştekî dibû: dema mijar dibû milkiyet û zêdebûn, evînên ciwanî ne girîng bûn. Bi taybetî ji zewacên giregiran gelek caran bi hêla rêveberan pêk dihat. Mirovên ji rêzê jî xwedî mafê bijartinê bûn. Lê endîşe pratîkên zewacê bûn.



Ramana zewaca nûjen, ramana evîn û hevaltiyê, ev çend sed sal in çêbûye. Pêşesazîbûn, bajarbûyîn û mezinbûna pola navîn re gelek mirov ji malbatên mezin qetiyan, rizgar bûn û êdî dikaribûn debara xwe pêk bînin. Mirovên ku, ji ronakbîrbûnê para xwe hildan, ji erkên malbatê û ji statûyê dûr ketin. Qet nebe li dilşadiya xwe fikirîn. Ev dilşadiya kesane , rê da guherînên nû. Wek hêsanbûna hevberdanê,û zewaca temenê mezin. Bi kurtî, em li ser ‘’ li dinyaya nûjen rola zewacê çi ye ‘’ bisekinin, bizanin ku zewac, her dem ji hêla civakê ve şikl hildaye. Şiklê civatê nirx û armancên wê bi demê re diguhere. Zewac jî bi nêrînên civatê re dê tim biguhere…







Werger: KeskSorZer

Amadekarî : Fexri Ulug



17.06.2020 16:54 ~16:54 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» dîroka bîroke

Kategoriyên mijarê:: sinemablgflm huner ziman zanistitenduristi zanisti perwerdehi felsefe mitoloji yendin sinemablgflm huner ziman zanistitenduristi zanisti perwerdehi felsefe mitoloji yendin sinemablgflm huner ziman zanistitenduristi zanisti perwerdehi felsefe mitoloji yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî