1. tirşikvanê ev 7 mehe xwe li tirşikê tomar kiriye, lê hêj mijara di derbarê wî de venebûye ye. dema min navê wî wek bnr da di bin navê wî de çixêz derdiket. di wateya mijarek weha venebûye. min digot qey ez navê wî şaş dinivîsim lê piştî çend ceribandina ez kanî bûm ku mijar li ser navê wî venebûye. 7 mehe li vir e, bi sedan peyam nivîsiye, hama kesî negotiye tu bi xêr jî hatî. |
|
18.06.2020 13:18 |
tîrêj zana 21
![]() |
2. Xêrhatin nîcka wî ya yekem re hatibû kirin |
|
18.06.2020 14:02 ~15:04 |
kajav
![]() |
3. Xêra Xwedê li te be kekê tirêj zana 21. Wek heval kajav jî gotiye xêrhatin, her çiqas kêm be jî, li bin nîcka min î berê hatibû kirin. Spasdar im. |
|
18.06.2020 14:55 ~15:00 |
xabûrî
![]() |
4. em ji bo bi xêr hatinê dereng ma ne, lê ger em ji bo xabûrî tirşikekê çê bikin û di ser dejî em çayekê bidnê, gelo me efû nakê * |
|
18.06.2020 17:02 |
merwano
![]() |
5. Na ez we efû nakim merwano (-._.-) henek li aliyekî lê di vê navberê de yên kû min xêr hatina wan nekiribe bila biborin û ew jî bi xêr hatine. Heta hinekî samîmîyet çênebe ji min re ecêb tê welle. |
|
18.06.2020 17:31 |
xabûrî
![]() |
6. Tirşikvanê ku ger kurdek pêre têkilî deyne wê teqez bersiva xwe Kurdî bide. Ev taybetmendiya wî li qada hemî jiyanê de heye. Li ser whatsaapê kesek jê re tirkî binivîse bersiva xwe kurdî dide. Di bin Stranên tirkî de Kurdî şîrove dike. Heta şîroveyek Trendyolê, sepanek çi bibe kurdî dinivîse. Mala wî ava be. Tenê kesek di vê mijarê de pişta wî xwar daye. Ev jî braziyê wî yê 5 salî ye. Trajediya me ya hemî kurdan e, para wî camêrî jî ketiye. |
|
12.05.2021 00:57 |
kajav
![]() |
7. xabûrî/133382 |
|
12.05.2021 16:49 |
xabûrî
![]() |
8. Nivîskarek tirşikê yê domdar ê ku gelek dixwazim wî nas bikim e. Ji helwest û daxwuyaniyên wî yên tirşikê gelek hez dikim. |
|
18.11.2021 00:13 |
tîrêj zana 21
![]() |
9. nivîkarê divê tim di destê wî de bi lênûska nîşeyan li ciya xwe guhdar bike ye. |
|
19.03.2022 14:09 |
tîrêj zana 21
![]() |
10. @tîrêj zana 21 lênûskê bi xwe re nagerînim lê telefon tim bi min re ye* mala çêkerê van telefonên android ava be, van Telefona bi kêrî pir tiştan tên. |
|
19.03.2022 14:44 |
xabûrî
![]() |
11. (bnr: heval format!) |
|
11.04.2022 13:30 |
heval.js
![]() |
![]() |
ferhenga edebîyata kurdî ya klasîk [1] |
![]() |
biwêj [1] |
![]() |
kadiz [5] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
rojnivîska tirşikvanan [1] |