Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 2 peyam
    peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; piyaseya avahiyan li tirkiyeyê
    peyamên çepikkirî

    5. pîyaseya ku vê meha hezîrana 2020an har bû. lê belkî li tu dera tirkiyê, wek amedê zêde nebû. divê mala xwe bar bikim amedê, loma ev çend meh in min xanî digeriya, ji ber koronayê jî min nedikariya her roj herim û bi çavên xwe lê mêze bikim. loma min hêdî hêdî digeriya.
    mixabin piştî ketina faîza kredîyên avahiyan, bûhayên avahiyan bû tofan û li me rabû.
    di malpera sahibinden.comê, gelek îlanan dişopînim, necamêrno her roj bûhayê xwe zêde dikin. lê ev heftîyek e ku êdî hêdî hêdî be jî kêm dibin. vaye yek ji wan îlanên ku dişopînim;


    hinek îlanan bi taybetî dişopînim ji bo dîtina kêmbûna wan.
    bi rastî ev rêjeyên faîzê gelek baş in ji bo kirîna xaniyan lê belê bûhayên heyî, gelek fîşalkirî ne. erê li gorî bajarên din yên mezin, amed hê jî baş e lê li gorî amedê bixwe, zêde ne.
    wê kengî vegere bûhayên berê, an jî wê vegere an na, ne diyar e. çimkî ji aliyekî ve jî çêkirina avahiyan sekinî ye, eger werin çêkirin jî ji ber zêdebûna bûhayê hêsin û hêmanên din, malîyeta avahiyan wê zêde be û ev jî wê bibe sedema zêdebûn bûhayên avahiyan.
    welhasil, li gorî texmîna min wê van 1-2 mehan bûha hinek li cihê xwe bisekinin heta wê hinekî kêm bibin. paşê li gorî polîtikayên akpê û rewşa koronayê belkî krîzek demildest çêbe û herkes mecbûrî firotina xaniyên xwe bimîne û bûha bikevin, an jî eger ekonomî hinek were ser hemdê xwe (ku zêde ne mimkun e), wê bûha hêj zêdetir bibin.

    niha herkes hewl dide xanî bikire, loma qûna xwedî-xaniyan li ezmanan ketiye. wê rojê me bi yekî hev kir, min serî li kredîyê da, 2-3 roj mabûn ji bo dewrê lê bênamûs ji soza xwe vegerîya. dîsa berî 3 heftiyan xaniyek ket îlanê, min telefon kir û got ez ê piştî saetekê werim li xanî binêrim, lê hê ez di nivê rê de, bang kir got bûha 20 hezar zêde bû, heta ez giham wê derê, 6 din jî zêde kir. jixwe xanî jî ne tu gû bû. yanî dibêm, pîyase tije ehmeqên wisa bûye ku hê nizanin ka dixwazin xaniyên xwe bifroşin an na, an jî çiqasî bifroşin. tê bêjî qet mezat e.



    2020.06.25-10:25 | simurg56

    7. Bênamûs ê mutahîtan her ku diçe zêde dike buha yê xaniyan..
    Ev mutahîtan gişkî lêdanekê baş heq dikin..la kuro ji xwe dewlet ya we ye ,ji bo we rêjeya faîzê dişkîne kû xelk xaniyê ku destê we de mane bikire lê hûn qet akil nagrin û diçin heqê xaniyan zêde dikin..xwelî li serê we be..
    Li vî memleketê gelo însanêkî hêja ,pişeyek kû meriv nexapînin nemaye??



    2020.06.30-18:48 | xeletnivîs

    9. min di sala 05.12.2016'an de ji xwe re li kayapinara amedê xaniyekê kirrîbû. wê demê, dema ku min xanî kirrî hindek hevalên min gotin dev jê berde tu çima xwe dikî di binê deynan falan û bêvan. tabê min guh neda wan. çimkî li tirkiyê enflasyon kronîk e ez dizanîbûm tiştê ku tu îroj nestînî sibehê hîç nikarî bistînî.
    tabê mala min ne luks e bi giştî çar ode ne lê min pirr hej jê kiribû axirî min kirî.
    min 180.000 tl kredî ji bankayê kişand û heft sal di mehê de 3100 tl deynê wê didim.
    neyse dirêj nekim em hesabekî bikin;
    aniha ciranekê min mala xwe bi 800.000 liraya tirkan difroşe. hûnê bêjin weaoow ma çi bûû? çar qat zêde bûye di nava penç salan de!

    de werin em hesab bikin gelo xanî buha bûye? yan qîmeta pereya tirkan kêm bûye?

    dema min mala xwe kirî dolar 3,54 tl bû, aniha 13.37 tl ye
    220.000 tl / 3,54 dolar = 62,146 dolar dike
    62,146 dolar* 13.37tl = 830.903 tl
    (di mehê de 3100 lira kredî didim lê aniha piyaseya kirê ya mala min 3500 tl ye, dema min xanî kirîbû heqê kirê 900 tl bû)
    bi kurtasî xanî, erebe, amûr û amrazên elektronîk, nan û av û ceyran..hwd buha nebûne. tiştê ku erzan û bêqîmet bûye pereya tirkan e.

    amerîka di 200 salan de 870 mîlyar dolar pere çap kiribû lê di sala 2008'an de ji ber krîzê di pênç salan de 3,3 trîlyon dolar pere çap kir û li piyasê belav kir, faîz bû sifir. dolar kete piyaseya dewletên paşdemayî. ev rewş li tirkiyeyê jî dewlemendiyeke sûnî-çêkirî peyda kir. piştî sala 2013an amerîka hêdî hêdî dolarên xwe paşde kişand.
    bi kurtasî li tirkiyê millet bi hespê xelkê siwarî bû, aniha jî dike ku li kerê siwar bibe lê mixabin ew dewr xelas, em peya ne êdî ku ne pepûlekan be dîsa şikir bikin. rojên gelek xirab li pêşiya me ne.
    di wê dema mureffeha sûnî de hama bêje hemî mamoste, endezyar, doktor û karmendên me bi saya dolara erzan siwarî mercedes, audî û bmwyan bûn, xaniyên luks kirrîn falan lê dawiya filmê de tecawiz heye hem jî hardcor!

    wek mînak ji bir şeş sal berê mercedes c serîes ji 120 hezar dest pê dikir full paket jî 150 hezar bû, ku ne şaş bim. doktorek karibû bi rehetî bikirrîya. îroj mercedes c serîes ji 1,133.500 dest pê dike aha ji we re lînk Here lînkê
    ne doktorek, penç doktor jî li hev werin bibin şirîkê hevudu jî dîsa nikarin bistînin.

    min par di meha hazîranê de 95.000 kredî kişand û bi 125.000 lira ji xwe re opel astra kirî, li sahibinden.com dinêrim piyeseya erebeya min bûye 350.000 tl
    ez bawer dikim heya mirina xwe ez ê lê siwar bim*



    2021.12.01-13:29 ~13:52]| ferhenga şikestî

    10. çi zû derbas bûye: kirrîna malan/125327
    bêkredî jiyan nabe.

    niha heke tu bixwazî 180 hezar lîra kredî ji bankayê bistînî bo 7 salan, mîsal li îş bankasi tablo wiha ye:
    rêjeya faîzê %1,50
    tevahiya faîzê 137.789,71 TL
    mesrefên din 2.197,50 TL
    tevahiya deyn 319.987,21 TL
    serê mehê 3.783 tl

    faîza %1,50 pir zêde ye lê belê bi ya krediyên avahiyan a piyesaya îro kêm e. yapikredi, finansbank %1,64 e. mirov nikare nêzî yên din bibe. ziraat û vakifbank dibêjin %1,29 lê, bawer nakim bidin herkesî. miheqeq şertên neeşkerekirî hene mîna ku min di peyama jor de qal kiribû.



    2021.12.07-18:42 ~18:45]| biruya hayao miyazaki

    11. Kirrîna malê bi her awayî avantaj e û karekî pirt maqûl e, tabê derfetên meriv hebe.
    Carinan li tvyê temaşe dikim, camêr dibêje ez ji mamostetiyê teqawît bûme, di mehê em bêjin 4 hezar mehaneya emekdariyê distînim lê du hezar jê didim kirê felan. Yan jî ez dibînim jin û mêr bi hev re dixebitin karmend in hinekî romantîk tevdigerin û di ciwaniya xwe de ji dêla ku cara pêşî melekê ji xwe re bistînin bi pereyên xwe digerin, piştî sî çil salan teqawît dibin, mehaneya wan kêm dibe û nikarin heqê kirê bidin.
    Bila kes şaş fêm neke ez nabêjim malhez bin an bibin koleyên mal û milkê lê bes rasyonelbûn her gav maqûltir e. Û kirrîna malê jî ne asteng e li ber ger û geşt û kêfê.
    Ger meriv hinkî hesab û Kîtab zanibe dê baş fêm bike ku dema meriv bibe xwedan malekê, rehettir kare kêf û seyranê bike. Matematîk û îstatîstîk derew nake.

    Faiz ne ewqasî girîng e. Mesela krediya min 180 hezar bû û bi heft salan ezê di mehê de teqrîben 3100 bidim bankayê. Teqrîben 2150 hezar deynê min e 950 TL jî faiza wê ye. Wek ku zêde be xuya dike lê ne wisa ye
    Ya yekem: jixwe min wê demê mal nekirrîbûya jî 900 TL heqê kirê bidaya, her sal jî heqê kirê zêde dibe. Sala ewil heqê min ê kirê bi qasî faîzê bû lê aniha heqê kirê ji krediya min jî zêdetir e.
    Ya duyem: bi berhevkirinê meriv nikare heqê malekê berhev bike. Em bêjin ku min mal negirt li dewsa wê min bi qasî heqê kredî pere berhev kir. mesela em bihesibînin 84*3100 dike 260.400 Yanî bi qasî heqê kredîyê min pere berhev bikira jî dikir 260.400 tevî ne heft sal pênc sal jê derbas bûye aniha buhaya mala min bi qasî 800.000-850.000 falan e. Ez bawer im piştî du salan dê bibe herî kêm Mîlyonek. Yanî bi vê hesabê basît jî kêmtir 740.000 pere peyda bikim divê * tabî heft salan min ê heqê kirê jî bida û heqê kirê ji heqê kredîyê dê zêdetir derketa. Ew jî zirareke din e. Jixwe min hîç behsa wê nekir jî.

    Kesên ku rewşa wan heye ku bi kredîyê malekê bikirrin bê guman jidil dibêjim hîç jê texsîr nekin û netirsin rojekê jî dereng nemînin û herin bistînin. Her roj ji roja buhurî dijwartir dibe. Piştî bi salan deyn diqete û hûn jî belaya kireyê jî xelas dibim. Rehetîya herî mezin ev e li dinyayê...
    Bavê min ê rehmetî piştî ku di sala 1961 de dizewice ji malê cihê dibe lê ji xwe re mal nastîne. Ji 1961an heya sala 2018an di kirê de bû. Belkî di 57 salan de bîst mal guherandibû, tê bîra min her meha ku diçû mehaneya xwe ya ji teqawîtîya bağ-kurê ji bankayê dikişand cara ewil heqê kirê jê derdixist û tim nifiran dikir û digot di ciwaniya xwe de min karîbû sê çar heb mal bikirîya lê qismet nebû, xwezî min deh mal bikirîya.
    Her gav xwedan malê ku em têde kirêdar bûn, ji ser poza xwe li me dinêrîya, min bîst û şeş salan nefret kir ji kirêdariyê ji loma çawa ez zewicîm min ji xwe re mal stend.



    2021.12.07-22:54 ~23:26]| ferhenga şikestî