Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 7 peyam
    xabûrî - tirşik
    xabûrî
    (11) (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. tirşikvanê ev 7 mehe xwe li tirşikê tomar kiriye, lê hêj mijara di derbarê wî de venebûye ye. dema min navê wî wek bnr da di bin navê wî de çixêz derdiket. di wateya mijarek weha venebûye. min digot qey ez navê wî şaş dinivîsim lê piştî çend ceribandina ez kanî bûm ku mijar li ser navê wî venebûye. 7 mehe li vir e, bi sedan peyam nivîsiye, hama kesî negotiye tu bi xêr jî hatî.

    her çiqas berya min hatibe tirşikê jî, ez bi xêrhatina wî dikim. nivîskarek hêja ye, kurdistanî ye. pênûsa wî jî baş e.



    2020.06.18-13:18 | tîrêj zana 21

    2. Xêrhatin nîcka wî ya yekem re hatibû kirin
    (bnr: dilbirîno) kurdperwer û zimanhezek ji eşîr û malbata xabûrîyan e.



    2020.06.18-14:02 ~15:04]| kajav

    3. Xêra Xwedê li te be kekê tirêj zana 21. Wek heval kajav jî gotiye xêrhatin, her çiqas kêm be jî, li bin nîcka min î berê hatibû kirin. Spasdar im.



    2020.06.18-14:55 ~15:00]| xabûrî

    4. em ji bo bi xêr hatinê dereng ma ne, lê ger em ji bo xabûrî tirşikekê çê bikin û di ser dejî em çayekê bidnê, gelo me efû nakê *



    2020.06.18-17:02 | merwano

    5. Na ez we efû nakim merwano (-._.-) henek li aliyekî lê di vê navberê de yên kû min xêr hatina wan nekiribe bila biborin û ew jî bi xêr hatine. Heta hinekî samîmîyet çênebe ji min re ecêb tê welle.



    2020.06.18-17:31 | xabûrî

    6. Tirşikvanê ku ger kurdek pêre têkilî deyne wê teqez bersiva xwe Kurdî bide. Ev taybetmendiya wî li qada hemî jiyanê de heye. Li ser whatsaapê kesek jê re tirkî binivîse bersiva xwe kurdî dide. Di bin Stranên tirkî de Kurdî şîrove dike. Heta şîroveyek Trendyolê, sepanek çi bibe kurdî dinivîse. Mala wî ava be. Tenê kesek di vê mijarê de pişta wî xwar daye. Ev jî braziyê wî yê 5 salî ye. Trajediya me ya hemî kurdan e, para wî camêrî jî ketiye.



    2021.05.12-00:57 | kajav

    7. xabûrî/133382
    Di vê mijarê de ez dilnizm nabim * lê çi fêde bi min tenê nabe. Ez rojê herî zêde bi 2-3 kesan re bila biaxivim, îja yên din? Divê hemû tirşikvan werê bikin yanî ev doz naçe serî. Di mijara biraziyê xwe de jî ez vala namînim, wî hêdî hêdî hînî kurmancî dikim



    2021.05.12-16:49 | xabûrî

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kajav [1]
    Nivîskarê tirşikê ye û ji Zazayê Carbekir e. Îro ji ber ku ketîye dûv ...
    nds [2]
    Cihê ku neka ez lê me û li benda kajav û biraziyê xwe me. Min ...
    bila moderator endazer were guhertin [1]
    ev mijar çar sal û çar meh berê vebûye, kê vekiriye? berredayiyekî bi ...
    tishk barzanji [1]
    Ala rengîn. (lînk: https://www.instagram.com/p/Bn1z5CFH_No/?utm_sour...
    tishk barzanji [1]
    Hunerkarekê li londonê dijî ye. Navê wî/wê kurdî ye. Lê li ser mal...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » xabûrî

    Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî