Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    19 mijar û 28 peyam
    kurd çima nikarin binivîsin - tirşik
    kurd çima nikarin binivîsin
    (10) (0) (12)
    di mijarê de bigere

    1. divê mirov berê her tiştê biaxive, hestên xwe bîne ziman. li me da wiya kême. 21 salîme nayê bîramin ku nav malbatê 2-3 dekke xeberdame.
    qet ji bîr nakim gava em lîse 3-4 de bun û em ji bo ygs-lys dixebitîbun, momesteyên rêbertî dihatin ji mera konferans didêbun. yekê wan digot
    "hun jî dizanin ku li deverê me(serhed-rojhilata tirkîye) zarok li nav malbatê nikarin pir biaxiwin, fikr, raman û hestên xwe bînin ziman. ji bo wê xwendekarên wî dewerê li ezmuna ygs' de pir serkeftî nabin. ji bo wî hun jî, bi pirttir ji bo lys' ê bixebitin."

    erê wekî ew mamoste jî gotîbu mesele wîyaye. xwezî em encamên xirab ya wî rewşê re tenê li ezmunande rûbirû bihatina. lê mirov her derê jîyanê rûbirû dimîne. ji bo ku mirov nikaribe hestên xwe bîne ziman ev nîv û kem dibe-dimîne.
    ji bo kesên ku malbatêk xweş de mezin bune wan dikarin li her qadê û hemu curê tekîlîyê de hestên xwe bînin ziman û berhem bidin.
    jîyan ji wan re dibe hêsan. yen din re jixwe jiyan tuneye.



    2020.06.25-19:38 ~19:48]| lonw karda

    2. peşî wek mîna gotina (bnr: ibrahim halil baran) bê dewletbûn, paşê jî mixabin kêmasiyên dê û bava.
    alî din zimanê em vir dinivîsin û zimanê welatême tê xeberdan-axaftin mixabin ne yek e. herge mirov xwe hîn ne be an jî neçe dibîstanê nikare zimanê xwe paqij xeberde.
    herge naxwazî wenda bî zimanê dayikan xwe(zimanê xwe) hînbe : (bnr: nurettîn zaza)



    2020.06.26-00:26 ~00:27]| doesntmatter

    3. Bê dewlet bûn ne sedeme, kesên ku bixwaze dikarin hînî nivîsandin û xwendina kurdî bikin xwedî dewlet be ji kesên ku nexwazin ji nikarin binivisinin.
    Sedem ne ewe, teklonojî ser ketî ye. Kesên ku bixwazin dikarin hîn bibin. YouTube video hene, li ser înternetê malperên kurdî hene karin têkevin van malperan bi kurdi bixwînin û hinî nivîsandinê bibin.
    Ez bawer dikim hînî nivîsandina kurdi bibin, zimanek din naxwazin binisinin. Bi tenê dilxwestinê ye.



    2020.06.26-01:06 ~01:09]| dilreş

    4. Silav û rêz. Kurd çima bi Kurdî nanivsînin?
    Dema ku di nav jîyanê de ti menfeate meriv li ser zimanekî tune be ew meriv jî bi wî zîmanê kar nayîne mixabin. Gelo baş e ku neha di twitterê de keçik u mêrên marjînal bi kurdî dinivisînin u piyasayeke kurdî ava bûye di navbera xortande. Ev jî bûyereke baş e



    2020.06.26-01:12 | kurdêdîjîtallo

    6. Tiştek din jî dema ku yek çext biaxive an go binivîse, hema ê ku kurdî dizanin henekê xwe bi wan dikin.



    2020.06.26-01:38 | kurdêdîjîtallo

    7. Ji ber ku bi zimanên din diaxivin, civatê datînin. naxwînin eger bixwînin jî bi zimanên din dixwînin. Ya ku hibr û xameya kurdî xurt û rewan, beza û birra dike pratîka axaftin û xwendinê ye.



    2020.06.26-15:03 | endazer

    8. ew kesên bi çanda devkî (oral) mezin dibin zehmet e ku binivîsînin, lê hemî wek bilbil dikarin biaxivin. ev sedemeke makro ye.

    (bêdewletbûn jî di hemî pirsgirêkên civakî û çandî de sedema sereke ye lewma ew banko ye û hewce nake mirov behsê bike)

    bo nivîsandinê xwendin jî girîng e, kesên bi vî zimanî perwerde dîtin jî kêm in ev yek jî tesîrê li nivîsandinê dike. ev jî sedemeke mîkro ye.

    (bnr: dengbêj), (bnr: çîrokbêj), (bnr: zarbêj)



    2020.06.26-20:49 | lehî baranyan

    9. Divê sernav bibe (bnr: kurd çima naxwazin binivîsin).



    2020.06.26-23:18 | yusiv

    10. (bnr: kurd çima ne kurd in)



    2020.06.27-00:21 | shwinsherm

    11. Bi ya min pirsa rast ev e: piştî ku ji bindestî û hêsîrîyê wê de tiştek nade kurda, xwedê çima wan/me çêkiriye gelo?



    2020.06.27-05:36 | afa

    12. Ne ku nikarin li hesab û kitêba wan nayê Kurdî ji wanre biyanî tê ew ji kurdîre kûvî
    Hê hînê hev nebûne, kurdî zimanek kubare carna meriv nikare pê tiştna bi serê hev serhişka bixe..

    cureyek ji vana heye jiber kurdiya wan têrî nivîsandinê nake nikarin bisererastî derdê xwe bi kurdî hênik bikin, nikarin bikurdî bibêjin ne mutlu turkum diyene û yên du peyv hînkirine jî dibêjin bila kurdiya wan bê qisûrbe, di eybînin, ew jî xwe ji zimanê kurdî durdixînin di destpêka fêrbûna kurdîde ev ne pêkane jiber teql û tofana li kurda û kurdî rabûye herkesî para xwe têr têr jê girtiye.. û ez dibêjim nizanin ku bi zimanê kurdî jî meriv xweştir dikare nivîs twît, caps, henek genek, pêkenok, peyam, wêne, çîrok helbest û hima hertişt.. li mirovahiyê zêdebike : ) lê ev jî heye hinek kes jibûna zimanê tirkî xweş bi axivin û ji tirka xweştir binivîsin êdî kurdî ji jiyana xwe derdixin, ji dil û can têdikoşin û diçin dersên dîksiyonê jî dibînin. eferm dîsa jiwanre meriv her gûyî zanibe başe lê berê gere meriv bibe pisporê guyê xwe, divê meriv zanibe merivê çewa rakê li dîwar bixe hişk bike ev meseleye (ji xeynî vî mînak neman biborin) *
    Beriya dawiyê dixwazim bibêjim di jiyana xwede qet nebe di tevgerên xwe de ji %10 cîh bidin zimanê kurdî, divê wiha ne dome di dawiya encamêde kurdiya wan bi zarawê shorbevan be jî xwe ji zimanê şêrîn zimanê şêrîn jî jixwe dûr nexin.



    2020.06.27-21:00 | shorbevan

    13. Ez ê ji bo min bibêjim. Min Kurmancî nizanîbû, nû hîn dibim. Ji ber ve hêdî hêdî dinivîsim. Lêbelê kesekî heye, nivîsandina bi Kurdîyê bêxîretî dike. Ji ber ku şiûra(ê??) tune ye. Mixabin.



    2020.06.30-02:33 ~02:43]| ezxeyic

    14. Em piranî nivîsandin nû hîn dibin û hûn jî dizanin eleqeya nivîsandina tirkî û kurdî tine ye..Ji ber vî hawî jî nivîsandina kurdî zehmettir dibe..Lê disa jî ev hincet ji bo însanê bêxîret in..Heger însan bixwaze tiştek jî nikare li berî bisekne..



    2020.06.30-09:52 | xeletnivîs

    15. seba hemû dest şkestî ne hahh



    2020.06.30-16:11 | shwinsherm

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    mijara wergera kurdî ya fîlman ya li ekşisozlukê [10]
    mijara ku ji bo danasîna xebatên (vbnr: koma wergera fîlman ya tirşikê...
    ji bo misilmanan şîretên alternatîf [7]
    Ermenîyan nekûjin talanan ser êzîdîyan nekin Kesên ji ola îslamê veq...
    nanê sê qat [1]
    dîqqat dîqqat nanê sê qat!! nizanim ji kû mayê di hişê min de....
    lawikên kurd yê gûhar dixin gûhê xwe [2]
    min di dema zanîngehê de dixist guhên xwe. wê demê li min dihat, kêfa ...
    mehmed uzun [1]
    (wêne: http://www.tirsik.net/wene/w/ziman/wergera-romana-tu-ya-mehmed-...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kurdên tiflîsê
    » çima her tiştê bdpê bi zimanê tirkî ye

    Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî