Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 85 peyam
newêrektiya çomeza - tirşik
newêrektiya çomeza
(10) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gelo çima çomez nanivîsin,
hûn ji çi ditirsin ?
ne hewceyî zanyariyê ye tenê hûn kanin fikr û ramanên xwe jî eşkere bikin.
ti professyonel bûn a vî karî tinne birastî.
ka nivîsê me kê ji ba xwedê hatine ?
yek ji yekî xeraptir e lê dîsê jî em dinivîsin.

edît
newêrek bûn ne tenê bi tirsê ye .
tirk dibêjin cesaret .
bi her awayî kes kani newêrek be.



03.07.2020 20:15 ~2020.07.04 01:37 | shwinsherm

2. Ji ber ku nizanin wê çawa malperê bikar bînin.
Sedema ewil ev ê.
Yên din çi ne, ez jî nizanim :(



03.07.2020 21:01 | merwano

3. Bi min ji ber ku peyamên wan nayên xuyan nanivîsin. Dema çomez bûm min ji nenivîsand. Çawa ku nivîskariya min erê kirin min dest nivîsandinê kir.



03.07.2020 21:43 | yûsiv

4. nivîsandê li ber çavên xwe tiştekî mezin nehesîbinin
Tiştên ku tên nivîsandinê zêde cidî Negirin kêfa xwe binêrin
Netirsin şaşiyên bikin
Nebêjin ez ê çi binivîsim çi ji dilê we tê derxînin xwe rehet bikin
Zêde nekevin siyasetê, nekevin şerê navxweyî, hinekî bêhnfireh bibin, tehemûla fikrên cûda bikin



03.07.2020 23:06 | mîr

5. Tişta ku çewt hatiye pênase kirin. Heya nehatiye pênasekirin jî. Bi min tişteke weha tune ye. An di min de ne mevcût bû. Yanê li gor hevalê sernivîs vekiriye, nivîskarên çomez ango yên nû bûne endam ji ber ku ditirsin, newêrin an fedî dikin nanivîsin. Lê ev bi min şaş e. Dema ez nû bûm endam min ji çi tiştî neditirsiya û fedî jî nedikir. Heya ku min hingî bi nivîsên xwe tirşikê domîne kiribû hin heval aciziyên xwe diyar kiribûn û bo kêmtir binivîsim şîret li min kiribûn.

Vêca em werin ser nenivîsandina çomezan, ji ber ku min tişteke weha nekir zêde nizanim ji ber çiye lê li gor peyamên çomezan û li gor nêrînên min, piranî ji ber kurdiya wan zêde ne baş e nanivîsin. Hin ji wan ji ber ku di rojevê de tiştekî ku wan eleqedar bike tune ye nanivîsin. Û hin ji wan jî ji sersariyê nanivîsin. Lê dîsa jî vaye sernivîs li vir e û çomez dikarin sedema nenivîsandina xwe aşkera bikin. Da ku hevalên meraq dikin jî pê serwext bibin.



03.07.2020 23:21 | tîrêj zana 21

6. bila ber me astengiya 100 peyaman nebûya me ye bidîta kî berxe kî berane* henekan dikim helbet ji ber ku çomez hê asoya xwe venekirine tenê twîtterê de û înstagramê de wext derbas dikin. kêmasiyek mezin jî sêpana tirşikê nîne hebûya belkî hin tişt biguheriya.



04.07.2020 13:31 | hector

7. ji xwe 2 meh berê min qeyda xwe tirsikê kir û nav 2 roja da min fikrê xwe nivîsî û mîjaran vekir.
ez hê jî dema kû tiştan dinivîsim ferhengê dinêrim, hûn jî dikarin alîkarî ferhengê hildin.
tenê netirsin tiştekî mirov bitirse tûne de hayde *)



04.07.2020 15:59 | doesntmatter

8. gelo çomezekî kengê dikare bibe nivîskar?



10.05.2021 01:40 | pismam

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin
» newêrektiya çomeza

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî