Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
bîranînên li amedê - tirşik
bîranînên li amedê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Îşev ez û hevala xwe li benda mînîbûsê bûn ku vegerin malê. Ji ber koronayê mînîbûs hindik kesan siwar dikin û mecbûr me got em ê li texsiyê siwar bibin. Texsî li ber me sekinî em hêj lê siwar dibûn min dît xaltiyeke 65-70 salî hat li texsiya me siwar bû. Min got xaltî tu diçî ku derê? Rêya wê ji mala me wêdetir bû. Got ez ê bidim, nizanim çi felan lê min tam jê fêm nekir û em bi hev re li texsiyê siwar bûn. Min got em ê li nîvê rê peya bibin tu berdewam bike. Min nêrî ji şofêr re dibêje ev keçik wê heqê rêya min bidin. Min got xaltî ma pereyên te nîn in, bersiv neda hê jî digote şofêr keçik wê heqê rêya min bidin. Min gote şofêr diyar e pereyên wê nîn in nîvî ji me nîvî ji te. Şofêr got min çi jê ye, bi we re siwar bûye. Neyse me dîsa deng nekir lê hevala min di guhê min de digot resmen jineke heftê salî me dixapîne û ez dikeniyam. Em hatin cem mala me me got em ê peya bibin lê diyar bû xaltiyê rêya mala xwe nedizanî. Werhasil me got em ê te bigihînin mala te paşê em ê bên mala xwe. Min got xaltî ka hinekî rêya mala xwe tarîf bike. Xaltiyê dest bi dengbêjiyê kir û strand.. ez dibêjim xaltî mala te li ku ye? Xaltî distrê... Keçê xaltî mala te li ku ye? Xaltî distrê... Û em digerin di nava bajêr de... Min got keçê xaltî huş be vaye em gihan sêwregê îcar mala xwe bêje! Got mala min li cem dibistanekê ye. De were û ji nav derkeve. Saetekê em li nava bajêr geriyan û xaltî distrê... Emrê wê dirêj be.



29.06.2020 21:56 | berijahr

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bîranînên sunetiyê

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî