Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
gulîzer - tirşik
gulîzer
(3) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. helbestavaneke kurd e çil kezî xwedî du pirtûkên gulan zêrîn e."keziyên jinebî","şevname" di helbasta kurdiye bakûr de du pirtukên hêjane. helbasta gulizerê xwe ji belaxata xeşîmî, ,dehla rêzkirina aforîzmayan,gubarana alitersiyona qafiyêyê xilas kiriye, ku ev hersê pirsigirêk tirtirene di helbasta kurdî de . a din femînîzma ku di quleteyna van helbastan de destnimêj digre ne femînîzmeke hazir û nazir li refê marketokan bihormane, rastê rast tiştekî orgenîke ku hêza xwe ji binhişyaqolektîfe(bnr:jung ) jina kurd digre.ji kelepora kurdan,senteksa dengebêjî, têra xwe kemiliye. hûn nûha dixwazin helbestên baş bixwenin fermo gulîzer hazire.



27.09.2013 22:18 | tivirloismail

2. keça nivîskar recep dildar e.mixabin nivîskariya recep nebaşe,ne xweşe,wêneyên wî gulgulî ji gelek erebeske.



27.09.2013 22:20 | tivirloismail

3. ÇEnd ta ji keziyên jinebî



Di paşila xwe ya kavil de bêriyên naşî

bi sebrikan xwedî dikir

bi bendemayînan kedî dikir



serê pêsirên wê tim bi hinne bûn

amedebûn ji her dawetê re



roj,êvarekê di nav herdu pêsirên wê de çûbû ava

bi dû kurtêlên tirêjan diket

ji bo roj hilê di paxila wê de

xwe dispart darên ziyaretan

çend ta ji keziyên jinebî

kir hêvî û girêda

li şaxek dara ziyaretê

(gulîzer,keziyên jinebî,r,22)



Ji helbesta jor jî diyare ku ev xatûna hêja kurdiyeke kevn,arkeîk ku hemî sosyolojî,erdnigariya kurdan di nav xwe de dihewîmîne bi pisporane kartîne.. meriv xwe di nav vegotineke folqlorîke tîr de dibîne. helbet karanîna folqlarê gorê rê û rêbazê xwe hem avantaj hem jî kêşeyeke gelek giringe di edebiyatê de. lê ez di wê baweriyê de me ku folqlor û tesira şêwaza sitranên dengbêjiyê kurdî, tercîha peyv û gotinên orjîn di helbesta gulîzêrê de ne pirsgirêke , xweş gotin, cewher û baskfirehiyeke di cî de ne.



06.10.2013 14:30 | tivirloismail

4. li gori min orjînaltirîn helbestvana jin e di nav helbestvanên kurd yên ji bakurê kurdistanê de.. ji ber ku xanim helbeskar e ne helbestvan e yanî helbestlêkirinê ne wek karekî lê wek awayekê xwe derbirrînê yanî vereşînê bikar tîne.. û ji xwe yê zane baş zane huner û helbest û sînema hej teknîkeriyê filan nake.. neyse xanima gulîzer piştî ku dergsitiyê wê jê diqere ji qehr û kerba zimanê xwe diqulibîne ser kurdî û kurmancî.. ez zêde dirêj nekim û rasterê mîkrofonê bidim ber dev û lêvên şekirîn yên gulîzerê:



'''Mêla min a ji bo helbestê ji zarokatiya min de dest pê dike. Ji ber ku bavê min her tim ji min re

helbest dixwendin, ji wê behra bi sêr zû haydar bûm. Hinek hêmayên wî, dinya min a hundirîn xwedî kir. Di

mektebê de min bi zimanê Tirkî dinivîsî. Piştî evîneke têkçûyî ku berî deh salan rûda- li kurdî wegeriyam.Ev

ne biryarek bû; bêhemdî min pênûsa min xwe li kurdî girt. Ji ber ku mirov bi çend zimanan bizanibe jî, her

tim bi zimanê dêya xwe digrî.' Li ser pirsa çiyitî û neçiyitiya helbestê bersiva gulîzer ev e: Di jiyanê de jî berketiyê peyvan im, pala xwe pirr dispêrim wan, xwe pirr davêjim bextê wan. Têkiliya min û pênûsê xurt e. Di her kêlîka jiyana min de defterek li ber serê birînên min heye. Ji îro pêve, ez ê çiqas pêş kevim nizanim. Destpêkirin çawa ne biryara min bû, devjêberdan jî wê ne biryara min be.Ez xwe wek keseke sêyemîn dibînim di nav hest û di nav kaxizê de. Helbest weke marekî ku ji hulma min, ji dengê dilê min xwe xwedî dike. Her ku lê hay dibim vediciniqim. Lê ew jehra wî ji helbestên min re dibe hubr. Ez jî di nav vê jiyana bêwate de wan helbestan didim ber dilê xwe. Yanî ez û helbestê hevdu xwedî dikin. Di nav me de têkiliyeke wek mar bi jahr, wek mar kevn, wek mar bi tirs heye. Wekî din ez ê tu car nikaribim naveke din li helbestê bikim. Lê ew hest wek evîndarekî serserî bêxeber her tim bi bayê bezê tên û xwe li siya dilê min digirin. Bêhna xwe berdidin , piştî ku diçin li dû xwe şopek dihêlin; ew jî hubr e. Belkî jî hubra ji bo helbestê dirije, wek keçaniya keçekê ye; ji ber ku tu helbest careke din nayê nivîsandin. ''



06.10.2013 15:16 | endazer

5. ''Min bi heft zimanan

Ji heft jinên di tengasiya zayînê de

Dua berhev kirin

Ji bo hatina te

Nizanim Xwedê bi kîja zimanî dizane?''



06.10.2013 15:18 | endazer

6. (bnr: jana min)



08.10.2013 22:54 | endazer

7. hun dikarin kitêba gulîzerê a bi navê şevname bi deng û awazên xweş û zîz ê rêşad sorgul li ser vê lînkê guhdarî bikin. û sibê roj hun dikarin bibêjin min kitêba wê nexwendîyê, lê min guhdarî kiriye.









09.10.2013 00:18 | seydayê_peyvan

8. gulîzer,delala min,heyrana kêmbera te..heke tu nebûya keçkokên fena min ên li gera "ruhekî pînegirtî" de dê çi bikira bêyî şiîr? ..sedî sed kurdî,jin,lê ne ji bo sahib rewacan ji bo keçkokên diltenik ên kurmancan



02.04.2014 00:42 | kubikem

9. navê stranê yê mirady ye..

gelek xweş e carinan vedizelim, çiraya malê ditefînim, kêmtir bîst car li ser hev godarî dikim



02.04.2014 01:17 | ferhenga şikestî

10. nivîskara ku ji jinantiye xwe tişt wenda nekiriye û bi jinatî nivîsiye. carinan Dema ez helbestên wê dixwînim ez dibêm xwezî min jî qasî jinekê team jê bistenda..



16.05.2014 02:10 | cîhana pirtûkên kurdî

11. helbestvana ku divê her jin bixwînin e.



Xwezî çend hevalên jin şiroveya helbestên wê ji min re bikira *



17.11.2014 05:02 | berxweda

12. bi navê sindoqa dirûnê pirtûkeka wê ya nû ya helbestan ji nav weşanên avestayê derçûye. kurtehelbesta ji bo danasîna pirtûkê belav kirine, ber dilê min negirt, kêfa min jê re nehat, hêvî dikim helbestên din ên di pirtûkê de ne wekê kurtehelbestê bin, xweş bin. Here lînkê
Here lînkê

''Ku ji te re jî wek min derd e
Ev nixumandin, ev veşartin, ev perde
Rabe ser xwe,
Rabe û dîroka xwe ya stuxwariyê bide ber xwe
Êş bi êş pê bihese
Ku ji te re ne derd e,
Hema galgalek bû me li vir kir
Dev jê berde.''



10.11.2016 00:12 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gulîzera temoyê qaçaxçî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî