Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
whataboutism - tirşik
whataboutism
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. têgehek îngîlîzî ye. di pevçûn/gûftûgoyan de, navê wê şêweya nîqaşê ye ku kesê wê dike li hember rexneyan şûna ku wan rexneyan bibersivîne an jî wan pûç bike, behsa xeletî/kêmasîyên dijberê xwe dike.

amerîka: rûsyayê li sûrîyê 5 hezar zarokên bêguneh kuştin.
rûsya: amerîkayê li iraqê 10 hezar kuştibûn, hûn çima behsa vê nakin?

min mînakek wisa da çimkî jixwe ev têgeh ji vê şêweza sovyetan derketiye û di şerê sar de navdar bûye.

bi kurdî em dikarin bêjin tirkudaskuîzîm.
(bnr: tir li ku das li ku)


meseleya wê jî wisa ye; mêvanek tê mala camêrek. dema ku bi hevre rûdiniştin jina zilam tirek dike. jin ne lê zilam fedî dike. piştî mêvan diçin, zilam jê re dibêje ma tu şerm nakî cem xelkê tiran dikî? jinik jî dibêje nexwe te çima sala berê dasa me li zeviya filankes ji bîr kiribû?
li ser vê yekê zilam dibêje tu bi xwedêkî, tir kû das kû?



15.07.2020 12:22 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» whataboutism

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî